Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber barana zêde zirar gihişt gelek malan

25/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber barana zêde zirar gihişt gelek malan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Li bajarên Rojavayê Kuristanê bi taybet li Dêrik, Hesekê, Tiltemir û Qamişlo  yê hefteyeke baran zêde dibare û di encama wê de jî gelek bendav, cem û kanî hatin dagirtin û ber bi bajaran ve herikîn, lewma av li gelek malan qelibiye û zirar gihiştiye gelek malbatan.

Li Hesekê, Zirgan û Til Temirê jî ji ber barana zêde nêzî 200 mal zerar dîtin. Şaredariyên gel û tîmên rewşên awarte xebatên vekirina rêkan û rizgarkirina malbatên ku asêmayî ne didomînin. Ji ber barana zêde çemên Xabûr û Zirganê bilind bû. Di encamê de bajarê Hesekê bi taybetî li taxên Merîdiyan û Xiwêran, her wiha li bajarên Zirgan û Til Temirê derdora 200 malbatê zerar ditin.

Her wiha ji ber barana zêde li Qamişloyê bû sedema rabûna çemê Hecî Hemze. Di encama rabûna çem de av hilçû û malên li ser rêgeha çem hatine çêkirin, di bin avê de man. Ji ber hilçûna çem malên gelek welatiyan ketin rewşa ku neyên bikaranîn. Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û welatiyan hewil dan ku kontirola hilçûna çem bikin lê ji ber domkirina baranê di kar û xebatan de zehmetî hatin kişandin.

Şaredariya bajarê Dêrikê  jî ji ber barîna barana zêde li bajarê Dêrikê di nav tevgerê deye û riyên hatîn girtin vedike û taxan paqij dike. Li bajarê Dêrikê jî bendav û çemên ku di nava bajar de hatin dagiritin û di encamê de gelek mal li ber avê çûn û zirar gihişt malbatên bajarê Dêrikê her wiha gelek kolan jî hatin girtin. Niha jî şaredariya bajarê Dêrikê dest bi xebatê kiriye him serlêdana malbatan deke da ku bi wan re bibin alîkar di haman demê de taxan paqij dikin û rê vedikin, da ku çûn û hatin hêsan bibe û rê careke din newin giritin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.