Idrîs Henan
Aqil dibêje; mirov bi jêhatiya xwe dikare rêjeyeke birûmet a hebûnê biparêze. Lewra; ne her kes û aliyên ku di şeran de bi ser dikevin, pêşerojê diyar dikin, lê belê yên xwe ji bandorê xilas bikin û di hevsengiyên nû de cih digirin, ew bi ser dikevin.
Li ser wê bingehê dikare were gotin ku îroj herêm sanciyên zayîna hevsengiyên nû jiyan dike û encamên derkevin jî şer û pevçûnê naqedînin, lê belê nîşaneyên zayîna sîstemek nû ya herêmî ne.
Bi geşedanên bilez ên li Rojhilata Navîn re, bêguman diyar dibe ku pevçûn ne bi awayê leşkerî yê klasîk e. Tişta têye jiyîn; kêliyên dîrokî yên di bin zextên diyalog û barûdê de hevsengiyan vesaz dikin e. Li gorî dane û deteyên şer û pêşketinan, hişyarî û analîzan, diyar dibe ku herêm li ber keviyên dîzayîn û ferzkirina realîteyên nû ye.
Bi gotinek din; şer û pevçûnên di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de, ne tenê rûbirûkirinek leşkerî ye, lê belê pevçûneke li ser; Kî wê xêza dawî ya şer binivîse ye?
Amerîka ji aliyê xwe ve hewl dide van pevçûnan biçewisîne û pencereya lihevkirina ji jor ve vekirî dihêle ku neşimite şerekî vekirî yê demdirêj. Îsraîl jî dixwaze bi agir mercên serweriyê bixe gerantiyê. Di vê heyamê de; Îran jî di navberê de maye û bi hemû hêza xwe hewl dide ku hilneweşe. Lew ra jî nameyên cuda ji hundir û ji derve re dişîne. Li hundir ala berxwedanê hil dide û li derve jî cokên nepenî yên diyalogê vedikole û çarçoveyek siyasî yê sînordar ji ihtîmala têkçûna xwe re amade dike.
Di vê rewşa tevilhev de, Kendav weke aktorek sereke derdikeve pêş. Li gorî çavdêran; welatên Kendavê beramberî du sînaryoyên metirsîdar in. Eger Îran bi ser keve, wê beramberî Kendavê hegemoniya herêmî be. Eger bi bin keve jî, wê deriyên kaoseke bêserûber vebin. Ji ber vê yekê jî, heya vê kêliyê dûrî pevçûnan sekiniye û ji bo aborî û aramiya xwe biparêze, xwe ragirtiye.
Li gorî nexşeya fireh a şer û pevçûnan, Herêma Kurdistanê ku di bin zextên Tirkiyê, Îran û Îraqê de ye, di pozisyonek xetere de ye ku her kêliyê gengaze bibe qadeke safîkirina hesabên hêzan, taybet ku di cografyaya kaosê de ti eniyên zelal ên pevçûnan diyar nebûne.
Di nav circireke wisa de mirov nikare bandorên hundirîn li welatekî fena Sûriyê û Rojava de ji nedîtî ve binêre. Rewşa bêserûber li Sûriyê ku li ser hinek lihevhatinên demkî yên bê gerantî çêbûne, taybet gerantiyên destûrî û hiqûqî, herêmê sabote dike û kîjan deqê be dibe aramiya heyî biteqe.
Tevî ku rola Kurdan bi têkoşîna Rojava re berbiçavtir û bandortir bûye, lê dîsa jî divê ew yek di çarçoveya yekîtiya neteweyî de were tekûzkirin. Îroj gelê Kurd li herêmê veguheriye aktorekî siyasî yê sereke. Sînorên cografîk derbas kiriye û xwedî senteza altirnatîf a ezmûna birêvebirina demokratîk ê çandên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê xisûsê, mirov nikare ezmûna Rojava li gorî çarçoveyek teng binirxîne, lê belê altirnatîfa birêvebirina nenavendî, pirengî û pêkvejiyanê ye.
Tevî hemû zehmetî û skandalan, rengên otorîter ên sîstemên netewperest, Îslama siyasî ya radîkal û desthilatdariyên navendî, Rojava xwedî rabirduya birêvebirina aram û bi ewle ye. Aşîtiya civakî parastiye, rêveberiya xweser pêş xistiye û cudahiyên civakî hembêz kiriye. Ji ber wê jî xwedî potansiyel û enerjiya avakirinê ye. Ji lew re nabe beşek projeyên hegemoniya navdewletî û ne jî dibe parçeyek pevçûnan.
Di encamê de; tabloya tevlihev a li herêmê tê xêzkirin, ne sade şer e ne jî aşîtiyeke zelal e. Encama derdikeve jî, li gorî şîdetê û hewcedariyan e. Hemû alî bawer dikin ku nikarin serkeftinek mutleq bi dest bixin, lê heya ji wan tê wendayiyan kêm dikin û şert û mercên diyalogê baştir dikin. Lê divê were zanîn ku encam êdî tenê bi terazuyên hêzê yên klasîk re nayên bidestxistin, lê belê bi tevlîbûna modelên altirnatîf ên rêveberiyê re ye encam temam dibin. Di vê derbarê de; Rojava jî ezmûna herî girîng û kilîta hevsengiya civakan e.






