Navenda Nûçeyan
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hişyarî dabû ku şerê li Rojhilata Navîn dikare di birçîbûna gerdûnî de rekoreke nû bîne û bêewlehiya xwarinê bigihîje asteke bilind.
Heke şerê li Rojhilata Navîn bidome, dibe ku bêewlehiya xwarinê ya gerdûnî bigihîje asteke rekorî ya nû. Ev jî bi xwe re jiyana bi milyonan dixe metirsiyekê de.
Berdewamiya şer wê nêzî 45 mîlyon kesan rûbirûyê bêewlehiya xwarinê bike
Cîgirê Rêveberê Giştî yê WFP’ê Carl Skau, li Cenevreyê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku heke pevçûn heta meha Hezîranê berdewam bikin, dibe ku nêzî 45 mîlyon kesên din bi bêewlehiya xwarinê ya mezin re rû bi rû bimînin.
Birîbûn metirsiyeke mezin e
Hate ragihandin ku ev zêdebûn dikare astên birçîbûnê li cîhanê bibe lûtkeya dîrokî. Li gorî analîza saziyê, heke bihayê petrolê di ser 100 dolarî re bimîne û şer berdewam bike, dê bi mîlyonan kesên din li wan 320 mîlyon kesên ku niha di bin bêewlehiya xwarinê ya mezin de ne, zêde bibin.
2022’an dîsa kirîza xwariyê derketibû û bandor li 349 mîlyon kesî kiribû
WFP’ê bi bîr xist ku rewşeke wiha di sala 2022’an de bi destpêkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê re hatibû jiyîn û wê demê krîza gerdûnî ya xwarinê bandor li 349 mîlyon kesî kiribû. Li gorî saziyê, di mehên pêş de dibe ku tabloyeke wiha dîsa derkeve holê.
Xetereyên herî girîng ên birçîbûnê li Rojhilata Navîn:
Bilindbûna pevçûnan: Şer û aloziyên leşkerî yên berdewam ajokera sereke ya zêdebûna bêewlehiya xwarinê ne, gihîştina alîkariyê asteng dikin û zirarê didin binesaziya çandiniyê. Ger şer heta nîvê sala 2026’an berdewam bikin, tê payîn ku 45 milyon kesên din jî bikevin nav lepên birçîbûna xirabtir.
Zêdebûna bihayê: Li gorî UN News, astengiyên veguhestina keştîyan li Deryaya Sor û rageşiyên li Tengava Hormuzê bûne sedema bilindbûna bihayên sotemenî û gubreyan, ev yek jî bûye sedema bilindbûna bihayên kelûpelan, bo nimûne li Somaliyê.
Girêdayîbûna bi hawirdekirinê: Li gorî UN News, gelek welatên herêmê bi giranî xwe dispêrin hawirdekirina genim û kelûpelên bingehîn (wek Sûdan ku ji sedî 80’ê genimê xwe hawirde dike), ev yek wan dike ku dema biha bilind dibin, krîzên xwarinê bixin xeterê.
Kêmasiya fînansmana (Temwîl) mirovî: Li gorî raporên, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê bi kêmasiyeke fînansmanê re rû bi rû ye, ku ev yek şiyana wê ya bersivdayîna bilez ji bo bi mîlyonan kesên hewcedar kêm dike.
Ji ber van hemû sedeman bircîbûna karîsetbarên mezin bi xwe re tîne, ya bingehîn jî di warê tenduristiyê de. Nebûna ewlehiya xwarinê dibe sedema xetereyên cidî yên tenduristiyê, di nav de kêmbûna xwînê (anemiya kêmxwînî), îshala kronîk û kêmbûna enerjiyê ya akût ku bandorê li fonksiyonên girîng ên laş dike.
Şer aştiyê nayîne, kirîz û bandorên mezin çêdike
Di vê çarçoveyê de her tim tê diyarkirin ku şer aştiyê bi xwe re naîne, lê kirîz û bandorên mezin çêdikin. Rojhilata Navîn û cîhanî jî, vê êşê her dem ji ber şer û pevçûnan dikşînin, yên dibin qurban jî mirovên bê sûc in. Ji ber her demkê li Rojhilata Navîn şer li cihekî derdikeve yan dîsa nû dibe. Ew jî dibe sedema kuştina bi hezaran ji mirovan, koçberî, wêranî û hwd… Di heman demê de li kêlek van windahiyan kirîzên aborî û jiyanî derdikev in. Di van salên dawiyê de ev yek bi awayekî berbiçav xwe dide pêş û her diçe rewş aloztir dibe.






