Navenda Nûçeyan
Li Nîjeryayê tundiya cîhadîstan ji sala 2009’an vir ve berdewam dike. Heta niha zêdetirî 40 hezar kes hatin qetilkirin û bi qasî 2 mîlyon kes koçber bûne. Di sala 2026’an de bi dehan komên DAIŞ’ê hatine pêkanîn herî dawî di êrişeke xwekuj de 23 kes hatin kuştin û 108 kes jî birîndar bûn.
Li Nîjeryayê ev demeke dirêj e êrişên çeteyên cîhadîst didomin û di encama van êrişan de gelek sivîl û welatî tên hedefgirtin û qetilkirin. Hat destnîşankirin ku hin komeke çeteyên cîhadîst bi ser gundan girtin û komkujî pêkanîn. Derbarê komkujiyê de çavkaniyên herêmî ji AFPê re êrişê de axivîne. Li gorî agahiyên çavkanî parve kirine li gundê Konkoso yê li herêmên Borguyê 38 kes, li Tungan Makerî 7 kes û li Pissayê kesek di encama êrişên çeteyên paşverû ve de hatine kuştin.
Komkujî, şewitîndin û revandin didomin
Hat diyarkirin ku di êrîşan de gelek mal hatine şewitandin û hin kes jî hatine revandin. Li gorî raporên ewlekariyê, êrîşkar bi motosîkletan ketin gundan û komkujî pêkanîn. Polîsan êrîşa li Tungan Makerî piştrast kir û gotin ku lêpirsîna têkildarî bûyerên didomin. Hat diyarkirin ku çeteyên paşverû yên cîhadîst bi taybetî derdora Daristana Kainji ya navbera eyaletên Kwara û Nîjerê, ev demek dirêje li ser gundan digirin û komkujiyan pêktînin.
Cîhadîst di meha Sibata 2025’an 160 kes kuştin
Di destpêka meha Sibatê ya 2025’an de li eyaleta Kwara zêdeyî 160 kes di êrişên cîhadîstan de hatibûn kuştin. Piştî êrişên dawî, lîderên ol û civakî yên herêmê bang li serokê dewletê Bola Tinubu kirin ku li herêmê baregeha leşkerî were avakirin. Li aliyê din, rêveberiya DYE’yê rewşa ewlehiyê ya Nîjeryayê ji nêz ve dişopîne. Tê diyarkirin ku hevkariya leşkerî ya navbera Washington û Abuja, di demên dawî de zêde bûye.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, nêzîkî 70 êrişkarên bi motorsîkletan êrişî baregeheke leşkerî ya li gundê Cross Kauwa ku nêzîkî bajarokê Baga li herêma Gola Çadê ye kirin. Di dema êrişa roja duşemê de pevçûnên dijwar qewimîn.
Rayedaran diyar kir ku çekdar ji kampên xwe yên li Girava Dabar Masara li Gola Çadê ketin tevgerê û ji rêyek dirêj gihîştin baregehê. Li gorî agahiyan, baregeh hat şewitandin, 8 leşkeran hatin qetilkirin, 11 wesayîtên leşkerî yên çekdarî hatine îmhakirin û cîhadîstan çekên giran bi xwe re birin.
Li eyaleta Zamfara ya li Bakur Rojavayê Nîjeryayê, di êrişeke çekdarî ya li ser gundekî de herî kêm 38 kes hatin kuştin.
Zamfara li gel çeteyên ku bi bûyerên revandin, talankirin û avêtina ser gundan têne naskirin, her wiha ji ber gefa cîhadistan di nava pirsgirêkeke cidî ya ewlekariyê de ye. Polîs û rayedarên xwecihî diyar kirin ku êriş li gundê Dutse Dan Ajiyayê pêkhat.
Rayedarên xwecihî ragihandin ku êrişkar bi motorsîkletê ketin nava gund, gule li derdorê reşandin û êrişî sivîlan kirin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 38 kes hatin kuştin, lê belê hin çavkanî dibêjin ku 5 kes hatine kuştin.
Berdevkê polîsan anî ziman ku li herêmê kontrol ji nû ve hatiye pêkanîn û dewriye dewam dikin.
Êrişên li bakur zêde dibe
Êriş piştî êrişên li eyaleta Kebbî ya cîran rû da ku koma cîhadist Lakûrawa avêt ser 7 gundan û bi dehan kes kuştin. Tê gotin ku têkiliya Lakûrawa bi rêxistinên ser bi DAIŞ’ê ve heye.
Herî dawî di encama êrişa xwekuj a li bajarê Maiduguri ya li Bakur Rojhilatê Nîjeryayê de herî kêm 23 kes hatin kuştin û zêdetirî 108 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li bajarê Maiduguri yê paytexta eyaleta Bornoyê di 17’ê Adarê de teqînek çêbû û herî kêm 23 kesan hatin kuştin û 108 kes jî birîndar bûn. Berdevkê polîsan Nahum Kenneth Daso diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê êriş ji aliyê kesê xwekuj yên DAIŞ’ê ve hatiye kirin.






