Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêvajoya Aştiyê ji bêdengkirina çekan ber bi guhertina zagonan ve’

29/03/2026
in ROJEV
A A
‘Pêvajoya Aştiyê ji bêdengkirina çekan ber bi guhertina zagonan ve’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Nivîskar Ebûd Mexso diyar kir ku qonaxa yekemîn a pêvajoyê ji aliyê tevgerê ve hatiye bicihanîn, lê niha berpirsiyarî li ser dewleta Tirk û hêzên siyasî ye ku soz û guhertinên qanûnî, pratîkî bikin. Herwiha her gav, her çiqas biçûk be jî, dikare bingehek xurt ji bo aştiyê ava bike û got, “Serkeftina vê pêvajoyê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê û herêmê girîng û bi bandor e.”

Di Kurdistanê de gelek tevger û şoreşên Kurdistanî hatin lidarxitin, hemû jî di bin yek armancê de bûn ku azadiya gelê Kurd misoger bikin, mafê wan garantî bikin û bindestiya sedsalê li ser Kurdan bê rakirin. Lê mixabin gelek şoreş û serhildanên gelê Kurd bi rêya xiyanet û sozên derew têk çûn. Lê bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê qonaxeke nû di jiyana gelê Kurd de hat destpêkirin, ji ber ev tevger cudayî hemû şoreş û tevgerên din bû. PKK’ê bi hişmendiyeke xurt ji aliyê Rêber Apo ve hat damezrandin, mînaka wê ew e ku heya roja îro jî şerê wê ji gelek aliyan û bi destê gelek dewlet û hêzan di serî de dewleta Tirk dihat kirin, lê nikarîbûn wê têk bibin. Her çiqasî şer rastiyeke tahil be jî, lê tevger bê çare kir ku di çarçoveya parastinê de bersiva xwe bide. Ev şer jî bi encam bû, ji ber ku berê dewleta Tirk piştî şerekî demdirêj da ser maseya diyalogê ku bi awayekî aştiyane pirsgirêka Kurd û Tirk bê çareserkirin. Li ser wê bingehê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk beriya salekê ango di 27’ê Sibata 2025’an bi bangkirina Rêber Apo ve hat destpêkirin.

Şert û mercên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Dema Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna 1’ê Cotmeha 2024’an de destê parlamenterên DEM Partiyê girt û di axaftina xwe ya 22’yê Cotmeha 2024’an ya Meclisê de anî ziman ku ji bo mafê hêviyê sûd bigre, bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were Koma DEM Partiyê ya li Meclisê, bang li PKK’ê bike, PKK’ê jî dest ji têkoşîna çekdarî berde û xwe fesih bike. Bi ser vê yekê di 23’yê Cotmeha 2024’an de piştî wê Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Têkildarî gavên Devlet Bahçelî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de wiha got: “Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im.”

Rêber Apo di 27’ê Sibata borî de pêşî li pêvajoya aştiyê vekir

Rêberê Apo ji bo pêşî li pêvajoyê veke di 27’ê Sibata 2025’an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û bi bangê re ji PKK’ê xwest kongreya xwe pêk bîne, dest ji têkoşîna çekdarî berde, xwe fesih bike. Peyamên Rêber Apo li tevahî cîhanê bi kelecaneke mezin hatin pêşwazîkirin. Lewra di çarçoveya pêkanîna banga rêbertî de, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê li Qadên Parastina Medyayê li 2 herêmên cuda, bi tevlibûna 232 delegeyên ve 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê girt. Ev biryar ji bo avakirina derfetên aştiyê neteweyî û navneteweyî wek geşedaneke dîrokî û fersendeke mezin hat nirxandin. Gelek dewlet li pey hev peyamên piştgiriyê dan û xwestin Tirkiyê van derfetan ji bo çareseriyê baş binirxîne. Rêberê Apo piştî 26 salan bi dîmena li ser malpera Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) peyam da û wiha got: “Ez banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk hêj diparêzim.” Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kadroyên PKK, KCK û PAJK’ê pêk dihat ku 15 jê mêr; 15 jî jin bûn, di 11’ê Tîrmehê de li pêşiya Şikefta Şanêdanê ya li bajarê Silêmaniyê ya li Başurê Kurdistanê, bi merasîmeke dîrokî, ji bo pêşî li pêvajoyê vekin, bi îradeya xwe ya azad ve çekên xwe şewitandin. Di heman demê de tevgerê biryara xwekişandina ji sînorê Bakurê Kurdistanê cihê ragêşeyê jî da û ev biryar pêk anî, ev hemû gavên tevgerê bûn. Dewleta Tirk jî ji bo ku hinekî rûyê xwe spî nîşan bide, li Meclisa Tirkiyê “Komîsyona Demokrasî Xwişk- Biratî û Hevgirtina Mîllî” ava kir, lê xebatên komîsyonê pir dereng û bi gavên kêm li gorî pêvajo û gavên tevgerê, dihat meşandin, hîna jî wisa dewam dike. Ev hemû di qonaxa yekemîn a pêvajoyê de pêk hat.

Pêvajo ji qonaxa yekem ber bi qonaxa duyemîn ve

Di salvgera yekem a pêvajoyê de Rêber Apo bi peyamekê eşkere kir ku qonaxa yekemîn a pêvajoyê bidawî bû û niha em derbasî qonaxa duyemîn dibin. Qonaxa duyemîn jî xebatên wê vê carê li ser dewleta Tirk dimîne ku li gorî soz û gotina xwe, pratîkê nîşan bide, zagonên demokratîk binivîse, destûrê Tirkiyê biguher û ya girîng mafê hêviyê yê Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî pêk bîne, ji ber ev qonax bi guhertinên ciddî ve girêdayî ye, hemû guhertin jî bi rengê demokratîk pêwîst e bên pêkanîn.

Derbarê Qonaxa yekemîn û duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nivîskar Ebûd Mexso ji Rojnameya me re axivî.

‘Bêdengkirina çekan ji bo pêkanîna aştiyê gava pîroz e’

Ebûd Mexso diyar kir ku piştî her şerekî aştî yan jî lihevkirinek heye û wiha got: “Piştî şerekî demdirêj ku ji sala 1984’an dest pê kir û heta Pêvajoya Aştiyê domand, ev şer pir dijwar bû. Di vê şerê de bi 10 hezaran ji yên PKK’ê şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn. Herwiha ji aliyê dewleta Tirkiyê jî bi hezaran hatin kuştin û birîndar bûn. Di heman demê de bi milyaran dolar dirav hate xerckirin. Ev şer zêdetirî ji 40 salan dirêj bû. Lê di encamê de, diyar e ku her şerê ku heye, dawiya wî aştî û lihevhatine. Ji bo vê yekê, rêveberiya tevgerê di salên 1990’î de, bi taybetî di 19’ê Adara 1993’an de, şer ji yek alî ve rawestand. Ev destpêşxêrî zêdetir ji 7 caran hate dubarekirin û her car jî ji bo aştiyê şer hate rawestandin, lê dewleta Tirk berê xwe nedida aştiyê. Ji bo vê yekê, cara dawîn Pêvajoya Aştiyê bi bangekê ji aliyê Rêber Apo ve di 27’ê Sibata sala borî de dest pê kir. Ew nameyek ji cîhanê re şand ku şer bi temamî were rawestandin û çek bên şewitandin, da ku dengê çekan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nemîne. Di vê çarçoveyê de Kongra 12’an jî hate lidarxistin û PKK jî hate fesihkirin. Ji ber vê yekê, ev gava aştiyê ya Pêvajoya Aştiyê ku dest pê kiribû, gavekî pîroz e û pêwîst e ku li ser vê gavê jî meş bên çêkirin.”

‘PKK’ê tevgera ku li gorî demê xwe diguherîne’

Ebûd Mexso eşkere kir ku girîngiya vê pêvajoyê, li gorî guhertinên ku di Rojhilata Navîn de çêdibin, tê xuyakirin û wiha bilêv kir: “Girîngiya vê pêvajoyê, ew e li gorî guhertinên ku di Rojhilata Navîn de çêbûne, ji bo wê jî ev şer hat rawestandin. Di heman demê de yek ji wan tevgerên li pêş, tevgera PKK’ê bû, PKK’ê bi dîroka xwe ya dirêj ku nêzîkî 50’î salan dibe, her dem armanca xwe ew diyar kiriye ku di her demê pêwîst de, xwe biguherîne û guhertinên bingehîn li rêya tevgerê pêk bîne. Ji ber vê yekê, ev qonaxa ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, girîng e ji bo têgihiştina awayê ku guhertin çawa çêdibin û dewletên desthilatdar çawa dixwazin bi rêbazên xwe aştiyê pêk bînin. Di vê çarçoveyê de, avêtina gavên pêşketîtir ên tevgerê ji bo aştiyê, yek ji wan gavên girîng bû. Bi vî awayî, tê dîtin ku girîngiya vê pêvajoyê pir mezin e, hem li ser Kurdistanê bi giştî bandorê dike, hem jî di asta herêmî de û li ser Rojhilata Navîn jî, bandoreke berbiçav diafirîne.”

‘Her gavek bingehekê ji bo aştiyê ava dike’

Mexso tekez kir ku erkên di qonaxa yekemîn a pêvajoyê de dihatin xwestin li ser milê Rêber Apo û tevgerê hatin bicihanîn û wiha pê de çû: “Niha pêvajoya Aştiyê ya ku Rêber Apo dest pê kir û nameya ku şand, qonaxa yekemîn nîşan dide. Di wê nameyê de û di axaftinên ku hatin kirin de, hate diyarkirin ku di nav salekê de her tişt ji aliyê Rêber Apo û tevgerê pêk hatin. Lê îro pirsgirêka sereke ew e ku gelo dewleta Tirk û hêzên siyasî yên wek AKP û MHP’ê dê ew qanûn û sozên ku dane biguherînin, da ku aştî bi temamî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê were pêkanîn.? Di vê çarçoveyê de, divê ew sozên ku hatine dayîn bi gavên pratîk werin cih anîn. Wekî ku îro jî tê gotin, “top niha li lîstika wan e.” Li gorî baweriya min, dem hat ku ev gav bên avêtin. Yanî dibê berî Nîsanê jî guherînên qanûnî werin kirin û gav ji aliyê dewleta Tirkiyê ve werin avêtin. Ez bawer im ku ev gav dê werin avêtin, mimkune ew gav biçûk, hindik û destpêk be jî. Lê her gavê ku tê avêtin dikare bingehek baş ji bo aştiyê ava bike. Qonaxa yekemîn bi giştî hatiye bicihanîn, lê niha çav li ser dewleta Tirk e ku gelo ew jî gavên xwe bi cih bîne yan na?”

‘Serkeftina pêvajoyê ji bo hemû Kurdistanê ye’

Ebûd Mexso axaftina xwe wiha qedand: “Serkeftina vê pêvajoyê ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye, lê herwiha ji bo sê parçeyên din ên Kurdistanê, ango Başûr, Rojhilat û Rojava jî, serkeftinê tîne. Ev pêvajo dikare li ser hemû Kurdistanê bandorek mezin bike. Mînakên ber bi çavan in: şerê ku di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de beriya sê mehan çêbû. Di vê qonaxê de, mudaxeleya Rêber Apo ya herî bingehîn hat kirin ku bû sedem ew şer were rawestandin û rê ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştî were vekirin. Ger ev mudaxele nebûya, dibe ku şer bi awayekî din û bi encamên girantir bidomanda. Ji ber vê yekê, ev pêvajo ne tenê bandoreke Kurdistanî heye, lê di demên pêş de jî dikare bibe bingeh ji bo avakirina civakeke demokratîk li seranserê Rojhilata Navîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.