Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo Newroz tê pîrozkirin

24/03/2026
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo Newroz tê pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan qada pîrozbahiya Newrozê û şahiyê bi dirûşmeya “Em ê Newrozê bikin azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan” Newrozê pîroz dikin.

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo ji seatên sibehê de berê xwe dan qada pîrozbahiya Newrozê li Stadyûma 12’ê Adarê û bi dirûşmeya “Em ê Newrozê bikin azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan” Newrozê pîroz dikin.

Şêniyan bi cil û bergên Kurdî, hildana al û sembolên Kurdî berê xwe dan Stadyoma 12’ê Adarê ya ku Newroz lê tê pîrozkirin. Herwiha cihê pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer, wêneyên Rêber Apo, Mezlûm Dogan, şehîd Ziyad Efrîn herwiha şehîdên taxa Şêxmeqsûd, şehîd Ehmed Hêmin her wekî din alên Yekîniyên Parastina Gel YPG’ê, Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Di heman demê de li qada Newrozê pankartên ku nivîsên “Berxwedan jiyan e, Yekîtî hêz e”, “Em ê berxwedana Şêxmeqsûd bikin binghea Yekîtiya Niştimanî”, Bi roniya agirê Newrozê em ê azadiya gelan mîsoger bikin, “Bi ruhê Newrozê em ê komploya li dijî gelê me têk bibin”, Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat yeke” û “Bi yekîtiyê em ê azadiya xwe biserbixin” hatibûn hildan.

Şahiya Newrozê jî bi axaftina pêşkêşvan Delîl Doxan û Nesma hat deskpêkirin ku wan bixêr hatina şêniyan kirin û Newroz li hemû şehîdên azadiyê û malbataên şehîdan pîroz kirin.

Piştre bernameyê Newrozê bi rawestandina deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin. Dûvre agirê Newrozê ji hêla dayikên aştiyê hat pêxistin.

Paşê bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em bejna xwe li hember keda Rêber Apo û keda şehîdan ditewînin. Em bi hêvî ne ku Nerwoz bibe wesîleyek ji bo ku em ji zordariyê rizgar bibin. Ji hezarên salan ve û tevî hovîtiya ku li hember gelê kurd pêk hat, gelê Kurd karîbû parastina xwe bike û bi saya qehremanên mîna Mezlûm Dogan ev Newroz gihaşt heya roja me ya îro.”

Banga lidarxistina Kongreyeke Neteweyî

Aldar Xelîl di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Newroz ne tenê şahiyeke, lê ruhê berxwedan û hebûnê ye. Gelek kesan dixwestina wateya Newrozê bighurînin, lê belê ev hewildan têk çûn, herwiha wê her dem bi vê ronahiyê bimîne. Ji bo ku em parastina vê mîrateyê bikin, divê yekîtiya niştimanî pêk were û em yekîtiya Kurdî ya demokratîk pêş bixin, da ku ev yekîtî di asta dirûşmeyan tenê nemîne, divê kongreyekî Niştimanî pêk were û hêzeke hevbeş derkeve pêş, ji bo ku em parastina xwe ji van kaos û aloziyên heyî, bikin. Eger ev yekîtî pêk bê em ê bibin yên herî pêş di avakirina Sûriyeke demokratîk de, di wê demê de wê Kurd bibin pêşengên şoreşa demokratîk li Rojhilata Navîn.”

‘Agirê Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê hat pêxistin’

Di heman demê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axaftin kir û wiha bilêv kir: “Ev rojeke nû û jiyaneke nû ye, agirê Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê hat pêxistin, dijmin dixwest me qir bike, lê em hene û berxwedana me bû sembol ji bo cîhanê tevî. Em bejna xwe li hemeber alên ku di bin wan de zarokên me şehîd ketin ditewînin. Berxwedan Jiyan e û azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan.”

Bi berdewamiya bernameya şahiya Newrozê gelek kom û hunermendan berhemên xwe yên mûzîk û guvendê pêşkêş kirin. Ji kom û hunermendên ku tevlî şahiyê bûn: Koma Botan, Koma Ş.Sakîne mûzîk, Koma Ş.Welat ya guvendê, Koma Ş. Hêva ya mûzîkê, huneremnd Danîş Botan, Sefqan Orkêş, Newroz Efrîn û Raman Darî.

Hêjayî gotinê ku şariya Newrozê gerek di 21’ê Adarê de hatiba li dar xistin, lê ji ber sedemên avhewayî hatibû tolaq kirin. Herwiha îro li gelek deverên din ên Rojava di heman demê de tên pîrozkirin.

Newroza We Pîroz Be

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.