Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Zîndana Amedê heta lutkeya çiyayên Kurdistanê: Hefteya Lehengiyê

28/03/2026
in NÛÇE
A A
Ji Zîndana Amedê heta lutkeya çiyayên Kurdistanê: Hefteya Lehengiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şoreşa Kurdistanê ya îroyîn tijî çîrokên lehengiyê ye, ciwanên Kurd bi xwîna xwe tava serketin û hêviyê li ser demên rawestandî û dagîrkerî bilind kirine. Ev hefte ji 21 heta 28’ê Adarê wek Hefteya Lehengiyê tê naskirin. Bi pêxistina agirê Mazlûm Dogan a li Girtîgeha Amedê destpê kir û bi şehadeta fermandarê efsanewî Egîd bidawî bû.

Hefteya Lehengiyê ku ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê berdewam dike, wê bi çalakiyên pîrozbahiya Newrozê destpê bike û bi milyonan Kurdistanî dadikevin qadan. Li gel pîrozbahiya Newrozê wê çalakiyên cûr bi cûr ji bo bîranîna şehîdên tevgera azadiyê bên lidarxistin û soza berdewamkirina rêya bindestan û rêberan hate dubarekirin.

Di dîroka PKK’ê de ev hefteye di 21’ê Adarê roja yekem a Newrozê de destpê dike ku hevdeme bi salvegera çalakiya şehadeta şehîd Mazlûm Dogan a li Zîndana Amedê, weke bersivekê li dijî zext û êşkenceyên li ser kadroyên pêşeng yên PKK’ê yên Zîndana Amedê û rejîma mêtînger û dagirker a dewleta Tirk a dagirker.

Hefteya Lehengiyê çawa destpê kir?

Di 21’ê Adara 1982’an de dema ku yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan li Girtîgeha Amedê bi çalakiyekê ruhê berxwedan û Newrozê kir yek.

Wê demê Newroz li Tirkiyeyê qedexe bû. Mazlum Dogan sê kibrîtan pêdixe û li ser dîwarê girtîgehê “Berxwedan Jiyane, Teslîmiyet Mirine” nivîsî, çalakiya fedayî lidar xist û Newroz bi bedena xwe dayîna ber agir pîroz kir û şehîd bû.

Li pey wî 4 hevalên din yên bi navê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmûd Zengîn û Necmî Oner weke ku govendê bigirin destên hev girtin û bi qîrîna dirûşmên “Berxwedan jiyane, teslimiyet mirine” agir berdan bedena xwe.

Di sala 1998’an de kadroyeke din ya PKK’ê ya bi navê Sama Yuce li dijî zilma dewleta Tirk a dagirker li girtîgehên Tirkiyeyê bi agir berdana bedena xwe, agirê Newrozê di girtîgehên Tirkiyeyê de geş kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Du sal piştî çalakiya dîrokî ya Kawayê Hemdem (Mazlûm Dogan) ya li Girtîgeha Amedê,  PKK’ê asta têkoşîna xwe bilindtir kir û ji bo tolhildana zilma li gelê Kurd û pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate kirin, têkoşîna xwe vegerand têkoşîna çekdarî.

Mahsûm Korkmaz (Fermandar Egîd) kî ye?

Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) di sala 1956’an de li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinê. Di temenê xwe yê zarokatî de malbata wî diçe bajarê Êlihê û li wêderê mezin dibe. Her wiha li heman bajarî dest bi xebat û têkoşîna ji bo azadiyê kiriye.

Di sala 1976’an de bi rêya Mazlum Dogan tevgera Apoyî nasdike û dest bi perwerdeya îdeolojî û siyasî dike.

Di zivistana 1980’an de die Kampa Şoreşgerên Filistînî ya li Lubnanê. Li vê kampê bi qasî heft mehan perwerde dibîne û piştre vedigere Bakurê Kurdistanê.

Di rapora xwe ya yekemîn de ji PKK’ê re dinivîse û dibêje; “Ez li deverekî welatperwer mezin bûme. Hertim bandora tevgerên şoreşgeran li ser min hebûye. Ji ber ku hestên mirovahî û azadiyê ez tije kirime. Her wiha peywendiya min li gel rewşenbîran û xwendekaran de hebû. Ev sedemên sereke bûn ku ez rêya şoreş û berxwedanê hilbijêrim. Di nava hemû tevgerên azadîxwaz de ku her yek fikir û nêrînek wê ya cûda heye, ji bo min PKK ya herî nêz û baş bû. Ji berku di tevgerên din de min netewperestî didît beşdar nebûm. Piştî lêkolînan bi awayek îdeolojî tevil bûm. Min bi hêsanî karî xwe têde bibînim. Di sala 1977’an de bi awayek çalak tevlî xebatên şoreşgerî yên PKK’ê bûm.”

Kesayeta Fermandar Egîd

Fermandar Egîd hemû demê pêşgeng û rêberê xebat û têkoşînê bû. Kesek mirov dost bû, li beramberî êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê heyî, neçar bû xebata çekdarî hilbijêre. Di demekî de ku hilbijartina vê rêya çekdarî ji bo wî gelek zehmet bû. Xwedî kesayetek rênîşander û jêhatî bû. Kesek çalak û bi disiplîn bû.

Kesayetek kedkar, zîrek û sade bû. Her tim dixwest zanabûna pêre heyî bide kesên din û wan fêr bike. Çavkaniya hêviyê bû. Di demên herî zehmet û giran de ji bo derdora xwe dibû mûmek a hêviyê. Xema wî ya herî mezin û hewildanên wî yên herî zêde ji bo yekrêzî û yekdengiyê bû.

Tevî ku wek fermandarek leşkerî derketiye û hatiye naskirin, lê nirxandinên wî yên ji bo bûyer û pêşhateyên cîhanî û herêmî di astek bilind a felsefî de bû.

Di sala 1982’yan de di Kongreya 2. a PKK’ê de dema biryara destpêkirina xebata çekdarî tê dayîn, Fermandar Egîd ji bo Endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê tê hilbijartin. Piştre wek fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistanê tê erkdarkirin. Piştre jî wek fermandarê yekîneyên veşartî yên rêxistinkirinê peyam û armanca PKK’ê li gundên Bakurê Kurdistanê belav dike.

Li herêma Botanê bi sedan ciwanên Kurd bi rêya Fermandar Egîd Tevgera Azadîxwaz a gelê Kurd nas dikin.

Ji ber jêhatina wî ya di rêvebirinê de dibe pilandanerê pêngava 15’ê Tebaxê. Dibin fermandariya Egîd de roja 15’ê Tebaxa 1984’an li navçeya Eruh û Şemzînan yekem fîşeka PKK’ê li dijî dijmin û dagirkerên Kurdistanê tê teqandin.

Piştî du salan li deverên cûda yên Bakurê Kurdistanê xebatên rêxistinî û çekdarî dike, di 28’ê Adara 1986’an de şerekî li gel artêşa Tirk a dagirker de li Çiyayê Gabar şehîd dibe. Lê şehadeta Fermandar Egîd nebû sedemê vemirîna mûma ronahiyê. Niha ew bûye fermandarek efsanewî û îlham ji bo bi hezaran şoreşger û têkoşer.

Piştî şehîdbûna Fermandar Egîd Akademiya Leşkerî û îdeolojî ya Mahsum Korkmaz li Lubnanê tê vekirin û bi sedan qadro têde tên perwerdekirin.

Piştî Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê Akademiya Mahsum Korkmaz ji bo Herêmên Parastina Medyayê tê veguhestin û salane bi sedan fermandar û şervan têde perwerda leşkerî û îdeolojî dibînin.

Roja 15’ê Tebaxa 2014’an li navçeya Lice ya Amedê peykerê Fermandar Egîd tê danîn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi biryara dadgehê di 19’ê Tebaxa heman salê de peyker radike. Ev jî dibe sedem gel dakeve qadan û xwepêşandan lidarxe.

Piştî xwepêşandan tê lidarxistin hêzên dewleta Tirk êriş dikin, di encama êrişê de kesek jiyana xwe ji dest dide û du kes jî birîndar dibin.

Piştre di 28’ê Adara 2017’an de li Kobanê peykerê Fermandar Egîd tê danîn. RojneNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.