Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nameyên pîrozbahiya Newroza 2026’an: Banga xurtkirina yekîtî û aştiyê

25/03/2026
in ROJEV
A A
Nameyên pîrozbahiya Newroza 2026’an: Banga xurtkirina yekîtî û aştiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê bi beşdarbûna bi hezaran hat pîrozkirin û hîn jî tê pîrozkirin. Newroza îsal çoşa xwe ji salên çû, hîn zêdetir û mezintir hat pêşwazîkirin û tê de gelek nameyên girîng ên ku banga yekîtî, aştî, demokrasî û hevgirtinê dikin, hatin xwendin.

Newroz li Kurdistanê ji bo Kurdan ne tenê wekî serê salê yan hatina biharê ye, lê wekî sembola man û nemanê, nasname û berxwedanê tê dîtin. Ev cejn di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de xwedî bandoreke kûr e. Di pîrozbahiyên Newrozê de daxwazên mîna naskirina nasnameya Kurdî, zimanê dayikê û statûya siyasî derdikevin pêş. Newroz gelek caran dibe qada deklarasyonên girîng ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd û bangên ji bo aştiyeke mayînde. Newroza 2026’an jî bi çoşekî gelekî girseyî piştî pêvajoyên giran hatin geşkirin û pîrozkirin, li her derê bi hezaran Kurd herkîn qada û qada Newrozê bi rengê Kurdisatanî xemilandin. Di heman demê de di Newrozê de gelek name û pîrozbahiyên cuda cuda ji aliyê gelek navdar, siyasetmedar, partî û kesayetên Kurd ên giştî û jin li ser asta Kurdistanî hatin dayîn. Di hemû nameyan de ya ku balkişandin li ser hatibû kirin, avakirin û xurtkirina yekîtiya gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê bû. Hin ji naveroka nameyên girîng jî ev in:

Nameya Rêber Apo

Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan û avakirina neteweya demokratîk de zêde dibe. Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe. Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn. Pêvajoya ku me di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekîtiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne. Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hember her cûre şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

Newroza 2026’an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihe firsendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn. Wate û hêza Newrozê wekî ‘niha’ derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne. Newroza 2026an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire. Cejna Newrozê, wekî di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe, bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nuhabûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike. Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihat pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnekê yan jî utopyayekê temsîl dike, ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û pêşketî temsîl dike. Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin. Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin û em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû ya azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.

Em felsefeya ‘Jin, Jîyan, Azadî’ di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn an teorî ye, ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîkî. Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û kevneşopiya dostaniyê û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin. Em dikarin bi dawîanîna dabeşbûnên etnîkî û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekîtiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û biratiyê vê yekê pêk bînin.
Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî ruhê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.

Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.

Mimkun e ku mirov bi ruhê yekîtiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Eger em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekîtî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê, aştî û yekîtiyê geş bike. Newroza 2026an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekîtiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vî ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî “Roja Nû” were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.

Nameya Bafil Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Peyama Bafil Talabanî wiha ye: “Silav Kurd û Kurdistan, silav hevalên hêja, silav zarokên xweşik ku niha li wir sekinîne, silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok. Cejna we ya Newrozê pîroz be, îşelah tim di cejnê de bin. Di vê dema hesas de ku girîng e, yekgirtîbûna me ye, yekgirtîbûna hemû Kurdan e yekgirtîbûna her çar parçeyê Kurdistanê ye. Silaveke taybet, rêzeke taybet ji bo hemû aliyên ku beşdarî projeya aştiyê ya heval Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Îşelah di demekî herî nêz de têm xizmeta te heval Apo. Îşelah bername û plana te em ê bi hev re biqedînin. Îşelah di demekî nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin. Hûn hemû dizanin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tim bi we re bûye. Niha sozekê didim we her tim ji bo we dibe her tim ji bo we xebat dike û her tim li ser serê min û çavên min. Hûn bi xwe jî dizanin ku xwezayeke min heye ya ku dibêjim bi cih tînim. Soz didim we hemûyan. Saleke din hûn ê min bi video nebînin. Ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn. Cejna we pîroz be. Li ser ser û ser çavan.”

Nameya girtiyên siyasî

Meşaleya azadiyê ku di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de li dijî darbeya 12’ê Îlonê ya faşîst li zindanan bilind bû, li çiyayên Kurdistanê vegeriya têkoşîna mezin a azadiyê. Agirê bi vê berxwedanê mezin bû, ji gelan re bû ronahî. Bû romanek li ser zimanan digere û felsefeya Kurdên azad. Tevgera Azadiya Kurd her roj pêlên nû li kevneşopiya Newrozê zêde kir û têkoşîna azadiyê mezin kir. Serokatiya me Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kêlî bi kêlî honandiye û xebatên pratîk û polîtîk ên înşayê dane destpêkirin. Em di şexsê Serokatiya xwe de Newroza gelê xwe yê welatparêz, hêzên xwe yên gerîla, dostên xwe û hemû rêhevalên di zindanan de bi dil û can pîroz dikin. Em hemû rêhevalên di dema pîrozbahiyên Newrozê de şehîd ketine bi rêzdarî bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û soza serkeftinê didin.

Nameya Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand Amedê, name wiha bû:

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne. Newroz sembola vejîn û îradeya jiyanê ye. Her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku hertim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê. Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya herdu gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike. Em pir ji kevnde cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin.

Nameya Mesrûr Barzanî

Serokwezwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Newrozê û Sersala Kurdî peyamek belav kir û cejn li hemû Kurdistaniyan pîroz kir û wiha gotibû: “Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em dê hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ya ji her metirsiyê bi kar bînin. Newroz ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftin, azadî, rûbirûbûna zordaran, hatina biharê û destpêkirina jiyaneke nû ye.”

Nameya Mesûd Barazanî

Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye mizgîniya destpêkeke nû û hêviyeke nû. Newroz serkeftina li ser zordar û zehmetiyan e. Ev yek wekî çandeke dewlemend a têkoşîna ji bo gihîştina bi aştî û azadiyê, di dîroka gelê Kurdistanê de rîşalên xwe kûr berdane. Di vê rewşa hestiyar û dîrokî de, ji her demê zêdetir pêwîst e aliyên siyasî hevaheng bin û alîkariya hev bikin. Ez hêvî dikim Newroza îsal ji bo aliyên siyasî bibe destpêka yekrêzî û biratiyeke zêdetir. Ez hêvî dikim gelên herêmê jî dûrî şer û aloziyan karibin di aştî û aramiyê de bijîn.

Hêjayî gotinê ye ku li her derê di êvara newrozê de gelê Kurd berê xwe dan goristanên şehîdan ên ku bi saya wan Newroz bi aramî û serbilindî tê pîrozkirin û mûma li ser gorê wan pê xistin. Ev yek nîşaneya ku şehîdên me zindî ne û em Kurd bi wan re hem şahî û hem şînî pîroz dikin, ji ber ew qehremanên Kurdisatanê ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.