Navenda Nûçeyan
Ji destpêka şerê Sûdanê ve rewşa mirovî ber bi xeteriyeke mezin ve çû. Li gorî raporên navneteweyî dewamkirina şerê Sûdanê bûye sedema hilweşîna pergala xizmetguzariya dewletê û têkçûna sektorên tenduristî, perwerde û xwarinê, ji ber wê hewcedariya bi milyonan kes bi alîkariyeke mirovî ya lezgîn heye.
Şerê li Sûdanê êdî nema tenê pevçûnek siyasî an leşkerî di navbera aliyên dijber de ye, lê belê bûye yek ji krîzên mirovî yên herî aloz û xirab ên cîhana hemdem. Her ku pevçûnên çekdarî berdewam dikin, bi milyonan welatiyên Sûdanê rastiyek bi êş dijîn ku di koçberiya girseyî, hilweşîna xizmetguzariyên bingehîn û berfirehbûna birçîbûnê de xwe nîşan dide, di rewşekê de ku civaka navneteweyî dixe ber ezmûneke rastîn a exlaqî û mirovî.
Karîseta mirovî mezintir dibe
Ji destpêka şer ve, Sûdan ketiye qonaxeke bêhempa ya xirabûna rewşa mirovî. Texmînên navneteweyî nîşan didin ku bi deh milyonan mirov ji ber hilweşîna pergala xizmetguzariya dewletê û têkçûna sektorên tenduristî, perwerde û xwarinê, hewcedarî alîkariya mirovî a lezgîn in.
Bajarên ku berê navendên jiyana aborî û civakî bûn, niha veghurîne deverên vala, di heman demê de rê tijî karwanên koçberan bûne ku li ewlehiyê digerin, herwiha dîmenên malbatên ku li kampên koçberan li erdê radizin, an jî yên ku sînoran ber bi welatên cîran ve derbas dikin, bûne wêneyek rojane ya krîzê.
Ji ber çavkaniyên sînorkirî li wan welatan, zexta mirovî dest pê kir ku ji sînorên Sûdanê derbas bibe da ku veguhere krîzeke herêmî ku gefê li aramiya li Qerin Efrîqiya û peravê dixwe.
Xeteriyeke bê denge
Krîza xwarinê yek ji encamên herî giran ên şer e; têkbirina çalakiyên çandiniyê û qutbûna rêzên dabînkirinê bûye sedema bilindbûneke bêhempa ya buhayên xwarinê, di heman demê de bi hezaran malbat li hin deveran çavkaniyên dahata xwe winda kirine û peydakirina xwarineke rojane bûye pirsgirêkek rastîn, nemaze ji bo zarok û kesên bi temen mezin.
Rewş her ku diçe xirabtir dibe, rêxistinên navneteweyî hişyariyê didin li ser zêdebûn û berfirehbûna krîza xwarinê ku ew sînaryoyeke dê ezmûnên mirovî yên bi êş ên li herêmê di dehsalên berê de tîne bîra mirov. Di heman demê de kêmbûna xwarinê tê wateya belavbûna nexweşî, kêmbûna xurekê nemaze di nav komên herî kêm hêz de.
Sektora tenduristiyê
Sektora tenduristiyê li Sûdanê ji ber rewşa şer bi giranî bandor lê bûye; nexweşxane li deverên berfireh ji xizmetê derketine, di heman demê de karmendên bijîşkî li hin deveran ji kêmbûna giran a alav û dermanan êşê dikişînin herwiha nexweş xwe dispêrin înîsiyatîfên xwebexş ên sînorkirî ku nikarin bi asta karîsetê re gavan bavêjin.
Ji ber nebûna ava paqij û rewşa tenduristiyê ya xirab li kampên koçberan, nexweşî belav bûne ku êşa mirovî girantir dike. Ji ber nebûna lênêrîna tenduristiyê ya bingehîn, zarok û jinên ducanî herî zêde ji van rewşan bandor dibin.
Sektora perwerdeyê
Yek ji windahiyên herî bi êş di vê krîza mirovî de, têkbirina pêvajoya perwerdeyê ji bo bi milyonan zarokên Sûdanî ye; dibistan ji bo kesên bêwar bûne stargeh, an jî di encama operasyonên leşkerî de wêran bûne, dê ev yek nifşekî bi windakirina mafê wan ê perwerdeyê tehdît dike.
Ev astengî ne tenê krîzeke perwerdeyê pêk tîne, lê di heman demê de bandorên demdirêj ên civakî û ewlehiyê jî bi xwe re tîne, ji ber ku ew derî li ber belavbûna karkirina zarokan, leşkerkirina bi darê zorê û jirêderketina civakî vedike.
Koçberî û penaberbûn
Sûdan yek ji mezintirîn pêlên koçberiya navxweyî di dîroka xwe de dijî, bi milyonan welatî neçar mane ku ji bo ewlehiyê malên xwe biterikînin û bi sed hezaran kesan jî sînoran derbas kirin da ku ber bi welatên wekî Tişad, Sûdana Başûr, Misir û Esyopiya ve biçin, ku ji bo wan welatan jî ku ji berê ve ji krîzên aborî û ewlehiyê dikişînin, pirsgirêkên mirovî yên nû diafirîne.
Kampên penaberan ji kêmasiyên giran ên xwarin, av û xizmetên tenduristiyê dikişînin, di heman demê de metirsiya belavbûna nexweşiyan û belavbûna sûcan ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar zêde dibe.
Berteka civaka navneteweyî li gorî rewşa heyî kêm e
Tevî hewldanên rêxistinên navneteweyî û herêmî, mîqdara alîkariyê hîn jî ji pêdiviyên rastîn pir kêmtir e. Aloziya rewşa ewlehiyê û zehmetiya gihaştina herêmên pevçûnê rê li ber gihandina alîkariya mirovî digire, ev yek dibe sedema ku bi milyonan sivîl rasterast bi encamên şer re rû bi rû dimînin.
Herwiha, pêşbaziya jeopolîtîk a li ser Sûdanê siyekê diavêje ser rêya çareseriyên mirovî û siyasî, ji ber ku berjewendiyên herêmî û navneteweyî bi hewildanên ji bo bidawîanîna krîzê ve girêdayî ne.
Gefên li ser paşeroja Sûdanê
Krîza mirovî ya heyî ne tenê bi êşên tavilê ve sînordar e, lê bandorên wê yên kûr li ser pêşeroja Sûdanê jî hene; koçberiya girseyî dibe sedema hilweşîna tevna civakî, di heman demê de hilweşandina binesaziyê gefê li dirêjkirina başbûnê piştî bidawîbûna şer dixwe.
Di heman demê de zêdebûna rêjeyên xizaniyê û bêkariyê dikare bibe sedema pêlên nû yên koçberiya neqanûnî û ji bo tundrewî û sûcên rêxistinkirî hawîrdorek berhemdar biafirîne, ev jî krîza Sûdanê dike pirsgirêkek herêmî û navneteweyî ku ji sînorên neteweyî derbas dibe.
Rêya derketina ji kirîzê û êşê
Ji bo bidawîkirina krîza mirovî li Sûdanê, berî her tiştî agirbestek berfireh û domdar hewce dike ku rê li ber gihaştina bê asteng a alîkariyên mirovî veke. Herwiha pêdiviya Sûdanê bi planeke navneteweyî ya yekgirtî ji bo ji nû ve avakirin û piştgiriya aborî, digel bernameyên lihevhatina neteweyî ku baweriyê di navbera pêkhateyên civakê de ji nû ve ava bikin heye.
Krîza mirovî li Sûdanê ezmûneke rastîn a pabendbûna civaka navneteweyî bi nirxên hevgirtina mirovan re temsîl dike; êşa bi milyonan kesan divê di raporên rêxistinên navneteweyî de tenê bi hejmaran neyê kêmkirin, lê divê wekî pirsgirêkek mirovî were destgirtin ku çalakiyek lezgîn û berfireh hewce dike.
Her roja ku bêyî bersiveke navneteweyî ya bi bandor derbas dibe, kirîza mirovî girantir dike, malbatan dixe nava metrsiyên birçîbûnê. Dema ku nan dibe xewnek, av dibe xeterî û ewlehî jî xewnek dûr, axaftina li ser çareseriyên demdirêj bêwate dibe. Tiştê ku niha hewce ye, kiryarên lezgîn û berpirsiyar in da ku hilweşîn were rawestandin û bi milyonan Sûdanî şansek ji bo jiyanê bidin.
Sûdan îro li ber hilweşînê ye. Lê eger îradeyek hebe, rizgarkirin hîn jî mimkun e, ji ber ku kirîz ne qedereke, lê tiştê ku li Sûdanê tê jiyîn tenê encama hilbijartinên mirovan e ku dikarin werin guhertin. Di cîhanek ku bi karîsetan re rû bi rû ye, ezmûna Sûdanê dê bibe ceribandinek ji bo şiyana civaka navneteweyî ku çawa karibe parastina rûmeta mirovan bike, dema ku jiyana rojane bi xwe dibe têkoşîna ji bo jiyanê.






