Stêrk Mihemed
Welatiyên Taxên Um-Elfirsan û Cumayê yên bajarê Qamişlo di dema dawî de ji ber barana zêde û ketina avê di nava mala wan de zehmetiyan dibînin. Welatiyan bang li Şaredariyê kir ku çareseriyekê ji vê rewşê re peyda bikin.
Ev zêdeyî hefteyekê li tevahî Sûriyê, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê pêleke baranê dest pê kiriye û bûye sedema hin ziyanên madî û canî. Li bajarê Qamişlo jî li taxên Um-Elfirsan û Cumayê di dema dawiyê de gelek mal ji ber barana zêde di nava avê de man.
Welatiyên herdu taxan jî ji Rojnameya me re axivîn û behsa zehmetiyên ku dikşînin, kirin. Herwiha bang li Şaredariyê kirin ku çareseriykê ji wan re peyda bike,
‘Her ku baran bibare rewşa me zehmet dibe’

Welatiyê bi nave Mihemed Şibat diyar kir ku ew li taxa Um-Elfirsan jiyan dikin û wiha got: “Ji ber barana zêde mala min di bin avê de dimîne, kenalên av qirêjiyê ji ber heriya zêde hatine girtin. Ji bo av ji mal derbikeve, em mecbûr man ku dûwara mala xwe ji dervede hilînin. Her ku bara bibare rewşa me bi vî rengî dibe, em gelek zehmetî û astengiyan dikşînin. Di heman demê de cihê lawiran jî di mala me de hebû, ji ber barîna barana cihê wan xerabû û me zirarek mezin dît. Banga me ji kesên têkildar re, ji şaredariya Qamişlo re ku bi rengekî lezgîn vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku em bi zora jiyana bi vî rengî, rewşa baran û sermayê re rû bi rû ne.”
‘Pêwîst e şaredarî çareseriyekê peyda bike’

Welatiyê bi nave Ehmed Şibat jî destnîşan kir ku ji ber barana zêde û derbasbûna avê di nava malên wan de ew nikarin razin û wiha pê de çû: “Her ku baran dibare em li taxa Um Elfirsan ji ber kêmbûna xizmetê û nebûna kenalên av qirêjiyê zehmetiyan dikşînin. Dema ku kolana sereke hate çêkirin, pira bingehîn a kişandina avê kêmbûn ji ber vê yekê jî em bi şev û roj di nava aloziyan de ne. Di heman demê de ji ber derbasbûna av, herî û qirêjiyê ji male re bîra avê yê ku di hundir malê me de hate girtin û nema em dikarin bikarbînin. Ji bo ku av zêdetir derbasî nav mal nebe, me kîs tijî ax kirin û danîn pêşiya malê. Ji bo vê jî banga me ji Şaredarî û komîna taxê re ku eger ev rewş wisa berdewam bike wê mala me bi giştî hilweşe divê ku çareseriyek were dayîn.”
‘Dema em dirazin av di nava hundirê me de ye’

Welatiyê bi nave Salim El Ehmed da zanîn ku di rewşa barîna zêde de rewşa taxa cimayê û bi taybet ya hin kolanan xerabe û wiha pê de çû: “Di dema baranê de mala ku em tê de jiyan dikin di bin avê de ma, di heman demê de alav û tiştên me di bin avê de man. Ew kesê ky em di mala wî de jiyan dikin ji me re hin pêwîstî anîn. Em 9 kes di vê malê de jiyan dikin, ev der him male, cihê kare û cihê lawiran jî tê de heye ji ber vê yekê jî em gelek zehmetiyan di barîna barana zêde de dibînin. Dema em dirazin av di nava hundirê me de ye. Banga me ji kesên têkildar re ku xwedî li me derkevin û di demek nêz de zehmetiyên me çareser bikin.”






