Farûk Sakik
Newroza sala 2026’an ji aliyê bi milyonan kesan ve hat pîroz kirin. Li her qadê rengek û dengek cûda hebûn. Lê ya herî girîng di hemûyan de rihê Kurdistanî hebû.
Raste, Newroz xwedî gelek vateyan e. Newroz bi rengên cûda tên pîrozkirin. Lê hetanî gihîşt esas maneya xwe bedelên giran jî hatin dayin.
Agirê Newrozê yê B.Z. di 612’an de ji aliyê Kawayê Hesinkar ve piştî têkbirina Dehaqê zalim vêket, bi hezaran sal e her tim wek cejna berxwedanê ya gelê kurd tê pîrozkirin. Her sal 21 Adarê roja Newrozê wek rojek şahî dihat pîrozkirin. Newroz wê demê şahiyek li dora agir bi reqs û govend bû. Aliyê Newrozê yê serhildanê nedihat zanîn. Bi tenê digotin, di dîrokê de ev roj kurdan dibin pêşengtiya Kawayê Hesinkar de, li dijî zilimkar Dehaq serîhildaye. Dawî li zilma wî aniye û ewroj bûye cejin.
Di salên borî de anjî di demên kevin de wek şahiyek dihat pîrozkirin. Aliyê Newrozê yê netewî zêde dernediket pêş. Wek cejnek bû.
Her wiha di salên bêdengiyê de ji ber zextên rejimê jî, cejna Newrozê li gelek deveran hatibû jibîrkirin. Heta salên dawîn jî li gorî atmosfera polîtîk tenê komên siyasî vê cejnê pîroz dikirin. Û li dora agirê Newrozê govend digerandin. Çend dirûşmeyên Kurdistanî jî ji bajaran dûr li lutkeyên çiya bilind di bû.
Lê aliyê Newrozê yê netewî nedihat zanîn. Mixabin dijmin û dagirkerên Kurdistan beriya me, bi aliyê wî yê netewî hesiyan.
Dijmin, di çîrok-mîtolojiya Newrozê de motivên neteweyî dîtibûn.
Kurd di 21’ê Adarê de derdiketin serê çiya, agir pêdixistin û li dora vî agirî govend digerandin. Li hin herema jî diçûn seyranê. Û ev yek çima dijmin aciz dikir?
Lê wan dizanibû rojek Kurdên vateya vê rojê biguhêrine roja serhildana Kurdan. Roja destpêka têkoşîne. Roja destpêkirina armancên xwe.
Bi Mazlum Dogan re ev pîrozbahî û vateya vê rojê hat guhertin. Mazlûm Dogan li ser vê rojê lêkolînek kûr û bi wate kiribû. Di encama vê lêkolînê de dîtibû ku ew roj destpêka serhildaniye. Kawa ew roj pêngava rizgariya ji bin zilma Dehaq dabû destpê kirin û bi demê re biserketibû
Mînaka çalakiya Mazlûm Dogan a roja Newza 21’ê Adara 1982’an jî wiha ye. Ewroj li zîndana Amedê starta berxwedanê da destpêkirin.
Ji wê rojê hetanî roja me, hersal di Newrozan de hedefek didinpêş xwe. Hevalên Mazlûm Dogan, tevgera azadiyê li Newrozê xwedî derketin. Vateya Newrozê bi hemû Kurdan dane fahmkirin.
Ev bi milyonan Kurdên îroj li qadên pîrozbahiya ku tên cem hev heger aliyê Newozê yê sekna siyasî esas negirtina, wê herkesê li mala xwe, li gundê xwe, li çiyayê xwe wek komek biçûk pîroz bikirina.
Pîrozbahiyên ku bi salane dijmin dida tirsandin ev Newrozên girseyî bû. Ji bo vê yekê pîrozbahiyên girseyî dihatin qedexekirin.
Ev dijminên Kurdistanin tê fahmkirin. Lê hin alî-kes bi israr pîrozbahiyin girseyî siyasî-îdeolojîk dibînin. Dixwazin alternatîf pîrozbahiyan mêjuyê civakê şêlû dikin lidarbixin.
Îsal di pîrozbahiyan de temaya yekitiya netewî derdiket pêş. Di pêvajoya şerê Rojavada ew rihê ku Kurdistaniyan derxist qadan, heman rihî wan derbasî qadên Newrozê jî kir.
Heger Kurdistan azadbûya û li pêşiya wan tu hedefên azadiyê nemana Kurdan wê bi tenê wek şahiyek pîroz kirina. Wê motîfên siyasî cîh negirtina. Lê ne wisaye hên statuya Rojava nehatî mîsogerkirin. Rojhilatê Kurdistan di germehiya şerê Îran-Îsraîl-Amerîka de ye. Li Bakûr aqûbeta pêngava aştî û civaka demokratîk hên nediyare.
Her tişt li aliyek, Newroza 2026’an bi armanca xwe hat pîrozkirin.






