Navenda Nûçeyan
Weşanên Zanîngeha Oxfordê pirtûka zaravayên Kurdî ya Ingilîzî bi navê “The Oxford Handbook of Kurdish Linguistics”, (Pirtûka Dest a Zimanzaniyê ya Kurdî) amadekiriye û hatiye çap kirin.
Pirtûka bi ser zimanê Kurdî ya bi navê “The Oxford Handbook of Kurdish Linguistics”, (Pirtûka Dest a Zimanzaniyê ya Kurdî) ya ji hêla Oxfordê hatiye amade kirin ku yek ji pirtûkên herî berfireh a akademîk tê nirxandin, hatiye çapkirin û weşandin.
Derbarê zimanê Kurdî analîzên berfireh û nûjenkirî hene
Li gorî ajansa Azadiya Welat, Pirtûka Dest a Zimanzaniyê ya Kurdî bi edîtoriya Jaffer Sheyholislami, Geoffrey Haig, Haidar Khezri, Salih Akin ve Ergîn Opengîn hate amadekirin. Pirtûk bi giştî ji 656 rûpelan pêk tê. Herwiha di pirtûkê de derbarê her şeş zaravayên bingehîn ên Kurdî bi awayeke berfireh û nûjenkirî analîz hene. Xebata ku şêwazên morfosentaksê yên nûjen di nava xwe dihewîne û di vê hêlê de wek çavkaniyek berfireh tê hesibandin.
Di pirtûkê de bingeha rêzimana Kurdî, çawaniya rêzimanê, cudahiyên di navbera zaravayan û pêşketina ziman a dîrokî tê destgirtin. Herwiha di serî de ji Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava lêkolînên gelek kesên li cihê ku Kurdî lê tê axaftin û gelek navendên akademîk ên cîhanê keda lêkolîneran di pirtûkê de heye.
Derbarê nexşeyên ziman de şîroveyên nû
Di çavkaniya hatiye weşandin de ji mijarên herî balkêş yek jî şîroveyên nû yên li ser nexşeya ziman e. Xebat û ziman ne tenê girêdayî erdnîgariyê di heman demê de çawaniya avabûna wê ya dîrokî ve jî vedibêje. Herwiha di pirtûkê de gotûbêjên zimanzanên li Kanada, Almanya, Swêd, Ingîlîstan, û DYAyê yên ser Kurdî hîndekariyê dikin jî hene.
Hêsaniya xwegihandinê
Pirtûk dê li ser platformên dijîtal bêpere werin daxistin. Pirtûk wek kaxiz jî hate çapkirin û dê çapkirî jî bi 208 dolaran tê firotin.






