Ayşa Silêman/ Dêrik
Yekîtiya Jinên Suriyanî ya bajarê Dêrikê bi boneya cejna Roja Qiyametê bazara karên destan li bajarê Dêrikê li darxistin.
Yekîtiya Jinên Suriyanî bi boneya cejna Roja Qiyametê bazara karê destan li parka Arî li bajarê Dêrikê li darxistin. 8 jin tevlî vê bazarê bûn da ku karên xwe yên ku li malê pêve mijûl dibûn pêşkêş bikin. Ev bazar 25 û 26’ê Adarê berdewam dike, ji seat 10 heyanî 1 û ji seat 4 heya 7’ê êvarî bi amadebûna mêvanan bazar birêve diçe.

Di derbarê bazara cejna Roja Qiyametê Endama Komîteya Amadekar Corcêt Ebdilnûr ji Rojnameya me re axivî.
‘Her jinek nirxekî pîroz dide’
Corcêt Ebdilnûr anî ziman ku ew kêfxweşin ku îro jin bi cesaret derdikeve pêşiya civakê û karê xwe pêşkêş dike û wiha got: “Di bin sîwana Yekîtiya Jinên Suryanî li bajarê Dêrikê ku afrînerî, karên destan û jêhatiyên cihîreng di bin yek banî de kom bûne. Em bi vê kombûnê serbilindin ku malbat, heval û piştgiriyên jinan li vir kom bûna û armanca wan destek bidin jinê da ku karê xwe berdewam bike. Gelek jin hene tevî ku karê malê jî dikin lê girêdana wan bi çand û mîrasa wan ve heye, lewma me wek erk dît ser milê xwe ku em bibin alîkar bi jinê re da ku karê xwe pêşkêş bike. Ji ber ku her jinek nirxekî pîroz dide destekdanîna wê jî erkê me ye. Di heman demê de tê dîtin ku gelek jin hene cesareta wan nîne û ji rê û resmên civakê ditirsin, ji ber vê yekê derxistin û pêşkêş kirina karê jinê ji me tê xwestin.”
Endama Komîteya Amadekar Corcêt Ebdilnûr axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Ev pêşengeh li ser du rojan hat pêşkêş kirin, têde karên li ser text, mûm li ser destan, şîraniyên bi dest hatîn çêkirin û gelek tiştên din ên girêdayî bi cejna Roja Qiyametê hat pêşkêş kirin. Her wiha me xwest em nêrîna her kesê ku serlêdana bazarê dike, bistînin da ku cejna bê em nas bikin çi kêmasî û destkeftiyên me hene.”







