Ayşa Silêman/Dêrik
Koçberên ji Efrînê yên ku li kempa Newroz bi cih bibûn diyar kirin ku ev cara çaremîne ku ji ber êrişan koçber dibin û wiha gotin” barê koçberiyê gelekî girane, em her di wê baweriyê de ne ku em ê careke din vegerin li ser axa xwe ji ber ku me gelek êş dît di bin van çadiran de.”
Gelê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de piştî berxwedaniyeke bê hempa neçar man ji cîh û warên xwe berdin û koçber bibin. Ji Efrîna rengîn ji axa pîroz berê xwe dan Şehba û li wir 7 salan jiyaneke zehmet dijiyan lê tevî wilo jî di dilê wan de hêviya vegerê hebû. Lê ev yek dilê dijmin hînik nekir bi êrîşên hovane berê xwe da Şehba û gelê Efrînê careke din barê koçberiyê hilgirtin û koçber bûn û berê xwe dan Tebqa û Reqa. Sedema êrişên dawî li ser gelê kurd, gelê Efrînê bi êşeke girantir ji şûna li warê xwe vegerin, careke din koçber bûn û berê xwe dan Hesekê, Qamişlo, Dêrik û gundewarên van bajaran. Niha jî sedema kêm derfetî rastî gelek êş û azaran tên, lê hêviya vegera Efrînê ji nû ve vejîn dibe, gelê Efrînê bi hestên gerim amadekariyên xwe dikin da ku vegera Efrînê bi çavên xwe bibînin.
Di derbarî vegera Efrînê û rewşa koçberan jinên koçber ên ji bajarê Efrînê Ewaş Xelîl û Zehra Bedir ji Rojnameya me re axivîn.
‘Barê koçberiyê gelekî girane’

Koçbera ji Efrînê Ewaş Xelîl da zanîn ku ew di rewşeke zehmet re derbas dibin û wiha got: “Temenê min 55 sal e ev 3 rojin ez di nav cihan de me û ji ber zor û zehmetiyên jiyanê û derfetên kêm ez nikarim berê xwe bidin gel tu bijîşkî jî. Ev cara 4‘an ku em koçber dibin û barê koçberiyê gelekî girane, em her di wê baweriyê de ne ku em ê careke din vegerin li ser axa xwe ji ber ku me gelek êş dît di bin van çadiran de. Tevî ku Rêveberiya Xweser hertim destek jî dide me li jiyan di bin çadiran de nayê debar kirin. Ev nêzî hevteyekî ye baran nesekinye tevî serma zêde jî çadira me tejî av bûye ez û keça xwe nexweş ketin. Me amadekaiyên xwe kirine da ku em careke din vegerin ser mal û milkên xwe û bihna buharê li Efrînê bikin, em bi hêviyêne ku ev koçberî bidawî bibe û şervanên me vegerin gel malbatên xwe da ku gelê kurd jî bi rehetî bijîn li welatê xwe, tevî hemû êrişên ku li ser me pêk tên jî lê em xwedî îradene û em ê bi serbikevin jî.”
‘Mirov li ser axa xwe şa dibe’

Koçbera ji Efrînê Zehra Bedir anî ziman ku li tu welatan jiyan di bin cadiran de debar nebûye û wiha got: “Mirov li ser axa xwe şa dibe, lê gelê Efrînê ev 8 salin kêfxweşî nedîtine ji bajarekî ber bi bajarekî ve koçber dibin û roj bi roj barên girantir hildigrin. Destpêkê em ji Efrînê koçber bûn û me berê xwe da Şehba 7 salan ji Şehba em ber bi Qamişlo ve hatin here dawiuyê jî em neçar man berê xwe bidin bajarê Dêrikê û li kempa Newroz bi cih bibin. Ji ber barîna zêde ji baranê çadirên me di bin avê de man û hemû zarokên me nexweş ketin, her diçe jiyan zehmettir dibe. Yek hêviya me heya ew jî zûtirîn dem vegera li Efrînê ye, em ê li ber xwe bidin heya ku em vê hêviyê pêk bînin.”






