Esma Mistefa
Rêjîma Îranê di serhildana gel de bi hezaran jin girtin û bi sedan jî kuştin. Bi taybet girtiyên di girtîgehên Qerçax û Evînê de rewşa wan zehmetir dibe û di nava şerê heyî de hikumet biryara 211’an a serbestberdana girtiyan û garantiya ewlebûna jiyana wan pêknayîne.
Jinên wêrek ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi taybetî yên di yekîneyên berxwedanê de, di vê serhildana neteweyî de hebûneke berbiçav, bihêz û eşkere diyar kirin. Ji xwepêşandanên kolanan bigire heya meydanên serhildanê, ji merasîmên cenazeyên şehîdan bigire heya xwepêşandanên şevê, ew di her alî de amade bûn û rêberiya vê serhildanê kirin. Dayik, jinên temen mezin û keçên ciwan pirek di navbera nifşan de çêkirin. Jinên Faris, Belûç, Kurd û Azerî di nav komên xwe yên etnîkî de roleke girîng lîstin.
Rêjîma Îranê piştî Serhildana Jin, Jiyan, Azadî sala 2022’an de, çavên xwe ji hêz û berxwedana jinên serhidêr şikestiye û têgihêşt ku jin bi yekbûn û hebûna xwe dikarin sîstemeke dewletê ya temenê wê bi sed sala ye hilweşînin. Li hember wê serhildanê hikumeta Melayî ya Îranî bi hemû hêz û faşîstbûna xwe li hember wê serhildanê sekinî û kiryarên dijmirovî yên ku tê de bi hezaran jin hatin qetilkirin, girtin, darvekirin, tunekirin û îşkencekirin, pêk anîn. Ew serhildan rûxmî hemû hewildanên têkbirinê lê muhra xwe li dîroka rêjîma Îranê xist.
Rêjîma Îranê di serhildana gel ya Çileya 2025’an de hatiye destpêkirin de, sîstema melayan careke din di van serhildanan de dest avêtin hêza jinan. Jinên ku îlhama xwe ji serhildana Jin, Jiyan, Azadî girtine careke din bi heman helwestê daketin meydanên berxwedan û têkoşînê. Rêjîma Îranê bi hezaran jin girtin û bi sedan jî qetilkirin. Rûxmî nefesa vê rêjîmê ya dawiyê lê hîna jî dest ji pêkanînên xwe yên dermirovê bernade. Rewşa girtiyên jin di girtîgehên Îranê de her ku diçe xiarbtir dibe û tu alî ji dengê wan girtiyan re nabe guhdarvan. Di vê rapora xwe de em dixwazin kêm be jî bale bikşînin ser rewşa wan girtîgehan û di wir de çi tê jiyankirin.
Girtîgeha Qerçax
Zindana Qerçaxê, sembola binpêkirina eşkere ya mafên jinên girtî li Îranê, ji bo jinan bûye qesabxane. Qerebalix e, pêdiviyên bingehîn nayên peydakirin, di nav de tunebûna ava vexwarinê, û nebûna xizmetên bijîşkî. Li gorî çavkaniyên ji hundirê girtîgehê, ji destpêka vê salê de herî kêm 23 jin li girtîgeha Qerçaxê mirine, bêyî ku navên wan an sedema mirina wan di tu raporekê de were behs kirin.
Gelek ji van mirinan ji ber nexweşiyên ku dihatin dermankirin û nehatina dermankirin çêbûne. Di nav girtiyên jin de, gelek jin ji nexweşiyên giran dikişînin, weke penceşêra hêkdankê ya du alî û endometriozît. Her wiha bijîşkan tekezî li ser pêwîstiya lezgîn a veguhestina wan bo navendên dermankirinê yên taybet kirine. Lêbelê, dadwerê girtîgehê dayîna destûrên dermankirinê qedexe dike û garantiyên darayî yên bi qasî deh qat mîqdara asayî destnîşan dike ku girtiyên jin û malbatên wan nikarin bidin, ferz dikin. Tenê di 10 rojan de, ji 16 heta 25’ê Îlona 2025’an, herî kêm sê girtiyên jin li girtîgeha Qerçaxê mirin ew jî: Sumeya Raşidî, Cemîle Azîzî, û Sudaba Asadî, ji ber redkirina lênihêrîna bijîşkî û derengketina veguhestina wan bo nexweşxaneyê. Astengkirina dermankirina tenduristî di hemû girtîgehên rêjîma melayan de pratîkek gelemperî ye û dibe sedema mirina girtiyên jin. Zindana Ferdîs li Kerecê yek ji van mînakan e ku di wir de jî bi sedan jin ji ber nebûna lênîrîna tenduristî û qedexekirina dermankirinê de jiyana xwe ji dest dane.
Qedexekirina dermnankirinê pratîkeke sîstematîk e
qedexekirina dermankirina bijîşkî di zindanên Îranê de weke me aniya ziman pratîkek gelemperî û sîstematîk e. Qedexekirina dermankirina bijîşkî ji girtiyên siyasî yên jin û girtiyên ji ber helwesta xwe dane nîşandan re pratîkek sîstematîk e di nav sîstema zindanên rêjîmê de. Di salên dawî de, karanîna vê taktîkê bi giranî zêde bûye, gelek girtî ji ber redkirin an derengketina lênêrîna bijîşkî jiyana xwe ji dest dane. Yek ji mînakên herî berbiçav ên mirinên sala borî di nav girtiyên jin de ji ber bêparî û derengketina dermankirinê mirina girtiya siyasî Sumeya Raşîdî bû. Di dema girtina wê de ew bi tundî hate lêdankirin, hêzên ewlehiyê serê wê li dîwêr dan û li ser singa wê rûniştin, lê rêjîmê ji bo dermankirina birînên wê yên ji ber girtinê ti tedbîr negirt. Sumeya bi salan ji nexweşiya Mîgrenê angu serêşê dikişand, û li gorî îfadeya hevkarê wê, ew ji ber krîz û serêşên giran gelek caran serdana klînîkê dikir, lê bijîşkên girtîgehê rewşa wê wekî “nexweşiya sexte” dihesibandin. Bi vê awayî di 16’ê Îlona 2025’an de, ji ber kirîza di serê wê de, piştî deh rojan di girtîgeha Qerçaxê de jiyana xwe ji dest da. Ev û gelek mînakên din hene ku jin di girtîgehên Îranê de bi van polîtîkayan re rûbirû dimînin. Li hember wê yekê tu rêxistinên hindir û derve de xwe berpirsyar nabînin û lîpirsînên derbarê van rewşan de nakin ger hebe jî nebûye hêza çareseriyê.
Di serhildana gel de zêdetirî 80’î jin di girtîgeha Qerçaxê de ne
Nêzîkî 80 jinên ku di serhildana Çile de hatine girtin, li girtîgeha Qerçakê têne girtin ku jixwe pir qerebalix bû û kêmasiya îmkanên bingehîn hebû. Ev 80’î jinên girtî di holeke pênc odeyan de hatibûn bicihkirin; cihekî ku ne li gorî hejmara niha ya girtiyên jin e ku ev yek bûye sedema zêdebûna nifûsa vê beşê girtîgehê.
Şert û mercên girtinê yên dijwar û diyardeya razana li erdê.
Şert û mercên ragirtina girtiyên jin li girtîgeha Qerçakê wekî pir dijwar hatine wesifandin; ji ber nebûna nivîn û cîhên têrker, bi dehan girtî neçar in ku “li erdê razên”. Razana li erdê di zindanên rejîmê de pirsgirêkek ku her kes dizane tê zanîn; rewşek ku girtî ji ber qerebalixiyê neçar dimînin ku rasterast li erdê razên. Ev pirsgirêk ji bo girtiyên jin ên li Girtîgeha Qerçaxê bûye pirsgirêkek cidî. Di heman demê de di aliyê paqijiya xwe de, gelek kêmasî hene ku alavên paqijkirina beden ji bo jinana gelek kêm in. Nebûna îmkan û alavên paqijiyê û tenduristiyê di girtîgehan de metirsiya belavbpûna nexweşiyan zêde dike û jiyana girtiyan dixe metirsiyê.
Qedexekirina serdanên malbatan.
Pirsgirêkek din a ku girtiyên jin pê re rû bi rû dimînin, betalkirina serdanên malbatê ye. Serdanên şexsî li Girtîgeha Qerçakê hatine betalkirin, û ev yek gelek ji van jinan ji derfeta dîtina malbatên xwe bêpar dihêle.
Di bin van qedexeyan de, gelek malbat di derbarê rewşa zqarok, nas û xizmên xwe yên di girtîgehê de agahdariya rast nagirin, ev yek jî dibe sedema fikarên berfireh. Wekî din, hin ji van jinan demek dirêj e ku nikarin malbatên xwe bibînin, û têkiliya wan bi cîhana derve re bi tundî hatiye sînordarkirin.
Girtîgeha Evîn
Raportên ji girtîgeha Evînê nîşan didin ku, ji ber şert û mercên şer û îhtîmala bûyerên nepêşbînîkirî, jiyana girtiyan, bi taybetî girtiyên siyasî û 200 girtiyên jin ên ku di vê girtîgehê de ne, di xetereyeke cidî de ye. Nebûna berpirsiyariyê ji aliyê rayedarên rejîmê ve, kêmkirina xizmetguzariyan, û paşguhkirina pêwîstiya berdan an veguhestina girtiyan, tirsa ji krîzeke mirovî bi giranî zêde kiriye. Berdewamiya ragirtina girtiyên siyasî, bi taybet jinan, di şert û mercên wiha de, fikarên gefa li ser ewlehiya wan zêde kiriye.
Deriyên di girtîgehê de têne lihêmkirin, asê kirin.
Di nava rewşa şer û kirîza ku Îran tê re derbas dibe de, raport nîşan didin ku deriyên hin girtîgehan ji bo pêşîgirtina li her hewldanek revînê di rewşên awarte de hatine girtin, astê kirin. Ev nêzîkatî di rewşa rûdana qezayek an êrîşekê de fikarên cidî li ser ewlehiya girtiyan derxistiye holê, ji ber ku îhtîmala valakirinek bilez an veguhastina girtiyan bo cihekî ewle dê pir sînordar be.
Kirîza jiyan û tenduristiyê li girtîgeha Evînê.
Di nav pirsgirêkên herî girîng ên di girtîgehê de, weke di girtîgeha Qerçaxê de me aniye ziman ev yek di girtîgeha Evîn de jî tê jiyankirin. Nebûna ava germ û kêmbûna mezin a xizmetên tenduristî, bijîşkî û dermanan e heye. Ev di demekê de tê ku gelek girtî ji ber qerebalixî û şert û mercên girtinê ji nexweşiyên laşî dikişînin û pêdiviya wan bi lênêrîna bijîşkî ya bilez hene.
Biryara 211 û berpirsiyariya yasayî ya dadweriyê.
Li gorî biryara hejmar 211 ku ji aliyê Lijneya Dadwerî ya Bilind ve di 12’ê Çileya 1987’an de hatiye derxistin, dadwerî di rewşên awarte yên ji ber şer de mecbûr e ku tedbîrên tavilê bigire da ku jiyana girtiyan biparêze. Ev biryar veguhestina berdana demkî, dayîna berdana şertî, qebûlkirina kefalet an garantiyan, û her weha veguhestina girtiyan bo cihên ewle vedihewîne.
Li gorî vê biryarê, eger tedbîrên asayî têrê nekin, dozgerên giştî xwediyê biryarê ne ku girtiyên ku xetereya ewlehiyê çênakin heta ku rewşa awarte bi dawî bibe berdin. Di nav wan de; girtiyên siyasî, girtiyên ku ji ber nêrîna xwe hatine girtin, her wiha yên ku ji ber sûcên neqesdî û darayî hatine mehkûmkirin, û yên ku ji ber sûcên piçûk hatine mehkûmkirin di nav kategoriyên ku dikarin di bin van tedbîran de werin girtin de ne. Di derbarê kesên ku bi sûcên tundûtûjî hatine mehkûmkirin de, biryar destnîşan dike ku ew ji bo navendên ewle werin veguheztin.
Pisporên hiqûqî tekez dikin ku di şert û mercên heyî de bicîhanîna vê biryarê erkê qanûnî yê bileze ku nayê paşxistin. Bi gefên leşkerî yên berdewam re, her derengketinek di dayîna biryarê de dikare bibe sedema encamên mirovî yên bêveger, ji ber ku girtî nikarin xwe li hember êrîşên hewayî an mûşekî biparêzin, û berpirsiyariya parastina jiyana wan rasterast dikeve ser milê dadwerî û pergala girtîgehan.
Ji pêkanîna biryarê tenê 20 girtî hatin berdan
Li gorî agahiyên bedrest ku qaşo hikumetê biryara 211 pêk aniye, tenê hejmareke sînordarkirî ji girtîgeha Evînê hatine berdan, di nav wan de hin girtiyên siyasî hene ku kêmtirî çar mehan cezayê wan maye û hejmarek girtiyên di dozên darayî de ku deynên wan kêmtir ji 750 milyon tûmenî bûn. Raport nîşan didin ku hejmara kesên hatine berdan ji 20 kesan kêmtir bû ku ev hejmareke pir kêm e li gorî rewşa krîtîk a heyî. Li gor vê yekê bangên ji bo bicîhanîna bilez a Biryarnameya 211 ji bo hemî girtiyan zêde bûne ku pêkanîna wê gaveke ku dikare bibe alîkar ku xeteriya li ser jiyana girtiyan kêm bike û krîza mirovî li Girtîgeha Evînê kontrol bike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) derbarê binpêkirinên salekê yên dijî jinan yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, raporek belav kir.
Li gorî raporê, ji 21’ê Adara sala 2025’an heya 21’ê Adara 2026’an, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 61 jin hatin darvekirin û cezayê darvekirinê bi ser 13 jinên din jî hatiye sepandin






