Hemza Sêvo
Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya derbarê komkujiyên Siwêdayê belav kir. Li gorî raporê, 1190 mêr, 99 jin, 53 zarok ji pêkhateya Durzî hatin kuştin, 53 mêr, 9 jin, 5 kur û 3 keç ji Erebên çolger hatin kuştin.
Di 27’ê Adarê de Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî komkujiyên ku sala borî li Swêdê pêkhatine, raporek dirêj û berfireh e ji 85 rûpel pêktê, belav kir.
Jêdera vê raporê 409 kes in, ew jî şahidên rasterast ên ku ji binpêkirinan hatin rizgarkirin û şahidên ji civakên cihêreng ên ku bandora şer li wan bûye, ji bilî serdanên qadê yên berfireh ên deverên herî zêde bandor li wan hatine kirin, pêktê.
Pêla yekem, duyem û sêyem ji êrişan li gorî raporê
Pêla yekem ji êrişên li ser Siwêdayê ya herî bi tund bû, hêzên hikumeta demkî û komên çekdar ên girêdayî êlên Ereban binpêkirinên herî xerab li ser gelê Durzî pêkanîn, ev binpêkirin jî dûrî zagonên navdewletî yên cîhanî yên mafên mirovan pêkhat. Di serî de hêzên hikumeta demkî mêrên Durzî ji jinan cuda kirin û ew li qadan kuştin, hem jî gelek ji mêran li kolan û li nav sivîlan dan kuştin. Pêla yekem ji êrişan ji 14 heta 16’ê Tîrmeha 2025’an li ser rojavayê Siwêdayê û navenda bajêr domand. Pêla duyemîn ji êrişan di 17’ê heman mehê hat destpêkirin. Di encamê de komên çekdar ên Durzî êrişî sivîlên Ereb ên Siwêdayê kirin û binpêkirin dijî wan dan meşandin. Pêla sêyem ya herî wêrankar bû ku ji hêla çekdarên eşîreyên Ereban ve di dawiya 17 û 19’ê Tîrmeha sala 2025’an de pêkhat, êrişkaran dîsa sivîlên Durzî armanc girtin, bi piraniya mal, firoşgeh û cihên olî li nêzîkî 35 gundên ku piranî Durzî an jî tevlihev in hatin şewitandin û talankirin di heman demê de sivîl hatin kuştin û revandin. Hin endamên hêzên hikûmetê piştî ku çekên wan yên leşkerî ji wan hatin kirin, tevlî êrîşan bûn. Destwerdana leşkerî ya Îsraîlê di vî şerî de wekî ku komîteyê diyar kir û hewldanên berê di warê astengkirina karê hikûmetê de ne tenê bû sedema mirin û birîndarbûnê, lê di heman demê de bû sedema bêaramî û sedema zêdebûna tawanbariyên xiyanetê li dijî rêberên Durzî, herweha teşwîqkirina nefret û êrîşên tolhildanê yên li dijî tevahiya Durziyan.
Encama kiryaran
Her pêlek tundûtûjiyê bi heqareta mezhebî yên li dijî sivîlên Durzî û Ereb re dihat, komîteyê şêwazên zelal ên armancgirtinên li ser bingeha nasnameya olî, temen û zayendî destnîşan kir. Di raporê de hat diyarkirin ku hemû civakên herêmî banga edaletê û nûkirina têkiliyên di navbera mezheban de kirin. Hikumetê soza berpirsyariyê da, destûr da komîteyê ku bigihîje Siwaydayê û desteyek ava kir, di van demê de girtina 23 karmendên ewlekariyê û artêşê ragihand, lê tenê zanyariyên kêm derbarê lêpirsînên li ser berpirsiyariya rêveberiya hêzên hikumeta demkî hatin eşkerekirin. Li gorî raporê, 1190 mêr, 99 jin, 53 zarok ji pêkhateya Durzî hatin kuştin, 53 mêr, 9 jin, 5 kur û 3 keç ji Erebên çolger hatin kuştin. Piraniya wan sivîl an jî kesên ku di wê demê de tevlî şer nebûn bûn. Herî kêm 225 çekdarên hikumetê, gelek ji wan di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de hatin kuştin. Li gorî raporê, kiryarên tundûtûjiyê bi rengekî zayendî hatin belgekirin, ji ber ku mêr û kur bi taybetî hatin armanckirin. Pêkhateya Durzî û Erebên Siwêdayê bûyerên tundûtûjiya cinsî li dijî jin û keçan eşkere kirin. Di heman demê de lêkolîn berdewam dikin ku tevahiya van binpêkirinan derxînin holê.
Bangewaziya Neteweyên Yekbûyî
Di nava raporê de Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku Siweyda bi kûrahî parçe bûye û diyaloga siyasî qut bûye. Xetên kontrolê ji 19’ê Tîrmeha 2025’an ve neguheriye û pevçûn hîn jî berdewam in. Di nav nêzîkî 200 hezar kesên ku di meha Tîrmeha sala bûrî de koçber bûne, nêzîkî 155 hezar kesî piranî ji gundên Durzî yên şewitî, hîn jî nikarin vegerin malên xwe. Hemû nifûsa Ereb bi darê zorê koçber bûne û gelek ji wan piştî heşt mehan di şert û mercên nebaş de dijîn. Rapor bang li hewldanên xurt kir ji bo misogerkirina berpirsyariya berfireh, hem jî peydakirina garantiyên berbiçav û girtina tedbîran ji bo bûyerên xerab dubare nebin, kir. Di heman demê de raporê xwest ku lihevhatin û avakirina baweriyê, dûrketina ji axaftina nefretê pêkwere. Ji civaka navnetewî xwest ku piştgiriyê bide hikûmetê di cîbicîkirina pêşniyarên komîteyê de. Her wiha bang li aliyên derve, di nav de Îsraîl, kir ku kiryarên ku dikarin bibin sedema bêîstîkrarî û zirarê bidin sivîlan rawestînin.
Di raporê de Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêpirsînê ya Sûriyê di 22’ê Tebaxa 2011’an de ji aliyê Meclisa Mafên Mirovan ve hate damezirandin. Erkê Komîsyonê ew e ku lêpirsîna hemû îdîayên binpêkirina hiqûqî ya mafên mirovan a navnetewî ku ji Adara 2011’an ve li Sûriyê pêkhatine, bike. Meclisa Mafên Mirovan ji wê demê ve gelek caran erkê Komîsyonê dirêj kir, herî dawî heta 31’ê Adara 2026’an.






