Volqan Elî
Tê bîra her kesî. Ji ber ku di ser re ne sed sal û ne jî hezar sal derbas bûye. Hema bêje heft-heşt sal berê bûne. Dagirkeriya Tirk û Hakan Fîdanê ku bi bi eslê xwe Kurd e, hemû dîn û harbûna xwe dijatiya Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikirin. çi bû ev gotina wî ku di rojên herî giran ê şerê cîhanê yê sêyemîn de bûye belaya serê wî?
Digot “divê em Rojava nehelin, biçin ser û di milê din re derkevin”. Lê di wê serdemê de hêzên Kurd ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê li ser destan dihatin girtin. Ti sedema vê şerfiroşiya xwe nedikarîn nîşan bidin. Vaye ew gotina bi nav û deng a seroksîxur Hakan beg wê dêmê ji devê wî derket; “em ê biçin ji aliyê din ê sînor çand saroxan biavêjin û bêjin, ji aliyê din êrîş tên li ser me”. ya rast jî ew bû ku aqilmedariya bingehîn a vî karî ji ber seroksixuriya xwe bi hemû dilgermiya xwe Hakan beg dikir.
Dema em ji şibakeya wî ve lê binêrin; ma çima dijminahiya Rojava nekira! Sibe-du sibe eger Kurdên Rojava bigihîştana mafên xwe yên neteweyî, bi zimanê xwe perwerde bidîtana, çanda xwe bidana jiyîn wê derketa holê ku di bin destê dagirkeriya Tirk de jî Kurd dijîn û bêyî heq û hiqûqa xwe ya neteweyî… Ya hê jî girîngtir hin Kurdên wekî Hakan begê seroksîxur (dema ew axaftina xwe ya malûm dikir) wekî ‘kurmê darê’, ji hindur ve dara Kurdan dikojînin. Ev rastî wê baştir derketa holê!
Ev ne tenê îro, di destpêka dîrokê de jî wisa ye: destana Gilgameş-Enkîdo tê zanîn. Ji ber ku pir dirêj e, jixwe mirov nikare bi temamî behsa wê bike û ne jî hewce dike! Ancax eslê vê çi ye, em dikarin wê binin ziman:
Enkîdo, piştê ku dibe qiralê Sumer êrîş tîne ser welatê Kurdên wê demê. Gilgameş Enkîdoyê ku bi îhtimaleke mezin serokeşîrekî bi nav û deng e di şer de dîl digire û li ser vê yekê, Enkîdo ji xwe re dike bira. Di demeke kurt de Enkîdo fêrî Gilgameş û jiyana bajêr dibe, êdî naxwaze li welatê xwe vegere. Lê Gilgamiş, hişê wî li ser talana çiyayên Kurdan e. Ji ber ku herî baş Enkîdo wan deran nas dike û biqasî Gilgamiş şervantiya wî heye, Gilgameş wî (Enkîdo) qenea dike ku werin talana Hûriyan.
Me gotibû destan pir dirêj e em pê nikarin hemûyê pêşkeş bikin. werhasilî… Gilgamiş, Enkîdoyê min û te radike, tîne talana bav û bapîr û dapîrên wî bi xwe. Ha livir û ha li wir şerê birakujiyê Enkîdo pir serkeftî dimeşîne. Dawî de rêberekî bi navê Hûmbaba yê êlên Kurdan dîl digirin. Gilgamiş naxwaze Hûmbaba bikuje, dixwaze di kar û barê dagirkeriya welatê Hûriyan de bi kar bîne. Di vê kêliyê de ‘kurmê darê’, Enkîdo dikeve dewreyê. Ji Gilgamiş re dibêje “em bi lez û bez vî Hûmbabayê bikujin, ewqas zerar gihand me û leşkerên me kuştin”. Werhasil dawiya dawî Hûmbaba dikujin. Vaye cewherê destanê jî ev e. Yanî Enkîdo dizane ku Hûmbaba nekujin, Hûmbaba bi rengekî xwe rizgar bike, her kes wê bizane ku Enkîdo kî ye, çi kar kiriye û eslê wî ji ku ye!
Vaye meseleya Hakan Fidan jî wekî Enkîdo ye. Ji ber wê yekê diviyabû Rojava nemana! Çima? Rojava berdevkiya serdemê ya Kurdiniyê dikir. Eger bi ser bikeve ji bo teîfeya hemû ‘kurmên darê’ ne baş e (?) ji ber ku rastiya wan derdikeve holê. Çi mixabin e ku li çar parçeyên Kurdistanê û welatên dagirker hêzên ku li hemberê Kurdan herî zêde şer meşandine, bi bêesliya xwe Kurd in. ji Hakan bigire heta bi İsmet İnonu (hevalê yekemîn ê M. Kemal) wisa tê.
Ya din jî ew gotina “ji aliyê din ê sînor, em ê çend saroxan biavêjin…” di vê serdemê de bûye bela serê Enkîdoyê hemdem Hakan beg. Ji ber ku wisa xuya dike, şerê Îsraîl-DYE û Îranê wê di demeke kurt de dilê Trump xweş neke. Hêzên hegemon dixwazin şer li qadeke berfireh belav bikin. Herî kêm îdîayên hin dewletan û Tirkiyeyê ew e ku ew naxwazin bikevin şer, lê ew têne sorkirin. Gotinên wan çiqas rast in nayên zanîn. Ya em dizanin, fen û fîtên Hakan Fidan lê fitilîne! Çawa jî bibe wisa ye; yan bi rastî ew naxwazin bikevin şerê Îran yan jî ji bo ku bikevin şer wê gotina Hakan Fidan pêk tîne!






