Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojhilata Navîn şer û aştî

29/03/2026
in ROJEV
A A
Li Rojhilata Navîn şer û aştî
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Rojhilata Navîn ji destpêka sedsala 20’an ve bûye qada şer û nakokiyên herî giran ên cîhanê. Di çarçoveya şer û aştî de pêvajoya aştiyê ya 27’ê Sibatê ku ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, ew nimûneyek girîng a hewldanên çareseriyên siyasî li tevahî herêmê ye, her çendî şertên herêmê pir aloz in, lê ev nîşan dide ku di nav şertên şer de jî, dibe ku deriyên aştiyê bên vekirin.

Rojhilata Navîn, herêmeke ku bi dîrokek dirêj, çandek zengîn û cihên stratejîk tê nasîn, di heman demê de ji bo gelek şer û kirîzên siyasî jî tê naskirin. Ji destpêka sedsala 20’an ve, ev herêm bûye qada şer û nakokiyên herî giran ên cîhanê. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî di dawiya şerê yekem a cîhanê de, sînorên Rojhilata Navîn bi destê hêzên rojavayî wek Brîtanya û Fransa hatin çêkirin. Ev sînor bi gelemperî bêyî ku cihrengiya etnîkî û olî li ber çavan bê girtin, hatin danîn ku bû sedema gelek nakokiyan di salên paşîn de. Lewma gelek welatên vê herêmê di şertên neasayî de hatin damezrandin.

Rola hêzên derve

Rojhilata Navîn her dem bûye cihê balkêş ji bo hêzên mezin yên cîhanê. Amerîka, Rûsya û Ewropa di siyaseta herêmê de rola girîng hene. Ev destwerdanên derve gelek caran bûne sedema dirêjkirina şeran û nehatina çareseriyên berdewam. Her hêz bi armancên xwe yên stratejîk, aborî û siyasî tevdigere ku ev jî nakokiyan zêdetir giran dike. Herwiha şerên li herêmê bandorên mezin li ser gelên herêmê hene heya roja îro heye û berdewam e.

Perspektîfa siberojê

Siberoja Rojhilata Navîn girêdayî gelek faktorên cihêreng e. Çareserkirina nakokiyên sereke, girîng e ji bo aştîya demdirêj û mayînde. Herwiha, hewldanên ji bo pêşvebirina aborî û çêkirina rêveberiyekî baş dikare bibe bingehê aramiyê. Di heman demê de, rola civaka navneteweyî jî girîng e. Heke hêzên mezin karibin bi hev re bixebitin û ne ku li dijî hev, dibe ku şertên baştir ji bo aştî çêbibin. Lê heke nakokiyên wan berdewam bin, ew ê şer dirêj bike û alozî mezintir bibe.

Pêvajoya aştiyê bingeha guherandina şerê çekdarî ji bo rêyên dîplomatîk û siyasî

Di çarçoveya şer û aştî di Rojhilata Navîn de, pêvajoya aştiyê ya 27’ê Sibatê ku ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, ew nimûneyek girîng a hewldanên çareseriyên siyasî li tevahî herêmê ye. Ev pêvajoyek ku di şertên dijwar de hat avakirin, li ser bingeha guherandina şerê çekdarî bo rêyên dîplomatîk û siyasî radiweste ku ev jî bi şertên herêmê re girêdayî ye.

Ev pêvajo armanc dikir ku nakokiya dirêj ên di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd giştî de bi rêya diyalog û danûstandinan were çareser kirin. Di vê pêvajoyê de, bangehên aştiyê, rawestandina şer û guherandina rêbazên têkoşînê hatin kirin. Ev nêrîn li ser wê bingehê bû ku çareseriya rastîn ne tenê bi hêza leşkerî, lê bi çareseriyên siyasî, mafî û civakî tê. Ev model dikare li Rojhilata Navîn giştî de were sepandin, ji ber ku piraniya nakokiyan li herêmê bi heman awayî hene: Nakokiyên nasnameyî, olî û siyasî ku bi şerên dirêj hatine alozkirin.

Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne tenê leşkerî ne!

Dema ku em li şerên li herêmê dinerin, em dibînin ku pirsgirêkên wan ne tenê leşkerî ne. Wek nimûne, li Sûriyê gelek aliyên şerker hene ku her yek daxwazên xwe yên siyasî û nasnameyî hene. Heke pêvajoyek mîna ya 27’ê Sibatê bi awayekî rast were sepandin, wê rê li ber çareseriyên dîplomatîk were vekirin. Herwiha yek ji aliyên girîng ên vê pêvajoyê ew e ku şer ne wek çareseriya yekem tê dîtin. Ev nêrîn bi gelemperî li Rojhilata Navîn kêm tê dîtin, ji ber li herêmê gelek dewlet û kom, şerê çekdarî weke yek ji rêya sereke dîtine. Lewra ger ev felsefe li herêmê berfireh bibe. dibe ku rê li ber diyalogên navneteweyî were vekirin û rola civaka sivîl zêde bibe. Ev hemû dikare şertên aştiyeke mayînde çêbike.

Astengiyên li pêş aştiya Rojhilata Navîn

Lê girêdana vê pêvajoyê bi şertên herêmê, ne bê asteng e. Li Rojhilata Navîn, destwerdana hêzên derve zêde ye. Bêbawerî di navbera aliyên şerker de hene. Pirsgirêkên nasnameyî pir kûr in, ev hemû faktor dikarin pêvajoyên aştiyê qels bikin an jî rawestînin. Wek ku di pêvajoya 27’ê Sibatê de jî hate diyarkirin, bêyî piştgirîya siyasî ya domdar û şertên guncav, aştî nikare berdewam bimîne. Di encamê de, pêvajoya aştiyê ya 27’ê Sibatê dikare wek nimûneyek ji bo şopandina rêyên nû yên çareseriyê li Rojhilata Navîn were nirxandin. Ev pêvajoyek ku li ser diyalog, siyaseta demokratîk û mafên mirovan radiweste, dikare hînkirinek girîng bide herêmê. Her çendî şertên herêmê pir aloz in, lê ev mînaka nîşan dide ku di nav şertên şer de jî dibe ku deriyên aştiyê bên vekirin. Aştî ne tenê encama rawestandina şer e, lê pêvajoyek dirêj e ku hewceyê îradeya siyasî, bawerî û hevkariyê ye.

Derbarê vê mijarê de, nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Leyla Mûsa ji Rojnameya me re axivî.

‘Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne tenê leşkerî ne’

Leyla Mûsa diyar kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin û pirsgirêkên wê ne tenê leşkerî ne û wiha got: “Rojhilata Navîn bi wateya rastîn nehatiye wêrankirin, wekî ku di ravekirinan de tên nîşandan. Berovajî vê, ew hatiye hilweşandin û berdewam dike ku were hilweşandin, hem jî nexşeyên wê hêdî hêdî ji nû ve têne xêzkirin. Pirsgirêk êdî ne tenê pevçûnên leşkerî ne ku li vir û wir derdikev in, lê bûye pêvajoyek dirêj a xetmandinê li dijî dewletan, civakan, baweriya di navbera komên wan ên pêkhatî de û heta ji ramana siberojeke ewle re jî. Tiştê ku di 10 salên borî de li herêmê rû daye, rastiyek afirand, Dewletên ku xort xuya dikin, ji hundur ve qels in. Herwiha civakên li ber xizaniyê bi fikaran dijîn û aboriyên ku bi zorê dikarin li hember her şokê bisekinin. Ev ne bi tesadûfî çêbûye, ji ber her çiqasî hêzên mezin her gav li dû wêrankirina rasterast nebin, lê belê armanc dikin ku herêmê bi awayekî birêve bibin û wê di bin kontrolê de bihêle, bêyî ku bihêle bi tevahî baş bibe. Armanca sereke ji vê jî ew e; Dispilînkirina hevsengiya hêzê were kirin, berjewendî were parastin, çavkaniyên enerjiyê werin dabînkirin û pêşî li derketina hêzên serbixwe yên ku dikarin rêgezên destnîşankirî biguherînin, were girtin. Ji ber vê yekê, em dibînin ku hin nakokî çareser nabin, ji ber di dawiyê de ew xizmetê ji planên mezintir û pêşwext diyarkirî re, dikin.”

‘Aştî ji ber nebûna raman têk naçe, lê ji ber berjewendiyên nakok’

Leyla Mûsa eşkere kir ku aştî li Rojhilata Navîn ji ber berjewendiyên nakok têk diçin û wiha anî ziman: “Ezmûna dîrokî me fêr kiriye ku destpêşxerî yan jî insiyatîfên aştiyê li Rojhilata Navîn pir caran di nav odeyên dîplomatîk ên bêdeng de çêdibin, lê bi lez û bez bi pêşektinên li ser rûyê erdê re rû bi rû dimîne. Di pratîkê de, çar aliyên sereke hene ku pêşengiya van destpêşxeriyan dikin: Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî yên sereke, hin dewletên Erebî yên girîng û aktorên herêmî yên ku rola navbeyinkar dilîz in. Lêbelê, pirsgirêk ne nebûna destpêşxeriyan e (insiyatîfan e), lê nebûna îradeyek têr e ku ew biserkev in. Piraniya caran, nakokî derdikevin ji ber ku her alî bi hesabên xwe dikeve danûstandinan, hin bawer dikin ku ew hîn têk neçûne, hin ditirsin ku heke îmze bikin bêtir winda bikin û hinan bandora xwe li ser berdewamiya pevçûnê ava kirine. Têbîniyeke din a girîng di gelek destpêşxeriyan de ev e ku ew bi zelalî bersiva pirsa “roja din” nadin û wan bêtir wekî çareseriyên demkî ji çareseriyên rastîn xuya dikin. Bi kurtasî, aştî li Rojhilata Navîn ji ber nebûna ramanan an nebûna îradeyek gel têk naçe, lê ji ber berjewendiyên nakok.”

‘Aştî wê rewşa herêmê giştê biguherîne’

Leyla Mûsa tekez kir ku bi pêkanîna aştiyê wê rewşa herêmê giştî bê guhertin û wiha bilêv kir: “Ger aştî pêk were, yekem tiştê ku dê biguhere rewşa giştî ya herêmê ye. Asta tirsê kêm bibe, aborî dê dest bi xebata normal bike û têgeha dewletê dê wekî hêzek yekgirtî ne wekî qadeke pevçûnê, vegere. Di vê rewşê de, em ê bibînin ku istismarat vedigerin, ciwan dê li şûna koçberiyê li ser avakirinê bifikirin û welat dê hewlên xwe ji nû ve binirxînin ku ji nêzîkatiyên ewlehî û leşkerî wêdetir biçin. Ya herî girîng, tevahiya herêmê dê ji rewşa hilweşîna domdar a ku ew bi salan e dijî, derkeve. Lêbelê, ger şer berdewam bikin, em ber bi Rojhilata Navîn a ku bêtir westiyayî, parçebûyî, tevlihev, xizan û wêranbûyî ye, diçin. Di vê senaryoyê de, em ê şahidiya hilweşîna gav bi gav a ramana dewletê bikin, koçberî dê zêde bibe, panaberî dê du qat bibe, çîna navîn biçûk bibe û îdeolojiyên tundrew dê zemînek berhemdartir bibînin. Ya hîn xeternaktir ew e ku şer êdî herêmî nînin, ji ber her pevçûneke mezin a îro di hundirê xwe de veguhertina kirîzeke herêmî ya berfireh û dibe ku ji wê jî wêdetir jî, heye.

‘Serkeftina pêvajoyê îradeyek siyasî ya domdar hewce dike’

Leyla Mûsa di domandina axaftina xwe eşkere kir ku pêvajo ne tenê insiyatîfeke taktîkî ye, lê hewldanek e ku pevçûn bi xwe ji nû ve were pênasekirin û wiha got: “Çi nerînên cuda li ser Rêber Apo hebin û çi ji alîgir an dijberên wî bin, nayê înkarkirin ku rêbertî di hevkêşeya Kurdan de, nemaze di nava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, kesayetiyek bi bandor dimîne. Pêşniyarên dawî yên Rêber Apo, çi banga bêçekkirinê bin an jî pêkanîna pêvajoyek siyasî, têgihîştinekê nîşan dide ku pevçûnên dirêjkirî nikarin bêdawî berdewam bikin. Ev ne tenê insiyatîfeke taktîkî ye, lê hewldanek e ku pevçûn bi xwe ji nû ve were pênasekirin. Girîngiya vê gavê ji Tirkiyê wêdetir diçe. Her kêmkirina rageşiyê di vê mijarê de, dê bandorê li ser bakurê Iraq û Sûriyê, hem jî li ser xwezaya têkiliya di navbera dewleta Tirk û civakên Kurd ên li herêmê de, bike. Bi gotineke din, em bi dosyayekê re rûbirû ne ku ger pêşve biçe, dê pirsgirêkên din jî pê re çêbike. Lêbelê, divê em rast bin. Serkeftina vê pêvajoyê ne garantî ye, ji ber ku bidawîkirina pevçûnek bi vî rengî ji daxuyaniyên niyetê bêtir hewce dike; ew ji hemû aliyan bawerî, garantî û îradeyek siyasî ya domdar hewce dike.”

‘Ji bo dawîbûna şer cesareta siyasî hewce dike’

Leyla Mûsa axaftina xwe wiha qedand: “Niha herêm li ber berfirehkirina pevçûnan e, ne tenê berdewamkirina wê. Ji ber vê yekê, pêşîniya wê ne birêvebirina şer e, lê pêşîgirtina li ber berfirehbûn û belavbûna wê li qadên din e. Her çendî bicîhanîna wê dijwar be, lê tiştê ku divê were kirin zelal e, ew jî ev in: Rawestandina zêdebûna pevçûnan li deverên germ, vekirina têkiliyên rasterast û nerasterast di navbera dijberan de, karkirina ber bi têgihîştinên demkî ve ku rê li ber ketina pevçûnek tevahî bigirin. Lêbelê, heke sedemên bingehîn ên kirîzan neyên çareserkirin, ev hemû dê ne bes bin. Agir nayên vemirandin heya ku sotemenî di damarên pirsgirêkên heyî de, diherike. Rastiya îro piştrast dike ku pêşîgirtina li şerên siberojê ne tenê hewceyî dîplomasiya çalake, lê di heman demê de cesareta siyasî jî hewce dike ku çareseriyên rastîn qebûl bike, ne yên paşxistî an çareseriyên demkî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.