Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişên Îsrail-DYA li dijî Îranê herêmê ber bi kirîzeke dijwar ve dibe

24/03/2026
in NÛÇE
A A
Êrişên Îsrail-DYA li dijî Îranê herêmê ber bi kirîzeke dijwar ve dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şerê Îran û DYA-Îsrail ku beriya 25 rojan dest pê kiribû bi hemû hêza xwe dewa dike û li ser Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bandoreke neyênî dike.

Şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de 25 rojin dewam dike, Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) derbarê rewşa şer ya di 24 saetên dawî de agahî parve kir.

Li gorî rêxistinê di nava 24 saetên dawî de, li 15 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 206 êriş pêkhatine.

Hate gotin di êrişan de baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, bîrên petrole û çavkaniyên bin erd yên atomî hatine hedef girtin.

Hate gotin di nava 24 saetên borî de, di encama êrişan de welatiyek jiyana xwe ji dest daye, yek jê jin, 3 jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, piraniya êrişan li ser Tahran, Elburz, Esfehan, Bender Ebas, Qum, Buşehir, Mihemed Şehir, Şehir Tewrêz, Xuzistan û Xurem Abad pêkhatine.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên ne fermî, ji roja şer destpêkirî heya duh, hezar û 407 welatî mirine. Ji vê hejmarê tê gotin 214 zarok in.

Herwiha hezar û 167 endamên hêzên ewlekarî û leşkerî jî hatine kuştin.

Rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hêza xwe zêde dike

Li gorî agahiyên herêmê û medyaya Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îran hêzên xwe yên li herêmên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike.

Tê gotin di nava 3 rojên borî de, rejîma Îranê hêzek zêdetir li bajarê Merîwan, ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kudistanê, herwiha li çiyayên Surenê ku dikeve beramberî navçeya Seyîdsadiq ya Başûrê Kurdistanê, bicih kiriye.

Li gorî çavkaniyan, rejîm bi bicihkirina hêzên xwe ya li çiyayan, dixwaze xwe ji êrişên hewayî biparêze.

Zext û binçavkirinên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewame. Hat ragihandin ku di sê rojên borî de 5 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Rêxistina Mafên Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê di derbarê zext û binçavkirinên rejîma Îranê yen li dijî Kurdan de nûçeyek belav kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku di nava 3 rojên borî de 5 welatiyên Kurd yên xelkê Mehabad, Tehran û  Loristanê ne, bêy fermana dadwer bi êşkenceyê ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Serokê Amêrkayê careke din gef li rêjîma Îranê xwar

Serokê Amerîkayê gef li Îranê xwar û got; ‘‘Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de neyê vekirin em ê êriş bikin.’’

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump gef xwar ku eger Tengava Hurmuzê neyê vekirin wê êrişê bibin ser binesaziya enerjiyê ya Îranê.

Donald Trump ragihand ku eger Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de jinûve neyê vekirin wê êrişên nû bibin ser Îranê. Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek da û got, “Eger Îran ji vê kêliyê heta bi 48 saetan Tengava Hurmuzê bi temamî venek, DYE wê ji ya herî mezin destpê bike û êrişê bibe ser santralên enerjiyê û tine bike.”

Tengava Hirmiz

Li gorî nûçeya Daily Mail, keştiyeke nukleerî ya binê avê ya Îngiliz ku fuzeyên Tomahawk tê de ne, li Derya Ereb bi cih bûye.

Li qada navneteweyî Îngilistan, Elmanya, Fransa, Japonya û Koreya Başûr jî di nav de zêdeyî 20 welatan hewldana Îranê ya girtina Tengava Hurmuzê şermezar kirin û gotin, wê piştgiriyê bidin hewldanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna derbasbûna bi ewle ya ji tengavê.

Hatiye diyarkirin ku navên her pênc kesan, Awat Sorgulî, Îsmaîl Şukrî, Kiyanûs Emînî, Howyar Zehabî û Celal Elewî ne.

CENTCOM: Me 8 hezar hedefên leşkerî li Îranê têk birin

Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cropper diyar kir ku tevî 130 keştiyên Îranê wan li zêdetirî 8 hezar hedefên leşkerî xistine.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cropper ragihand ku di operasyonên li dijî Îranê de 130 keştî di nav de zêdetî 8 hezar hedefên leşkerî hatin xistin.

Cropper di vîdyoya nûjenkirina operasyonî ya hatî weşandin de derbarê êrişên DYA’yê yên li ser Îranê daxuyanî da.

Cooper diyar kir ku artêşa DYA’yê heta îro 130 keştî di nav de zêdetî 8 hezar hedefên leşkerî dane û ev tişt got: “Hêzên wan ên deryayî dernakevin deryayê. Balafirên wan ên şer ên taktîkî nafirin û şiyana wan a avêtina moşekan û balafirên bêmirov, ya ku di destpêka şer de di asteke bilind de bû, ji dest dan.”

Ji ber êrişan ziyanên mezin rû dan

Serokê Heyva Sor ya Îranê Pîr Huseyîn Kolîvend ragihand ku di êrişan de ziyan gihiştiye zêdetirî 70 hezar avahiyan.

Serokê Heyva Sor ya Îranê Oîr Huseyîn Kolîvend ragihand ku di êrişên Îsraîl-Amerîkayê de 251 navendên tenduristî û 498 dibistan jî di nav de ziyan gihiştiye zêdetirî 70 hezar avahiyên sivîlan.

Kolîvend eşkere kir ku di êrişên Îsraîl-Amerîkayê de zêdetirî 18 hezar sivîl birîndar bûne.

Rêjîma Îranê pêleke binçavkirina welatiyan da destpêkirin

Rejîma Îranê pêlek din a girtin û binçavkirina welatiyan daye destpêkirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku 220 kes li seranserê welat hatine binçavkirin.

Wezareta Îtlaatê ya Îranê binçavkirina hejmareke mezin ji welatiyan li welat qebûl kir. Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bîlançoya binçavkirina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li 26 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanû îranê 111 welatî bi hinceta ‘dijmin û neyarên welat’ hatin binçavkirin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha jî Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandibû ku kesên binçavkirî dê wekî ‘sîxur’ nêzîkatî lê werin kirin, lê ti belge nehatibûn weşandin ku nîşan bidin ew sîxurin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku di pêlek nû ya gef û binçavkirina welatiyan de, li parêzgehên Tehran, Elbûrz, Hemedan û Urmiyeyê herî kêm 220 welatî hatine binçavkirin.

Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku ev binçavkirin bi sûcê ‘şandina wêne û dîmenan ji medyayên biyanî re û hewldanên ji bo lidarxistina xwepêşandanan’ hatine pêkanîn.

Rewşa girtîgehên Îranê

Rêxistina Mafên Mirov ya Îranê eşkere kir girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn de dimînin ji xizmetguzariyên sereke yên jiyanî û tendirustiyê bêpar tên hiştin û metirsî li ser jiyana girtiyan zêde dibe.

Rêxistina Mafên Mirov ya Îranê di derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evîn de agahiyên nû parve kir.

Li gor rapora rexistinê, girtiyên jin yên siyasî li girtîgeha Evîn ji mafên xwe yên sereke yên jiyan û xizmetguzariyên tendirustiyê bêpar hatine hiştin. Hatiye diyarkirin ku gelek jinên girtî nexweşiyên wan yên cûda hene û pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî hene.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber nebûna xizmetguzariyên tendirustî û xwarina ne paqij, ji bilî girtiyên nexweş, rewşa girtiyên bi tendirust jî xirab bûne û metirsiyek mezin li ser tendirustiya girtiyan heye.

Di rapoê de hatiye diyarkirin ku li hin beşên girtîgehê de cihên razanê nîne, girtî neçar dimînin li ser erdê radizin. Her wiha xerciya xwarin, tendirustî û çavdêriya bijîşkî dixin li ser girtî û ev yek jî barê wan girantir dike.

Welatên Rojhilata Navîn Êrişên Îranê şermezar kirin

Bi tevlîbûna wezîrên derve yên 12 welatên Erebî û Îslamî yên Rojhilata Navîn, li paytexta Erebîstana Siudî civînek hat lidarxistin û têde êrişên Îranê yên li ser welatên herêmê hatin şermezarkirin. Tirkiye û Pakistan jî tevlî civînê bûn.

Li gor daxuyaniyek hevbeş a 12 welatên Erebî û Îslamî yên Rojhilata Navîn, duh li Riyada paytexta Erebistana Siudî bi tevlîbûna wezîrên derve yên; Azerbaycan, Behreyn, Misir, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Pakistan, Qeter, Erebistana Siudî, Suriye, Tirkiye û Îmaratê civînek hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku beşdarvanên civînê êrişên Îranê yên li ser baregeh û navendên dîplomasî, jêrxana aborî, deverên niştecihbûnê ya welatên herêmê wek êrişên dijminane binav kirine û gotine ku ti hincetek ji van êrişan re nîne. Her wiha hatiye diyarkirin ku beşdarvanên civînê dane zanîn ku mafê dewletên herêmê heye ku li gor madeya 51 a lihevkirina Neteweyên Yekbûyî parastinê li welatê xwe bikin.

Her wiha hatiye gotin ku beşdarvanên civînê daxwaz ji Îranê kirine ku demildest êriş û dijminkariya xwe bisekinîne û rêzê li yasayên navdewletî bigre û ji bo çareseriya qeyranan serî li dîplomasiyê bigre.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.