Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

79 sal ji darvekirina Qazî Mihemed… Rojhilat hemdemî pêvajoyeke nû ye

29/03/2026
in POLÎTÎKA
A A
79 sal ji darvekirina Qazî Mihemed… Rojhilat hemdemî pêvajoyeke nû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Qazî Mihemed di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng û sereke ye. Komara Mihabadê ku ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû avakirin, mîras û ronahiya di rêwîtiya têkoşîna gelê Kurd de ye. Ew bi tena xwe şoreşek bû, piştî 79 salan îroj gelê Kurd li Rojhilatê  Kurdistanê derbasî pêvajoyeke xeternak dib, pêwîst e Kurd şîretên Qazî Mihemed ji bo hevrêziyê pêkbînin.

Jiyana Pêşewa Qazî Mihemed

Qazî Mûhemed kurê Qazî Elî kurî Qasim kurê Mîrza Ehmed e, yekê Gulana sala 1900’an li bajarê Mehebad, yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke oldar û pêşeng de ji dayîk dibe.

Bi temenekî biçûk, di bin destê bavê xwe (Qazî Elî) û apê xwe(Seyf Qazî) dest bi xwendina ziman û wêjeya Kurdî dike. Piştî ku xwendina xwe bi pileya qazî diqedîne, sala 1924’an dibe rêveberê Desteya Karê Islamê li Mehebadê. 1926’an jî weke rêveberê  Desteya Perwerdeyê li Mehebadê dest bi kar dike. Di wê demê de, ji bo pêşxistina asta xwendin û fêrbûnê xebateke mezin dike û du dibistan li Mehebadê ava dike. Ji keçan re jî dibistanekê vedike. Têkiliyên xwe bi xwendekar û rewşinbîran re çêdike. Ji bilî Kurdî, zimanê Erebî, Ingilîzî, Farsî, Rûsî û Fernsî jî dizane. Qazî Mihemed di civakê de xwedî kesayeteke balkêş e, bandoreke mezin û erênî li her kesî dike

XEBATA CIVAKÎ Û SIYASÎ

Pêşewa Qazî mihemed di warê siyasî de zana ye û têkiliyên xwe bi gelek siyastmedar û têkoşerê Kurd re li seranserê Kurdistan çêdike. sala 1930’an jî, bi riya Îhsan Başa Norî tevlî partiya xwebûn dibe. Li gel karê siyasî û banga mafê gelê xwe li Tehranê, karê perwerdeyê û xebata civakî dike. Herwiha alîkariya malbatnên xizan, li seranserê Rojhelatê Kurdistanê dike.

Piştî mirina bavê wî, 1931’an dibe Qaziyê Mehebadê. Lê ji ber sedemên siyasî û axaftina wî bi zimanê Kurdî sala 1936an ji aliyê şahê Îranê ve, ji kar tê dûrxistin.

1941an Pêşewa tevlî Komela Jiyana Kurdistanê dibe. Li gel şandên komelê jî, serdana Bako dike û li gel berpisên yekîtiya sovyet dicive. Zanebûna wî, bala sovyetan dikşîne. Di sala 1945an dibe serokê wê komelê. Lê ji ber pêwîstiyên reşwa Kurdistanê, Komelê dihildiweşîne. Pişt re Partiya Demokratîk Ya Kurdistanê ava dike û dibe sekreterya partiyê. Bi navê Pêşewa jî tê naskirin. Bi serokatiya wê şanda partiyê, serdana Tebrîz dike û beşdarî maresimê damezrandina Komara Neteweyî ya Ezerbêcan dibe.

Ragehandina Komara Kurdistan

Ji bo damezirandina partiyê, endam û danerên Komela Jiyanewey Kurdistan berhev dibe. Ne bi dilê hemû endaman be jî bi dengên piraniyê, navê JKê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê guhartin û beyannameya Partiyê di meha Çiriya Pêşîn a sala 1945an de hate belavkirin. Piştî damezirandina Partiyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya siyasî ya Kurdan diyar bibû; amedekariyên ragehandina komarê dest pê kiribûn.

Di 22’ê Berfanbara 1946’an de damezirandina Komara Mehabadê hate îlankirin. Li Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin û bi coşek mezin ji bo axaftina Qazî numayîş hate kirin. Damezirandina komarê, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê Kurd û têkoşîna wan an dîrokî bû. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin. Piştî çend rojan encumena hikûmeta Komarê hate eşkerakirin ew jî ev bû: Serokwezîr: Hacî Baba Şêx, wezîrê Berevaniyê: Huseyn Xan Seyfî Qazî, wezîrê Karên Hundir: Muhemed Emîn Muinî, wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî, wezîrê Ragehandinê: Kerîm Ehmedî, wezîrê Perwerdeyiyê: Menaf Kerîmî, wezîrê Reklam û Danasînê: Sidîq Heyderî, wezîrê Bazirganiyê: Hecî Mistefa Dawûdî, wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî, wezîrê Çandinî: Mehmûd Welîzade, wezîrê Avedanî: Îsmaîl Îlxanîzade, wezîrê Tendurustî: Seyîd Muhamed Eyubiyan, wezîrê Şêwirmendî: Ebdurrehman Îlxanîzade û wezîrê Dadwerî: Mele Huseyn Mecdî.

Ber bi têkçûna Komara Mihabadê ve

Damezirandina Komara Mehabadê, berhemê bîr û îradeya neterweyî ya gelê Kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê Kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nizîkê 11 meh li ser piyan ma. Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Mihabadê hene: Di civaka Kurd de li şûna têkiliyên civakî-siyasî, serdestbûna têkiliyên eşîrî; di tevayê bajar û cografyaya Rojhelatê Kurdistanê de nerêxistinbûna PDK’ê û hikûmetê; têkiliyên hinek serokeşîran bi dewleta merkezî ya Îranê re ku hêza artêşa neteweyî ya komarê ji wan pêkhatibû, sedemên herî girîng ê navxweyî ne. Paşvekişyana Yekîtiya Sovyetê û piştgirînedana ji bo Komara Azerbaycan û Kurdistanê, îtîraza Brîtanya û DYA ji bo damezirandina Komara Mihabadê û Komara Demokratîk a Azerbaycanê, bi awayekî aktîf piştgirîdana hikûmeta merkezî ya Îranê, berxwenedana Komara Azerbaycanê jî, sedemên girîng ên derveyî ne. Di 31’ê Adara 1947’an, li qada Çarçira ya ku cihê ragihandina Komara Mihabadê bû, her sî qazî ji bo darvekirinê tên amedekirin. Qazî Mihemed bi vê gotinê bersiva dagîrkeran dide: “Erê hûn niha Qazî Mihemed dikujin, lê bi hezaran Qazî wê werin afirandin, wê têkoşîn û xebat xwe dewam bikin.”

Hewldana yekbûna Kurdan a Qazî Mihemed

Roja ku li Meydana Çarçira damezirandina Komara Mehabadê hate ragehandin, di gel xelkê berhevbûyî, ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî serok û kadirên siyasî beşdarî merasimê bibûn. Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa bi xwe jî vexwendiyê vê merasimê bû, lê ji ber şertên neyênî nikarîbû beşdar bibe. Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomariyê weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê Kurd min layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî milletê bibim.” Wesiyeta Qazî Mihemed û sozên Eceman… îroj li Rojhilat divê were bicihkirin

Wesiyeta Qazî Mihemed, yekîtiya Kurdan li hemberî siyaseta Eceman

Ev beşek Wesiyetnameya Qazî Mihemed, bi giştî kerekterê hemû dijminên Kurdan û bi taybetî jî yê eceman pir bi zelalî diyar dike û divê ji bo me hemûyan her dem bibe wek guharekê: “Birayên min! dijminê Kurd ji çi reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nake, ewê we bi destên we bi xwe bide kuştin, ewê we temah bike û bi fêlbaziyên xwe û bi derewan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê Kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, di dirêjiya dîrokê de kerb û kîna wî li dijî gelê Kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandine, aram kirine û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistiye û ji nûh ve bi zor nemerdane kuştîne. Ji wan re sûnd bi Quranê xwariye ku Eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê başiyê bi wan re bikin. Lê heçî Kurd e, zû bawarî ji sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjiya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtiye tu caran Ecem soz û peymanên xwe bi cîh bîne û tu sozên xwe bi Kurdan re bi cîh neanîne, her hemû derew û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û ji bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger Ecem hingivînî bide we, diyare jehr kiriye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên Eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merama wan xapandina we ye.” Mebesta Qazî Mihemed bi Eceman, ew hêzên biyanî weke Birîtaniya, Ferensa, Amerîka îroyîn û hwd… Eger em li têkilya van hêzan bi Kurdan re binirxînin em ê bibînin ku timî siyaseteke şaş li hemberî Kurdan meşandine, bûne şûr di pişta gelê Kurd, îxanet kirine. Li Rojavayê Kurdistanê derencama geşedanên ku çêbûn wiha bû. Ji derveyî têgiha xiyanetê, Amerîka û hêzên navdewletî siyaseteke baş nedan meşandin ku bihêlin gelê Kurd bibe alîgir û hêzeke bingehîn. Di şerê Israîl-Amerîka li ser Îranê xwestin gelê Kurd li Rojhilat bi kar bînin, lê gelê Kurd nekete wê xefkê, berovajî wê yekîtî û enyeke netewî ji partiyên Kurdî hate avakirin, ev yek destkeftiyeke pir mezin bû, berî niha bi dehên salan Qazî Mihemed şîreta xwe kiribû û gotibû bila baweriya we bi Eceman neyê, lê belê hevgirtina xwe ava bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.