Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê mezheb dibin amûrê dewletên herêmî û navneteweyî

25/03/2026
in ROJEV
A A
Li Sûriyê mezheb dibin amûrê dewletên herêmî û navneteweyî
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Sûriyê welateke ku bi cihêrengiya xwe ya dînî û mezhebî tê naskirin. Ev cihêrengî dikare hem bextewariyek çandî û civakî be, hem jî di hin şertan de bibe sedema pevçûnê. Lê li Sûriyê mezheb ne sedema bingehîn a şer bû, ew bû amûrek dewletên herêmî û navneteweyî ku heya roja îro tê bikaranîn. Lê rêzgirtina cihêrengiya mezhebî ji bo aştî û aramiya welêt pir girîng e.

Sûriyê yek ji wan welatan e ku di Rojhilata Navîn de bi cihêrengiya xwe ya etnîkî û dînî tê naskirin. Ev cihêrengî di mezhebên Îslamî, komên Mesîhî û olên din de xuya dibe. Di vê raporê de em ê li ser cureyên sereke yên mezhebên li Sûriyê, rêjeya wan, rolê wan di civak û siyaseta welêt de, herwiha bandora wan li ser rewşa nûjen a welat şîrove bikin. Di destpêkê de, divê were gotin ku piraniya gelê Sûriyê misliman in û di nav wan de mezheba Sunî herî zêde ye. Sunî ji sedî nêzîkî 70 heya 75 ji gelê welat pêk tînin. Ev kom li hemû herêmên Sûriyê belav bûne û di nav wan de Ereb, Kurd û komên din jî hene. Sunî bi giştî di dîroka Sûriyê de rolek girîng di bazirganî, perwerdehî û civaka giştî de lîstine. Ji aliyê din ve, komên Şîe jî li Sûriyê hene, lê rêjeya wan kêmtir e. Di nav wan de gelek caran komên wek Alewî tên zanîn. Alewî ji sedî nêzîkî 10 ji gelê Sûriyê ye, bi taybetî li peravên Rojava yên welêt (wek Laziqiyê û Tertûz) dijîn. Ev kom di siyaseta Sûriyê ya nûjen de rolek pirr girîng heye, bi taybetî ji ber ku gelek serokên siyasî ji vê mezhebê hatine.

Herwiha, komên din ên Îslamî wek Dirzî jî li Sûriyê hene. Dûrzî ji sedî nêzîkî 3 ji gelê welêt pêk tînin û zêdetir li herêma Jabal al-Dirûz (li başûrê welêt) dijîn. Ev kom bi xwe re ol û kevneşopiya taybet heye û di dîroka Sûriyê de bi berxwedan û parastina xwe tê naskirin. Ji bilî komên Îslamî, Sûriyê welatek e Mesîhî jî tê de hene. Berî şerê Sûriyê, rêjeya wan ji sedî nêzîkî 10’an bû, lê piştî şerê 2011’an ev rêje kêm bûye ji ber koçberî û rewşa ewlehiyê. Di nav komên Mesîhî de, gelek mezheb hene wek Ortodoks, Katolîk û komên din. Ev kom ji dîrokeke dirêj li herêmê hene û beşek girîng ji mîrasa çandî û dînî ya welat pêk tînin. Di heman demê de komên olî yên biçûk jî li Sûriyê hene. Di nav wan de Yezidî tên zanîn ku bi taybetî li bakurê welêt dijîn. Her çendî rêjeya wan pir kêm e jî, lê ew jî beşek ji cihêrengiya olî ya welêt ne. Di heman demê de, komên din wek Ismailî jî li hin herêmên welêt dijîn.

Mezhebperestî li Sûriyê

Di şerê xwînî yê Sûriyê de ku ji sala 2011’an vir ve berdewam dike, mezhebperestî derketiye holê ku gelek kes wê bi reh û hûrguliyên şer şîrove dikin. Lewra hin kes bawer dikin ku şerê Sûriyê ji teqîna 15 salan a tengezariya mezhebî wêdetir tiştek nebû. Lê gelo ev mezhebperestî bi rastî jî çirûska ku şer pêxist, an jî tenê agirê gur ê ku ji hêla şerê berdewam ve hatiye geşkirin û ji hêla rejîmê ve hatiye bikar anîn bû? Ji bo bersiva vê pirsê, divê em sedemên rastîn ên şoreşa Sûriyê û bûyerên wê û ka nasnameyên mezhebî çawa bi şer re têkilî danîne, lêkolîn bikin. Wêne ne reş û spî ye, ew tevlîheviyek a rehên kûr ên siyasî, aborî û civakî ye ku bi nakokiyên mezhebî ve girêdayî, ne ku berî şer bêçalak bûn û dûv re di dema şer de derketin holê.

Mezhebperestî di şerê Sûriyê de

Dema ku şoreşa Sûriyê di sala 2011’an de hat lidarxistin, ew qet ji hêla mezhebî ve nehat ajotin. Sûrîyî ji hemû beşên jiyanê piştî 10 salan desthilatdariya otorîter, bi bandora pêla tiştê ku wekî “Bihara Erebî” li herêmê hat zanîn, derketin kolanan û daxwaza azadî, rûmet û baştirkirina şert û mercên jiyanê kirin. Di destpêka şoreşê de, xwepêşanderên aştiyane li ser slogana yekîtiya neteweyî û nasnameyek neteweyî ya yekgirtî bû, ev yek jî eşkere bû ku cûdahiyên mezhebî ne hêza sereke ya li pişt xwepêşandanên gel bûn. Bingeha şoreşê serhildanek giştî ya gel li dijî zor û gendeliyê bû, ne li dijî komek taybetî. Xwepêşanderan dixwestin ji dîktatoriyê xilas bibin bêyî ku girêdayîbûna mezhebî ya serokê rejîmê çi be. Rast e ku kontrola dezgehên tepeserkirinê yên dewletê ji hêla endamên mezhebek taybetî ve dihat kirin û ev yek di nav gelek kesan de hestek çêkir ku rejîm mezhebî ye. Lêbelê, rejîm bi xwe ne di serî de sîstemeke olî an mezhebî bû, sîstemeke otorîter bû ku ji aliyê malbata Esed û derdora wê ya nêzîk ve dihat birêvebirin.

Pirên baweriyê yên mezhebî hatin xerakirin

Bi veguherîna şoreşa aştiyane bo pevçûneke çekdarî û şerekî tevahî, kabûsên herî xirab ên mezhebperestiya veşartî, derketin holê. Di salên şer de, welat şahidiya binpêkirinên hevbeş û êrîşên bi xwezaya mezhebî ji aliyê aliyên cûda ve kir, vê yekê pirên baweriyê di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de xera kir. Raporên nûçeyan ên li ser komkujiyan, paqijkirina etnîkî, koçberkirina bi zorê, revandin û şîdeta cinsî li ser bingeha nasnameya olî belav bûn. Tawan û binpêkirinên weha hestên tirs û nefretê di navbera mezheban de kûrtir kirin û hêviyên ji bo lihevhatinek qels kirin. Agirê nakokiyên mezhebî ji hêla gotinên nefretê û teşwîqkirina mezhebî ve ku bi şer re dihat, bêtir hate gur kirin. Bi vî rengî, şerê Sûriyê nakokiyên mezhebî li Sûriyê pêş ket.

Mezhebên Sûriyê bi salan bi hev re dijîn

Cihêrengiya mezhebî li Sûriyê ne tenê taybetmendiyek civakî ye, belkî di siyaseta welêt de jî bandorek mezin heye. Di demên dawî de, bi taybetî piştî destpêka şerê Sûriyê di sala 2011’an de, ev cihêrengî bûye yek ji faktorên girîng ku bandor li ser pevçûnên navxweyî kiriye. Her çendî sedemên şeran  pir in (wek siyasî, aborî û civakî), lê cihêrengiya mezhebî jî di hin rewşan de wekî faktorek zêde tê dîtin. Lê divê were zanîn ku berî şerê Sûriyê bi gelemperî wek civakek ku mezhebên cuda bi hev re dijîn tê naskirin. Di gelek bajaran de ji mezhebên cuda bi hev re di heman herêman de dijîn û têkilîyên civakî yên baş hebûn. Ev têkilî di dîroka dirêj a welêt de pêşve çûne.

Dewletên navxweyî û navnetewî cihrengiya Sûriyê kirin xizmeta berjewendiyên xwe

Di Sûriyê de, cihêrengiya mezhebî ne tenê taybetmendiyek civakî ye, herwiha di siyaseta welêt û têkiliyên herêmî de bûye amûrek girîng. Lê dewleta Sûriyê û dewletên derve ev cihêrengî ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne. Rêjîma Sûriyê ya têkçûyî û hikumeta demkî ya niha jî di gelek deman de stratejiyek ku tê gotin “parçe bike û rêve bibe” bikar anîye. Ev stratejî li ser vê yekê ye ku komên civakî ji hev dûr bike, da ku nikarin bi hev re li dijî desthilatê rawestin.

Rola dewletên derve

Şerê Sûriyê ne tenê navxweyî bû, lê bû şerek herêmî û navneteweyî. Ji ber gelek welat li gorî berjewendiyên wan destê xwe kirin vî şerî de.

Mezheb wek amûrê propagandayê tê bikaranîn

Di şerê Sûriyê de, mezheb bûye amûrek propagandayê ku rêjîma têkçûyî xwe wek parastina komên biçûk nîşan da.

Opozîsyon hin caran xwe wek parastina Sinî nîşan da. Medyayên herêmî û navneteweyî jî ev cihêrengî zêde kirin. Ev jî bûye sedem ku ne tenê şerê siyasî, lê şerê mezhebî jî bihêz bibe.

Encam û bandor

Bikaranîna mezhebê di siyaseta Sûriyê de gelek encamên girîng hene ew jî ev in: Civak ji hev hat parçekiri. Têkiliyên civakî xerab bûn û bi milyonan kes koçber bûn. Ji ber van sedeman heya niha kirîza Sûriyê nehatiye çareserkirin û şoreş derbasî şer bû, herwiha gelek wêraniyên mezin di Sûriyê de ji sala 2011’an heya niha hatine kirin. Ji ber heya niha hemû desthilatdarên Sûriyê cihrengiya Sûriyê naparêzin û aliyekî didin pêş, ev jî dihêle şerê mezhebperesiyê pêş bikev. Piştî têkçûna Esed, hêvî hebû ku hikumeta nû vê yekê pêk neyîne, lê wê jî ji zihniyeta rejîmên berê xerabtir xist meriyetê û nebû malê hemû mezheb, ol û pêkhateyên Sûriyê. Lê pêwîstiya Sûriyê bi guhertina vê yekê heye, bi taybet di roja îro de ku mezhebperestî pêş ketiye, divê were rakirin, ji ber bandorên xwe li ser hemû aliyan heye.

Encama giştî

Di encamê de, dikarin bibêjin ku Sûriyê welatek e ku bi cihêrengiya xwe ya dînî û mezhebî tê naskirin. Ev cihêrengî dikare hem bextewariyek çandî û civakî be, hem jî di hin şertan de bibe sedema pevçûnê. Ji ber vê yekê, têgihiştin û rêzgirtina cihêrengiya mezhebî ji bo aştî û aramiya welêt pir girîng e. di heman demê de di dawiyê de, dikare were gotin ku li Sûriyê mezheb ne sedema bingehîn a şer bû, lê bû amûrek ku hem dewleta navxweyî hem jî hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Ev jî şer dirêjtir kir û alozya wê zêde kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.