Mihemed Seydi
Newroz û Bûhare û bi hatina wê re sal nûye û Adare. Ji bo Kurdan Adar û Newroz xwedî wateyeke pir mezin in ku di vê rojê de her cih û dera wan dixemile. Di Newrozê de Kurd êşên xwe dijmêrin û datînin aliyekî û jiyana xwe didomînin. Kurd tariya zivistanê û sermeya wê ji bîr nakin, lê bi germahiya Bûharê re Kirasekî nû li bejin û bala xwe dikin. Kurd vê Newroz û Bûharê pêşwazî dikin û di nava wê de şehîdên xwe, berdêlên ku hatine dayîn, bajar û gundên xwe, ax û dar û baxên xwe bi bîr tînin. Erê, Bûhar û Newroze, cejn û kêfxweşiye, lê ev Newroz ji yên beriya xwe cudatire. Qehremanên vê Newrozê yên Nû hene ku ew jî kesayetên wek Ziyad Heleb in. Şehîdên Kurdan û zarokên dayik û bavan in.
Newroza 2026’an, di nava hêrsa rizgarkirina ciwanên Kurd ên êsîr de agirê wê tê pêxistin û bi çirûska şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê geş dibe.
Newroz li Kobanê tê pêşwazîkirin, lê Kobanî hîne di bin dorpêçê de ne û tirsa li ser vî bajarî hîne jî neqediyaye. Li Efrînê jî îsal agirê Newrozê tê pêxistin, lê hîne xelkê wê hemû venegeriyaye cih û warê xwe. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne wekî her sal pêşwaziya vê Newrozê dikin û li Helebê hîne gelek kesên ku hatine revandin agahî ji wan nayê girtin. Li Dêrazorê û Reqqa jî bi dehan ciwanên Kurd ku li ber bêbextiya hin serok û êlên Ereb ketin, hîne bê agahî ne û êsîrin di destê van koman de. Li Bakurê Kurdistanê Newroza pêvajoya aştiyê ye, lê heta niha hîne statûya Rêber Apo di bin perdeyê de ye û bi hezaran çalakvan û siyasetmedar girtî ne. Selhedîn Demirtaş hîne di zîndanê de ye û birîna Sûra Amedê, Silopî û Cizîrê hîne vekiriye û qêrîna Mihemed Tunc hîne di guhê me de ye. Hîne Kurd di nava malên xwe de li başûrê Kurdistanê ji ber şerê li herêmê û Mûşekên li nava Silêmanî û Hewlêrê dikevin, di nava tirsê de ne.
Birîn û êşa Kurdan wiha zêde û giran in, lê ev Newroz bi hestên Rojhilat û başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî geş in. Me dît ku çawa dema êriş li ser Rojava pêk hatin, başûr tev de herikîn ku vê hemû Kurd li dunyayê hestiyar kirin. Ev Newroz, bi geşbûna çalakiyên Kurdan li Ewrûpa ji bo Rojavayê Kurdistanê gur dibe. Lewma, mirov dikare bibêje ku Kurdan êşên zêde heta hatina Newrozê kişandin, lê di nava van êşan de yekîtî, hevgirtin û rizgarî jî hembêz kirin û hîs kirin. Ji ber wê, Newroza îsal wê gelek kaniyên nû bi xwe re biteqîne da Kurd ji ava rizgariyê têr avê vexun. Newroza 2026 li Kurdên Rojava û Rojhilat, Başûr û Bakur û Ewropayê pîroz be.






