Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna Hefteya Qehremaniyê çalakiyeke li darxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li çand û hunera ya Dicle ji bo bîranîna Hefteya Qehremaniyê çalakiyeke li darxistin. Di çalakiyê de hemû endam û rêveberên Saziyên Rêveberiya xweser hazir bûn.
Rojên di navbera 21-28’ê Adarê ji aliyê gelê Kurdistanê wekî “Hefteya Lehengiyê” tê pêşwazî kirin. Lewra her rojek ji vê hefteyê xwedî dîrok e. Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlum Dogan 21ʹê Adarê bi çalakiya xwe pêvajoyek nû da destpêkirin, fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz (Egîd) jî rengê têkoşînê diyar kir û 28’ê Adarê şehîd bû.

Di destpêka çalakiyê de hamû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Zozan Dêrik axivî û wiha got: “Îro em di bîranînekî pîroz de kom dibin, di dîroka PKK’ê de gelek destanên qehremantiyê hene, lê destanan ku îro em civandin li vir û bi saya wê heya roja îro em hene destana heftiya qehremana ye. Di vê heftiyê de ji 21’ê Adarê heya 28’ê Adarê dewam dike, di vê qonaxa dîrokî de em dikarin bêjin hefteya rûmet, keramet û vîna mirovan da parastin. Di qonaxên dîrokî de gelek qehremantî hene ku nayên jibîr kirin ku sedê salan derbas bibin ji ber bandora xwe di dilê mirovan de dihêlin. Bi gotina berxwedan jiyane ji Mezlûm dest pê dike heya ku dighêje qehremanê nemir Mahsum Korkmaz.”
Zozan Dêrik axaftinên xwe wiha berdwam kir û got: “Ev qehremantî destpêka jiyaneke nû bû ji bo gelê kurd, ji ber ku gelê kurd gihiştibû astekî ku nema xwe nasdikir hebûna wê ji hole rabûbû. Bi berxwedaniya ku di zindanan de hat meşandin hişt ku gelê kurd rabin ser piyan. Ev rihê ku hevalên zindanan dan me em tucarî jibîr nakin ji ber ku em bi vî rihî jiyan dikin. Mînaka ber biçav ku cîhan hemû dibe şahidê hebûna gelê kurd. Gelek şer lidardikevin û qehremantî tên kirin lê hemû keda wan tê jibîr kirin ji bilî qehremantiya gelê kurd ku heya roja îro berdewame û herkes pê serbilinde. Niha jî dewletên hegemonîk dixwazin vê hebûn û qehremaniya gelê kurd bi riya pêkanîna kompiloyên qirêj ji holê rakin, lê gelê kurd bi sedê salan têkoşînê dikin ne mûmkine rê bidin dijimana ku dest bavêjin destkeftiyên wan.”






