Ehmed Hesen
Çaxa ku mirov dest bi jiyanê dike, bêguman mejiyê wî/ê weke kaxezeke spî û vala ye û ji kêliya jidayîkbûnê agahî û deng diniqutin nava mejî û hestên wî/ê, girtina van deng û agahiyên destpêkê, di heman demê de lêvkirina gotina destpêkê ji bo saykolojiya zarok gelekî hesas û girîng e, lewma jî atmosfer û erdnîgariya ku zarok têde bêhin digire jî xwedî bandoreke diyarker e, ev bandor diyar dikin ku wê ev zarok di çi pêvajoyan re derbas bibe, ya rast armanc ne fêrbûn û zanakirina zarok e, armanc ew e ku zarok wê çi fêr bibe, wê çawa fêr bibe, li kur fêr bibe û li ser çi bingehan fêr bibe. Cih, dem û atmosfera civakî bandoreke mezin li ser pêşxistina nifşan an jî paşketina wan dikin. Di heman demê de kes an aliyên ku zarok fêr dikin jî roleke wan a diyarker di zanakirina zarok de heye. Di roja îro de bi qasî ku perwerde û fêrkirinên li ser medya dijîtal zêde bûne, ewqas jî encama fêrbûn û pêşketina zarokan paşde maye, bêguman bi awayekî rêjeyî ev paşketin çêdibe, taybet li cihê ku rê û rêbazên fêrkirina zarokan paşde dimîne, li wir jî pirsgirêka zanakirina civakî derdikeve holê. Di heman demê de nebûna berpirsyariya rasteqîn a wezîfeya xurtkirina zarokan di aliyê meslekî, reftar û pîvanên exlaqî yên pêwîst ji aliyê kesên pêwendîdar taybet malbat û perwerdekaran ve, rê dide ku valahiyeke mezin derkeve holê û bi xwe re encamên krîtîk derxîne holê, ji wan encaman kêmbûna xwendinê, bê berpirsiyariya di derheqê zarokan de, karkirina zarokan di temenên ne guncav de û hwd encamên ne baş derdikevin holê. Bêguman çareserkirina van pirsgirêkan ne tenê erka aliyekî pêwendîdar e, ew berpirsiyariyeke topyekun a hemû beşên civakê ye, çi dayîk, bav, mamoste û çi jî zana û rewşenbîrên di civakê de dibin. Divê were zanîn ku bikaranîna qada înternetê bi awayekî saxlem û guncav dikare gelek pirsgirêkên zanakirinê çareser bike, lê ew bi tena serê xwe ne têrker e, li kêleka wê erkên exlaqî yên civakê dikarin werin bicihanîn û rê li ber firehkirina hezkirina xwendinê were vekirin, ango afirîneriya di xwe zanakirin, xwe pêşxistin û rastiya xwe hîskirinê de were zêdekirin. Mixabin di roja îro de çanda perezêdekirinê gelek li pêş e, taybet çaxa ku kesek li ser gaveke pêşxistina rewşenbîrî difikire, rasterast pirsa “wê çiqas pere li pişt vê gavê werin qezenckirin?” di serê mirov de digere, ev yek jî, yekdestdariya darayî pir zêde dike û zanakirina civakî dike milkê pereyan. Di heman demê de rewşên xizaniya zêde jî rê li ber vê yekê vedikin, lewra jî pêwîstî bi xurtkirina aliyê xwezanakirin û qezenckirina dûrî yekdestdariyê pêwîst dike. Hêza civakî têrê dike ku di nava tenê 10 salan de pêşxistinên herî mezin di nava qada perwerdeyê de pêk bînin, lê divê di serî de şiyan û daxwazeke azad li ber vê yekê hebe ku bikaribe di hemû beşên civakî de asta ronakbîrî mezintir û xurtir bike, lê avêtina berpirsiyariyeke wiha li ser kesan di bin navên “tenê ew bi vê yekê re têkildar e” wê encameke krîtîk di nava hişmendiya civakî de derxîne holê.






