Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û parastina “Mafê Hêviyê”; Kampaniya navneteweyî

25/03/2026
in ROJEV
A A
Ji bo bidawîkirina tecrîdê û parastina “Mafê Hêviyê”; Kampaniya navneteweyî
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Komîteya Navneteweyî ya Hevdîtina bi Abdullah Ocalan û Parastina “Mafê Hêviyê” di 18’ê Adarê de, kampanyayek îmzeyan a berfireh da destpêkirin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafê hêviyê wekî yek ji prensîbên bingehîn ên pergala mafên mirovan a navneteweyî were sepandin.

Qada Ewropî û Kurdî bi destpêkirina kampanyayek îmzeyan“Mafê Hêviyê” ya ku daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan dike, ji nû ve çalakî nîşan dide. Ev înîsiyatîf piştî ku di sala 2024”an de, di nav têkiliyeke berfireh a mafên mirovan û gel de gavên xwe yên pêşîn dest pê kiribû, di sala 2026”an de bi lezeke mezintir vedigere.

Kampanya di 9’ê Sibata 2024’an de hate destpêkirin

Kampanyaya “Mafê Hêviyê” di 9’ê Sibata 2024”an de li gelek welatên Ewropî dest pê kir, ku çalakvan û rêxistinên mafên mirovan li bajarên cûda yên Ewropî çalakiyên hevdem li dar xistin da ku doza rêber Abdullah Ocelan, ku ji sala 1999”an vir ve li girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê girtî ye, ronî bikin.

Ev kampanya di çarçoveya daxwazên qanûnî û mafên mirovan de li ser bingeha têgeha mafê hêviyê pêk hat, prensîbek ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye pejirandin, ku pêwîstiya dayîna derfeta ji bo venêrîna cezayên wan û îhtîmala serbestberdana wan di bin şert û mercên yasayî yên dadperwer de ji girtiyan re, hetta yên ku bi cezayên dirêj an jî heta hetayê hatine mehkûmkirin, destnîşan dike. Di wê heyamê de, li ber saziyên navneteweyî meşên girseyî, semînerên siyasî û xwepêşandan hatin lidarxistin, ku di sloganan de bal kişandin ser pêwîstiya bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û destûrdayîna  malbata wî ku bi rêkûpêk serdana wî bikin.

Armanc û Naveroka Kampanyayê

Kampanyaya “Mafê Hêviyê” li ser komek daxwazên bingehîn hatiye damezrandin, yên herî girîng ev in:

Bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan.

Garantiya mafên wî yên qanûnî li gorî qanûnên navneteweyî.

Bikaranîna prensîba mafê hêviyê li ser wî.

Vekirina deriyê diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane.

Rêxistinvanên kampanyayê bawer dikin ku doza Rêber Apo ne tenê bi wî şexsî ve girêdayî ye, lê di heman demê de xalek destpêkê ya sereke ji bo nîqaşek berfirehtir li ser edalet, mafên mirovan û îhtîmala pêkanîna aştiyê li herêmê kurdan temsîl dike.

Piştgiriya berfireh a mafên mirovan û Ewropî

Ji destpêka xwe ve, kampanyayê ji kesayetên siyasî û mafên mirovan ên Ewropî, herwiha rêxistinên civaka sivîl piştgirî wergirtiye. Van saziyan piştrast kirine ku tecrîda berdewam a li ser Abdullak Ocelan qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan binpê dike. Daxwaznameyên qanûnî û notname jî ji saziyên Ewropî re hatine şandin, ku tê de daxwaza nirxandina rewşa wî ya qanûnî tê kirin û tê xwestin ku zexta navneteweyî li ser rayedarên Tirkiyeyê were kirin da ku bi peymanên navneteweyî tevbigerin.

Kampanya di 18’ê Adara 2026”an de ji nû ve hate destpêkirin

Di 18’ê Adara 2026”an de, kampanyaya “Mafê Hêviyê” ji nû ve derket holê, vê carê bi lez û bezek mezintir û rêxistinek berfirehtir û çalakiyên xwe ne tenê li Ewropayê, lê di heman demê de li herêmên din ên ku civakên Kurd lê hene jî berfireh kir. Ev eleqeya nûbûyî di demekê de tê ku hîn jî agahiyên zelal li ser tenduristî an rewşa yasayî ya Rêber Abdullah Ocelan nînin, herwiha sînordarkirinên berdewam ên li ser danûstandinê bi wî re hene, ku ev yek di nav alîgirên wî û rêxistinên mafên mirovan de bûye sedema fikarên zêde. Kampanyaya daxwaznameyê ya cîhanî zû bala xelkê kişand, di demek kurt de zêdetirî 500 îmzekar ji çar aliyên cîhanê, di nav wan de siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermendên ji paşxaneyên cihêreng, kom bûn, ku ev yek eleqeya navneteweyî ya zêdebûyî ya li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan nîşan dide.

Komîteyê daxwazên xwe di bin sê xalên sereke de rêz kirin:

  1. Rakirina ya tecrîda li ser Rêber Ocelan û afirandina şert û mercên ku ew bikaribe bi malbat, parêzer û şandeyên navneteweyî re hevdîtinê bike.
  2. Destpêkirina pêvajoyek diyalogê ya dadperwer û domdar ji bo aştî û jiyana hevbeş li herêmê.
  3. Dawî li bêdengiya saziyên navneteweyî were anîn û gavên berbiçav û biryardar werin avêtin.

Komîte tekez kir ku ev gav ne tenê ji hêla qanûnî ve destûr in, lê di heman demê de fermanek dîrokî û siyasî ne.

Aliyê Siyasî û Mirovî yê Kampanyayê

Kampanyaya “Mafê Hêviyê” ne tenê bi aliyê mafên mirovan ve sînordar e, ew di heman demê de aliyên siyasî û mirovî yên kûr jî hildigire. Alîgirên wê bawer dikin ku azadiya Abdullah Ocelan dikare deriyê pêvajoyeke nû ya siyasî li herêmê, bi taybetî di derbarê pirsgirêka Kurd de, veke. Komîte tekez dikin ku berdewamiya tecrîda wî rê li ber her derfetên diyalogê digire û rewşa siyasî hîn aloztir dike, di heman demê de berdana wî an jî baştirkirina şert û mercên girtina wî dikare ji bo çareseriyên aştiyane atmosferek erênî biafirîne.

Kurdên li Ewropayê di organîzekirin û misogerkirina serkeftina kampanyaya “Mafê Hêviyê”de roleke girîng lîstin, wekî hêza ajotinê ya li pişt çalakiyên li ser erdê û ragihandinê xizmet kirin. Ev hebûna çalak bi rêya xwepêşandanên berdewam, têkiliya bi medyayê re û organîzekirina çalakiyên hişyarkirinê yên ku pîvanên pirsgirêkê rave dikirin, alîkarî kir ku pirsgirêk di raya giştî ya Ewropayê de zindî bimîne.

Tevî leza ku kampanyaya “Mafê Hêviyê” bi dest xistiye jî, ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye, lêbelê Komîteya kampanyayê bawer dikin ku berdewamî rê ye ji bo bidestxistina encamên berbiçav. Wê Kampanyaya ku bi fermî di 18’ê Adara 2026”an de hate destpêkirin, di pêş de ji saziyên navneteweyî yên pêwendîdar re were pêşkêş kirin, di heman demê de pêvajoya berhevkirina îmzeyan berdewam bike, di nav texmînên ku hejmara beşdaran dê zêde bibe bi berfirehkirina kampanyayê.

Kampanyaya “Mafê Hêviyê” yek ji tevgerên mafên mirovan û siyasî yên herî berbiçav ên bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye di salên dawî de, ku biryardariyek nûvekirî ya daxwaza edalet û mafên mirovan nîşan dide. Di navbera destpêkirina wê ya destpêkê di sala 2024”an de û vejandina wê di sala 2026”an de, kampanya piştrast dike ku doza Abdullah Ocelan hîn jî hêzek bihêz e û daxwaza azadiya wî êdî ne tenê daxwazek siyasî ye, lê belê mijarek mirovî ye ku sînoran derbas dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.