Can Yûsiv
Ji destpêka tevgera rizgariya neteweyî ya kurdan di sedsala borî de، nivîskar û helbestvanan di berevaniya zimanê Kurdî, parastina nasnameya xwe, belavkirina hişmendiya netewî û tekezî li ser rewatiya tekoşîna ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd, roleke sereke lîstine, wan di helbest û nivîsên xwe de xemên civaka xwe hilgirtin, xewn, hêvî û derdên wê xêz kirin û gotin kirin menberek ji bo dozê û wêje jî kirin dengê mirovan.
Di vê çarçoveyê de helbestvanê Kurd Hozan Girkundê yek ji wan dengên ronak yên ku bi rastî berdewamîya rêya Wêjeya Neteweyî şopandi derdikeve pêş, wî pênûsa xwe kir pirek di navbera mirov û welat û di navbera helbest û dozê de; wî nivîsa xwe ji bo xizmeta gelê xwe terxan kir, lewra helbest di ezmûna wî de bû peyamek ku riya hişmendiyê ronî dike û girîngiya doza kurdî bilind dike.
Helbestvanê kurd Hozan Girkundê di sala 1971ê de ji dayîk û bavek kurd (Seîd û Emîna) li gundê Girkundê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê hatiye dinyayê؛ ew bajarê ku dikeve li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê ,di topografya xwe û bîra xwe de nîşan û şopên çand û şaristaniyên li pey hev hilgirtiye yên ku li ser ax û mirovan bandorek mezin û kûr hiştine,zinarên wê hê jî bêhna Mîtanîyan û Medyayan jê dibarin û kevirên wê bi mîrateya Sûbarîyan û Hurriyan dilepitin, ji demên kevnar de, ew rêgehek bû ji bo ronahî û zanînê, beşek bingehîn bû ji mîrateya Bedirxaniyan û Botaniyan û ji ruhê şoreşa wan a çandî re .
Ew di himbêza malbateke kurdperwer, neteweyî û xebatkar de mezin bû، malbatek ku ji du bira û xwişkekî pêk dihat, dê û bavê wî ew bi nirxên welatparêzî, hezkirina axê û dilsoziya bi welat re mezin kirine. Ev nirx tovê yekem bûn ku hişmendiya wî ya mirovî û wêjeyî ava kirin.
Dirbêsiyê di dirêjahiya rêwîtiya xwe de gelek nivîskar û helbestvanên ku wêjeya Kurdî dewlemend kirine û di parastina ziman û nasnameyê roleke girîng lîstine, anînê jiyanê wek (Mihemed Elî Şakir, Xemgîn Ramo, Erşef Oskan, Ciwan Evdal) û yên din ên ku peyv kirine çiraxek ku rê ji nifşan ronî bike, û şemalek rêyan ronahî bike di demên tarî de.
Di hembêza gundê Girkundê de û di nav deştên wê yên rengîn de , yekem têkiliya Hozan û peyvê bi hevdû re çêbû, têkiliyek ne hema tenê nivîsandinbû , lê sozek bêdeng bû di navbera wî û zimanê dayikê de .
Li wir, ku sadebûna gundan bi pîrozbahiya axê re tevlîhev dibe, hestê wî yê yekem bi peyvê re ava bû û bi derbasbûna salan girêdana wî ya bi zimanê kurdî re veguherî pabendbûneke kûr, çimkî ew li cem wî ne tenê navgînek ji bo îfadekirinê bû, lê nasname, girêdan û berpirsiyarî bû.
Hozan zarokatiya xwe li deverên gundê xwe yê bedew, di navbera deşt û zeviyên fireh ên ku wek tîrêjên ronahiyê li ser rûyê erdê dirêj dibûn û di nav bênderên genim ên zêrîn ku di bin tava havînê de dibiriqîn, derbas kir.
Ew di nav kolanên teng ên gund de digeriya ku bêhna nanê germ û axa ku şilbibû bi xunava sibê, wê bênxweşiyê di dilê wî de şopeke newê jibîrkirin hiştibû, germahiya rojên destpêkê vedigerîne li bîra wî.
Di wî cîhî de ku aramiya gundan û bêgunehiya wê bi hev re têne civandin û di navbera vedenga bajarê nêzîk û qelebalaxa wê ya ku sînorên gund derbas dike, tê bihîstin, hêdî hêdî taybetmendiyên hişmendiya wî dest pê kir.
Li wir di navbera bêdengiya xwezayê û rehjena jiyana rojane de, xeyala wî yê yekem hat çêkirin û çavên wî li ser bedewiya tiştên sade vebûn. Ew bedewî paşê bûn beşek ji tîna ristên wî û ruhê helbesta wî.
Meyl û hewesa wî ya wêjeyî di temenekî biçûk de, dema ku xwendekarê dibistana amadehî bû, dest pê kir, di bin bandora helbestvanên kurd ên klasîk ên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Feqîyê Teyran û helbestvanên hevdem ên wekî Cegerxwîn,Tîrêj, Fetah Ellah Huseynî, Yûsif Birazî, Şêrko Bêkes, her wiha wî di helbestvanên Erebî de pencereyek din dît ku li ser bedewiyên ziman û ruhê helbestê vedike mîna Nizar Qebbanî, Mehmûd Dervêş, Cibran Xelîl Cibran.
Di sala 1990’an de wî gava xwe ya yekem li ser rêya helbesta bi Kurdî avêt, tovê dengê xwe di warê afirînerîyê de çand , dest bi rêwîtiyeke dûr û dirêj a nivîsandinê û lêgerîna bedewiyê kir. Rêwîtiyek ku di nav helbestvanên kurd de navê wî bi cih kir, û peyv kir pirek di navbera dil û welat û di navbera xewn û rastiyê de.
Hozan Girkundê gavên xwe yên pêşîn ên ji bo nivîsandina helbestê ji stranên çotkaran li zeviyan û ji nalîna Kehr ,berx û miyan li deştan girtiye, ew dengên sade bûn tovên helbestên wî û di cîhana awaz û peyvan de deriyên xeyalê li ber wî vekirin.
Her wiha wî ji awazên bilûrên şivanan li mêrgan îlhama muzîka helbesta xwe ya yekem wergirt, ew awazên gundîtî yên xwebexş bûn rîtma yekem a lêdana wî ya helbestî.
Ji lawirên jinan ên di dawetan de û ji sirûdên palevanan di demsala dirûnê de fêrî wê israra kurdî bû ku westandinê dike stran û xwêdanê dike helbest.
Ji kaniyên gundê xwe bi deşt, gelî û germahiya xelkên xwe û ji nirxên ku malbata wî di dilê wî de çandibûn gav bi gav hişmendiya xwe ya wêjeyî ava kir, heta ku peyv ji bo wî bû dirêjahiya xwezayî ya giyan û dengek ku wekî koka wî û hem jî xewna wî.
Bi vî awayî rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj bi helbestê re dest pê kir. Rêwîtiya afirînerekî ku bawer dikir, peyv xwediyê dilekî ye ku dikare gelan biparêze, helbest xwediyê baskên ku dikarin li ser sînoran bifirin , ji bo ku bi bîr bîne nasnameya ku bi xîmavê hatiye nivîsandin di her beyteke helbestê de ku ji hêla helbestvanekî dilsozê axa xwe ve hatî nivîsandin ji nû ve çêdibe.
Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe Girkundê û ya amadekarî li bajarê Dirbêsiyê qedande.
Li wir, di nav kolanên bajêr û aramiya gundewariyê de, tovê helbestê di giyanê wî de şîn dibe,wî bi baldarî guh dida li çîrokên mezinan û stranên gelêrî yên kurdî , peyv li ber çavên wî mîna çûkên ku li cihekî firehtir digeriyan, çêdibûn.
Lê belê, şert û mercên aborî û siyasî ,ji ber ku ew ji nasnameya Sûriyê bêpar bû ew neçar ma ku dev ji xwendina xwe berde berî ku riya xwe ya akademîk biqedîne
Lê belê, wê yekê ne agirê zanînê di nava wî de vemirand, ne jî ew ji hewesa wî ya ji bo wêjeya û hezkirina wî ya kûr a ji bo zimanê kurdî dûr bêxe ,ku ew ziman ji bo wî welatê herî pak û wateya wî ya herî kûr dimîne.
Helbestvan Hozan bi şêweyên curbecur helbest nivîsiye ,ji helbesta kilasîk a bi rêzbend û kêşe heta helbesta nûjenç azad û pexşan, bi zimanekî nazik di rîtmê de , sade di çêkirine de û kûr di wateyê de.
Bi vî awayî, wî dengekî helbestî yê taybet avakir ku di navbera romantîk û rastiyê, xeyala dil û bîhna axê de hestan tevlihev dike û di helbesta xwe de ew hestê mirovan û rehjena cihan bi hev dicivîne.
Helbestvan Hozan heşt dîwanên helbestan weşandine ku bûne rawestgehên diyar di rêya afirîneriya wî de:
- Evîna Vejandî (1997)
- Ne payîzê daristanan diweşînin (1999)
- Vehêsînek li ber delavên çavên dilberê
(2006)
- Bihnek ji sirûşa peyama te (2016)
- Çend wêne ji şengewîna gundê min -(2018)
- Vedenga Hestan (2018)
7.Hinasên Te 2025
- Heyal (2025).
Û li kêleka berhemên wî yên helbestî، pirtûkek wergerandî bo erebî jî derketiye binavê:(Eşqa sermedî û destana êşê) – (2013)، ku ji aliyê Mesûd Dawûd ve hatiye wergerandin.
Helbestvan Hozan xebatên xwe yên li ser destnivîsên nû jî didomîne, yên herî berçav ev in:
1- Şepolên Bîranînan
2- Hîna Zû Bû.
Hozan tu carî ji warê çandî û hunerî dûr nebûye, lê hertim amedebû wekî hebûna dil di bedenê de, ew beşdarî hejmareke mezin ji kom û komeleyên çandî û hunerî bûye, wek:
(Mîtan – Xanî – Ronahî – Waşo Kanî – Şehîd Walat – Azadî – Xabûr – Serîkaniye); ev hemû rawestgeh bûn ku di pêşxistina tecrûbeya wî ya helbestî de û geşbûna hestê wî yê hunerî de rolek girîng lîstin.
Her wiha di sala 1996’an de ligel komek helbestvanên navdar di nava Komeleya Ziwê de beşdar bûye di gel: Arşev Oskan, Xemgîn Ramo , Mîdas Ezîzî, Ciwan Evdal, Îbrahîm Berces, Hemîd Şerîf û Zeynep Azîzî;
Vê beşdarbûnê bandoreke zelal di berfirehkirina xeleka edebiyata wî de û xurtkirina pêwendiya wî bi tevgera helbesta kurdî re kir. Di heman demê helbestên wî di gelek kovar û rojnameyên çandî de hatin weşandin, mîna: (Zanîn – Zevî – Buhar – Zîn – Peyv – Babîsok – Rojda – Pirs – Walat – Şermola – Xebat – Riya gel – Dengê kurd). Vê yekê dorhêla hebûna wî ya torevanî berfirehtir kir û pêwendiya wî bi xwendevan re xurt kir.
Bi ser de jî, beşdarî gelek bernameyên televizyonî û radyoyî bûye, û çendîn goftûgoyên çandî pêşkêş kirine, ku roleke bibandor di vejandina bizava wêjeyî û dewlemendkirina qada çanda Kurdî de lehîstin.
Her wiha Hozan Girkundê helbesta stranbêjiyê bi şêwazek bedew û hêja nivîsîye، ku gelek hunermendên kurd ji peyvên wî awaz çêkirine. Bi dehan dengên kurdî ji helbestên wî gotine, ji wan:( Mehmûd Ezîz, Ûmîd Silêman, Robar Heso, Husên Salih, Şêrîn Salih, Ey Dil, Mihemed Şêxmûs, Nisrîn Serêkaniyê, Sumiya Mihemed, Reşad Kobanê,
Mesûm Şikakî, Zozanî, Mihemed Elî Şaker, Şeyda û Ronîcan). Herwiha çend komên mûzîkê jî berhemên wî pêşkêş kirin û hebûna helbesta wî di qada stranbêjiyî û çandî ya kurdî de piştrast kirin.
Hozan di sala 2005’an de zewicîye ew bavê du zarokaye(Elend û Hewlêr), ku ew bûn berdewamîya jiyana wî ya germ ya mirovî
li kêleka helbest û peyvan.
Serpêhatiya Hozan Girkundê tê nasîn bi berdewamîya ruhê kurdewarî yê ku tevî êşê jî li bedewiyê digere, wî li ser evîn û jinê, li ser welat û xeyalên azadiyê, li ser êşa kurdan a nifşan, li ser dûrketin û çûyînê û êşa veqetîna ji dayîk û şehîdan nivîsîye.
Wî her wiha li ser Kurdistanê û bedewiya wê û li ser gundê xwe bi ruhekî mirovî yê zelal nivîsiye ku ew dever kiriye hebûnek jîndar, xwezaya wê bi rengên bedew di helbestê de xemilandiye , lewra helbest wekî neynikek xuya dike ku kûrahiya wijdan û hevgirtina mirov bi axê re vedibêje.
Helbestvan Hozan çend pirtûk û dîwanên helbestan bi zimanê Kurdî nivîsandine û pirtûkxaneya Kurdî dewlemend kiriye û hebûnek wêjeyî ya berçav li wê zêde kiriye, û navê xwe xêz kiriye wek yek ji dengên ku bi zimanê dayika xwe bi dilsozî û afrînerî nivîsandiye.
Îro jî piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj a lêkolîn, nivîsandin û xeyalê, helbestvan Hozan hê jî di xurtbûna afirînerî û dayîna xwe de ye, ew bi dilsoziyek kûr helbestên xwe vedihûne bi zimanê xwe , nasnameya xwe û serpêhatiya xwe ya ku roj bi roj geş dibe, û piştrast dike ku helbestvanê rastîn ne bi hejmara pirtûk û berhevokan tê pîvandin , lê bi hêza wî ya ku dikare peyvê veguherîne jiyanek zindî ku qet nayê vemirandin.






