Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Emîne Osê: Destkeftiyên jin ne mijara niqaş û bazarê ne

25/03/2026
in JIN
A A
 Emîne Osê: Destkeftiyên jin ne mijara niqaş û bazarê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongre Star Emîne Osê diyar kir ku ew weke rêxistinên jin yên sivîl, siyasî û leşkerî tekez dikin ku mafê jin û destkeftiyên jin a 14 salan me bi dest xistî, ne mijara niqaş û bazara ne.

Jinên Sûriyê û bi taybet jinên Kurd ev 14 salan di nava têkoşîneke mezin de ne, ji bo jiyaneke azad û parastina mafê tevahî jinan di nava berxwedaniyê de ne. Di pêşeroja Sûriyê de û di nava destûra Sûriyê de eger parastina mafê jinê neyê kirin û were paşguhkirin wê Sûriyek azad û aştiyane ava nebe.

Di vê çarçoveyê de Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongre Star Emîne Osê ji Rojnameya me re axivî.

‘Têkoşîn ji bo jiyaneke azad û birumet e’

Emîne Osê destnîşan kir ku ev 14 salin gelê Sûriyê di nava têkoşînekek mezin dene û wiha got: “Encamê vê têkoşînê xwasteke guhertina rêjîma dîktetor, di heman demê de xwasteka wan  jiyanek azad û bi rumet bû. Di nava Sûriyê de taybetmendiya herêmên Kurdî hene, herêmên Kurdî di milê rêveberî û siyasî de xwe birêxistin kirin. Herwiha di milê xweparastinê de jî taybetmendiyek me ya cûda heye, guhertina rêjîmê ku çêbû di encama lihevkirina herêmê û navneteweyî, li gorî berjewendiya xizmeta sîstema desthilatdar a cîhanî bike, li ser wê esasê rêjîma Baas hate ruxandin û hikumeteke nû hate ser desthilatdariyê. Ne hikumeteke ku xwasteke gelê Sûriyê ji bo rumet û kerameta wan biparêze, lê belê hikumeteke ku careke din hişmendiya navendîbûya hişk bi zor û awayê leşkerî serweriya xwe li ser hemû xaka Sûriyê ferz bike û taybetmendiya herêman negire ber biçav derket pêş. Di encamê de, di nava salekê de bi hezaran ji gelê Kurd, Elewî li Berava Sûriyê û durzî li Siwadê hatin qetilkirin. Herwiha yê ku zêde bûne qurbaniya hişmendiya cîhadperestiyê jin bûn, hemû binpêkirin di mafê jinê de rawa dibînin.”

‘Ji bo hikumetek nû hatina ser desthilatdariyê lekeyeke reş bû’

Emîne Osê da xuyakirin ku di hemû komkujiyên ku hatine kirin de ranewestiyan û wiha domand: “Bi hemû hewildanên xwe yê hundîrin û derve xwastin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Li ser vî esasî hem Şûvînîzma Erebî kirin dewrê di heman demê bi piştgiriya hikumeta demkî û istixbaratê hikumeta AKP’ê ya Tirkiya êrişê ku 6’ê Çileyê hate ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwastin mesajekê bidin herêmên Rêveberiya Xweser eger ku hûn teslîm nabin tenê rêya qirkirinê li pêşiya we maye, ji bo wê jî bi hejmareke zêde tang, top, leşker, çete û erebên şûvînîst ku tenê mebesta wan talan û wêrankirine berê xwe dan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di encamê de 4 rojên berxwedaniyek bi rumet, bi pêşengtiya heval Ziyad û Deniz hate kirin.

Li pêşiya raya gîştî a cîhanê cenazeyên sivîlan û şervanên YPJ ji avahiyan de avêtin, şewidantin û hejmareke mezin hatin dîlgirtin. Ev weke serkefitina xwe îfade kirin, lê mixabin ji bo hikumeteke nû hatiye ser desthilatdariyê weke lekeyeke reş wê di dîroka wan de bimîne, di vê yekê de sînordar neman, lê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser, di gelek herêman de Rêveberiya Xweser hewildan ku xwe ji şer dûrbixînin û di nava herêma de şerê navxweyî çênebe û nebe şerê Kurd û Ereban li ser vê esasê ji herêmên Reqa, Tebqa, Dêrezor û hwd vekşiyan û hêzên QSD’ê nexwastin têxin şerekî bi vî awayî. Lê mixabin li hember xwasteka wan rêzdarî û pîvanê şer nehatin esas girtin, dîsa careke din kuştin, dîlgirtin û pêla şûvînîzma Erebî li ser mal, milk û gundên Kurdan li ber bi çav hatin kirin. Li hember van êrişan helwestê gelê Kurd gelek xort bû, hem li Rojava û sê parçeyên din ê Kurdistanê di milê siyasî û xwepêşandanan de gelê Kurd weke mijarê hebûn û tunebûnê dîtin. Eger gelê Kurd bê deng maba, wê carekedin di dîrokê de qetilama li ser Kurdan dûbare bibe yan jî wê li berxwe bidin û şer rawestînin. Helwesta gelê Kurd ya netewî hişt ku ev êriş rawestin.”

‘‘Di nava guhertinên ku di Sûriyê de çêdibin jin nayên dîtin’’

Emîne Osê tekez kir ku di bin zexta helwesta gelê Kurd de lihevkirina 29’ê çileyê hate îmza kirin û wiha pê de çû: “Ev lihevkirin di bin zexta yan qirkirina ya teslîmiyet bi vî awayî hikumeta demkî bi piştgiriya hêzên navneteweyî bû. Niha pêvajoya entegresyonê heye, lê di nava vê pêvojoyê de hewildidin ku taybetmendiyên herêmên Kurdan ra bikin, zimanê Kurdî weke zimanê fermî girtina dest ne tenê di destûra ku hikumeta demkî derxistî ku 2 seatan bi hilbijartin were xwandin, mafê gelê Kurd ne tenê komîteya ku niha niqaş dike di encamê de konferanseke neteweyî çêbû, komîteyek derket ku maf û doza gelê Kurd sereke bê girtin, di nava encamnameya konferansa netewî de jin û ciwan weke perensîbê me yê sereke de di nava hemû guhertin û veguhertinên ku di Sûriyê de çêdibin ciheke wan ya taybet hebe. Lê di nava hemû guhertinên ku di Sûriyê de tên çêkirin, em weke jin dibînin ku paşguhkirina rola jin heye, destgeftiyên jinê ya 14 salan ji nedîtî ve tên dîtin, di haman demê de hemû destkeftiyên jin heya niha em tu gerantiyê nabînin.

Me di raghandina destûrê Sûriyê de dît ku tu cihekî taybet ji jinê re nehat dîtin. Di hemû zagonên ku derketine de jin hatiye paşguhkirin heta ku neheqiya li ser jinê tê hêzkirin. Ji bo vê yekê em weke kongre Star xwedî tecrûbeya sala, bi hemû rêxistinên jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re konferansek liderxist ku jin di nava entegresyonê de wê çawa be, di nava qada de rewşa wê çawa be, çi erkan bigire û hejmara wan wê çiqas be di heman demê de di milê siyasî de wê rola jin çi be, di mijara destrûra ku were nivîsandin de wê hebûna jin, pênasekirina mafê jinê bi dest û hişmendiya xwe wê çawa be. Pêwîste di pêşerojê de taybetmendiya jin di zagon û destûre de were pênase kirin ku jin bikaribe di hemû qadê avakirina Sûriyek demokratîk de xwedî rolek be ev ji bo me gelek girînge.”

‘Mafê jinê ne mineteke ku kes bi xêra xwe bide me’

Emîne Osê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di Mijara parastin û hêza jin de, ji ber ku li hember hişmendiya cîhadperest û netewperest ne mûmkîne ku em baweriyê bidin ku jin bê parastin bimîne. Eger hêzê me yê parastinê xwedî cihek rawa di nava artêşa Sûriyê de nebe, ev mijar girînge ku me di kanferansê de niqaş kir, encamê ku ji vê konferansê derkevin wê weke dosyeke li hemû rêxistinên jinan were belavkirin û li ser vê esasê têkoşîna xwe ya rawa bikin heya ku mafê xwe di pêşeroja Sûriyê de misoger bikin. Gelek girînge û divê wê pêvajoya ku jin niha tê re derbas dibe qebûl û neslîm nebe, hemû hewildanên xwe di milê siyasî, destûrî û xweparastinê de xwedî cihekî ber bi çav be. Yekîneya parastina Jin ku bala hemû cîhanî kişand ser xwe ji bo xwasteke pêşroja Sûriyê şoreş kirin, ne mumkine ku em vana di koşeke dîrokê de bihêlin û bal nekşînin ser û ji bo misogerkirina van di destûrê de em dest jê berdin.

Em weke rêxistinên jin yê sivîl, siyasî û leşkerî tekez dikin ku mafê jin û destkeftiyên jin a 14 salan me bi dest xistî ne mijara niqaş û bazara ne. Herwiha mafê jinê ne mineteke ku kes bi xêra xwe bide me, mafê ku em bi hêz, hevgirtin û dest xwe bidest bixin. Di heman de mafê me ne zilam bi hişmendiya xwe pênase bike, em jin mafê xwe di zagona rawa de ya ku di demê pêş de derkeve em xwe bi xwe pênase bikin, herwiha komîteyê destûrî yên ku çêbibin beşdarbûna jin, misogerkirina maf û taybetmendiyên jin em girîng dibînin, mebesta me ji  kanferansa ku hat lidarxistin  evin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.