Can Yûsiv
Hunermend Ehmed Ekaş çavkaniyek ji awazan û mêrgek ji peyvên bedew e. Wî xîmava pênûsa xwe û dengê xwe terxan kir ji bo xizmeta ziman û doza xwe, ku bû dengekî hunerî tê de wêje bi têkoşînê re peyv bi awaz re û êş bi hêviyê re têkilhev dibe.
Helbestvan Ehmed Ekaş yek ji wan kesên ku berpirsyariya peyvê girtiye ser milê xwe û tîpên xwe kirine menberek bo nasnameyê û helbest kirine neynik bo hezkirin, welat û pêdariyê.
Wî xîmava pênûsa xwe û dengê xwe terxan kir ji bo xizmeta ziman û doza xwe, ku bû dengekî hunerî tê de wêje bi têkoşînê re, peyv bi awaz re û êş bi hêviyê re têkilhev dibe.
Ew ji herêma şaristanî û şûnwarên dîrokî ye, herêma ku navê wê di dîrokê de wek stêrkek li ezmanê mirovahiyê dibiriqe, ew navenda şaristaniyên herî kevnar û çandên cihêreng bû, kelehên wê pêmayên hezar salan himbêz dikinû ji axa wê bênxweşiya mîrateya Mîtanîyan û Hûriyan difûre û zinarên wê ruhê Medyayan û Subariyan hildigirin, çîrokên bav û kalan li ser têkoşîn û avakirina şaristanî û jiyanê vedibêjin.
Ew herêma Efrînê ye, dergûşa dîrok û olên asîmaniye û wargehê hunermend û dengbêjên Kurd e yên ku bi dengên xwe yên zelal asîmanê hunera Kurdî ronî kirine, wek Cemîl Horo, Ednan Dilbirîn, Elî Tico û Omer Cemlo – û yên din ku peyv û awaz kirine aleya nasname û mîrasa resen ê Kurdî.
Li feraşînên vê xaka pîroz, hunermend û awazdênerê Kurd Ehmed Ekaş mezin bûye, ew di sala 1967’an de li bajarê Helebê ji dayîk û bavek Kurd (Elî û Hûriya) ku eslên xwe ji gundên Bilîlko û Bekî yên navçeya Raco ya Efrînê ne, di nava malbateke Kurdperwer, welatparêz û hunerî de ku ji 5 xwişk û 5 bira pêktê, hatiye dinyayê.
Ew li ser nirxên Kurdperweriya resen, hezkirina axê û dilsoziya bi welat re mezin bûye, ji zarokatiya xwe yekem awaz ji nebeza çiyê û xewna xwe ya yekem ji germahiya gund wergirtiye, van kokan di giyanê wî de evîna nasname, ziman û strana Kurdî ya resen şîn kirin.
Wî zarokatiya xwe di kuçeyên Heleba kevin de derbas kir, ku bi bêhna dîrokê difûre û bi jiyan û muzîka gelêrî dilepite, lewra bawerî di dilê wî de kûr dibe ku stran êşeke xweş e ku nasnameya hemû gelan îfade dike.
Ji xwezaya Efrînê, ji basarîna qopên çiyayê Bilîlkûyê, wî awazên xwe yên yekem wergirt û ji nalîna êşa Kurdî wî wateyên xwe yên kûr girtiye, lewma ji wan helbestên ku wekî lavijên çiyayan û awazên gundan, vehûnandiye.
Di navbera qelebalixiya bajarê Helebê û bêdengiya Efrînê de, taybetiyên kesayetiya wî ya hunerî û wêjeyî ava bûn.
Bavê wî yek ji xwendekarên destpêkê ên çiyayê Kurmênc yên derçûye Kolîjeya Hiqûqê bû, ku di sala 1954’an de koçî bajarê Helebê bû, wekî rêveberê yek ji beşên veguhestinê û alîkarê rêveberê giştî yê veguhestinê li wir kar dike, ew di salên şêstî yên sedsala borî de piştgirê şoreşa Barzanî bû û di salên heştêyî de jî piştevanê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê li Bakur bû, ji ber ku mala wî bibû cihê kombûna şoreşger û têkoşeran û navendeke geş bo gotûbêj û ramana neteweyî ya Kurdî.
Ehmed xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn li dibistanên Helebê de xwend, piştî wê li zanîngeha Helebê beşa zimanê erebî li Kolîjeya hunerê dixwîne, lê xwendina xwe li wir neqedand, ji ber ku di sala sêyemîn de bi karê siyasî re mijûl dibe û tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe, piştî nêzîkî pîst salan, ji bo xwendina Kolîjeya Hiqûqê vedigere zanîngehê û di sala 2012’an de diqedîne.
Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo stran û muzîka Kurdî di temenekî biçûk de dest pê kir, dema ku temenê wî deh salî bû, di bin bandora jîngeha hunerî ya derdora wî û hunermendên mezin ên Kurd ên wekî Şivan Perwer, Aram Tîgran, Tehsîn Taha û Feqhê Teyaran de.
Ji biçûkatiya xwe de bi girîngiya tîp û milodiyê dihesiya û bi nivîsandina helbest û awazan bi wan re têkilî danî.
Di çardeh saliya xwe de di sala 1983’an de helbestên wî di destpêkê de tenê bi zimanê erebî bûn û di şanzdeh saliya xwe de helbestên wî di kovarên Felestînî yên wek: “Azadî”, “Pêşve” û “Armanc” de hatin weşandin, paşê di sala 1985’an de dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kir û awaz ji peyvên xwe re çêkirin bi wê yekê li tecrûbeya xwe ya hunerî aliyekî nû yê afirînerî û têgihiştinê zêde dike.
Wî rêwîtiya xwe ya hunerî û wêjeyî di sala 1986’an de bi koma Agirî ya Helebê re dest pê kir, dema ku bi komek hevalên xwe re careke din kom ji nû ve damerizandin, ji wan: Şehîd Celal, Şehîd Mihemed Osman, Bavê Cengê Seîd Berhat, Îbrahîm Ekaş, Rûken Ekaş û hwd.
Çalakiya wî ya wêjeyî û hunerî tenê bi nivîsandina helbestan re sînordar nema, lê wî ji bo koma Agirî nivîsand, saz lêxist û gelek stran ji helbestên xwe çêkirin ku endamên wê di albûmên xwe de gotin.
Ehmed bi koma Agirî re di sê albûman de beşdar bû, ji stranên wî yên herî navdar:
1- Ey lo Bira (ji yekem awazên wî û gotinên Bavê Cengê)
2- Herin Xortên Kurdistanê û Ey Dicle ya dilbixem (ji awaz û gotinên wî)
Her wiha beşdarî nivîsandin û çêkirina albûma erebî ya ku ji aliyê komê ve hat derxistin bû; ji stranên wî di albûmê de:
1- Em ne evîndarên wêrankirinê ne
2- Herin şoreşê ref bi ref
3- Apo, sembola erdhejan
Di sala 1987’an de jî, wî xelata Strana Herî Baş di konsera Enîya Demokratîk ya ku li Zanîngeha Helebê hat lidarxistin de, bi strana “Filastîn Filastîn” wergirt, ji bo îsbat bike ku huner jî dikare bibe helwestek siyasî.
Di sala 1989’an de, wî bi hevalên xwe Mihemed û Ferîd Sirûr re tecrûbeya şanoya stranbêjiyê cara yekem li Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokan bi karanî, bi navê “Qaz û Rovî” ji gotin û awaz xwe, paşê, ew bi şanoyeke din bi navê “Gur û Pez” berdewam kir, ku ji awazên wî û ji gotinên Diljan Cûdî (Bavê Ceger) bû, ev kar hemû bûn perçeyek ji tecrûbeyeke yekgirtî ku helbest, muzîk û şano li hev dicivîne, ji bo xizmeta zarokan û hunera Kurdî.
Ehmed Ekaş ji malbateke hunerî ya Kurdî ya kevnar e, ku li seranserê herêma Efrînê bi afirînerî û jêhatiyên cûrbecûr ku pêşkêş kirine tê naskirin.
Ew ji malekî ye bi muzîkê bêhna xwe dikşîne û bi ritma huner û bedewiyê dijî; hemû xwişk û birayên wî hunermend û mûzîkjenên profesyonel in ku li dîmena hunerî ya Kurdî şopa xwe hiştine.
Ew birayê mezin ê muzîkjen Îbrahîm û Ferhad, hunermend Cengîz û Hesen Ekaş û her du hunermendên hêja Rûken û Şêrîn Ekaş e, lewra ev malbat tabloyeke bêhempa ya aheng û afirîneriya Kurdî ya resen pêk tîne.
Di destpêka salên nodî de, Ehmed Ekaş tevlî tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bûû beşdarî rêxistinkirina çalakiyên wêjeyî û hunerî li bajarên Herêma Kurdistanê bûû di şahiyên neteweyî de û belavkirina hişmendiya neteweyî û çanda hunerî di nav ciwanan de roleke girîng lîst.
Di sala 2000’an de koma “Şehîd Sîban” li gel rêhevalên xwe li herêma Qendîlê damezrand, da ku bibe menbereke hunerî ya berxwedan û xwedîbûnê û çavkaniya dengê ku derbirîna hezkirina ji bo welat û mirovahiyê, bi riya wê rêwîtiya xwe ya di xizmeta huner û nasnameya Kurdî de berdewam dike.
Ehmed di sala 2002’an de vegeriya Rojava, piştî ku jêhatîya xwe ya muzîkî bi tecrûbeyên salên dirêj ên karê hunerî li derve û li çiyayan pêşxistibû û bi xwe re tecrûbeyeke dewlemend anî ku di navbera hestên neteweyî û afirîneriya hunerî de têkilheviyek xweş çêkiribû.
Di sala 2003’an de, wî bi xanim Radiya
Terbûş re zewicîû du keç ji wan re çêbûn bi navên (Perya û Derya) û li bajarê Helebê rûniştibûn, ku li wir hejmareke mezin ji stranên xwe nivîsand û awaz ji wan re çêkir, her weha, ji bo birayê xwe hunermend Hesen Ekaş du albûmên girîng derxist:
1-Albûma yekem: “Efrîna Min”
2-Albûma duyem “Tenê Tu”
Ji nav stranên wan yên herî navdar ev in:’
1-Efrîna Min.
2- Ey Bilbilê Serê Darê
3- Ji te Hezdikim.
Di sala 2012’an de bi destpêka kirîza Sûriyê re derbasî Başûrê Kurdistanê bû û ji sala 2013’an ve li kanala Rûdawê xebitî, berpirsiyariya beşa Bakurê Kurdistanê girt ser milê xwe û di nav pênc salên xebata medyayî ya bi giranî de nivîsand û gelek rapor û gotar amade kirin.
Di wê qonaxê de bi komek hevalên xwe re Koma “Serxwebûn” ava kir, gotinên strana “Şengal” nivîsiye û di çêkirina awaza wê de jî beşdar bûye, wî her weha piraniya stranên albûma yekem a komê, ya bi navê “Panabar”, ku ji neh stranan pêk dihat, nivîsand û awaz ji wan re çêkir, her weha ew beşdarî nivîsandin û çêkirina hin stranên albûma duyemîn, ku ji yanzdeh stranan pêk dihat, bû.
Di dawiya sala 2017’an de ew li Almanyayê bi cih bû, lê xerîbiyê biryardariya wî lawaz nekir, lê ronî û geştir kir, wî ji xwişka xwe ya hunermend Rûken Ekaş re gelek stran nivîsî û çêkir, ji wan:
- Dema Tu Digirî
- Binivîse Yarê.
Her wiha wî gelek stran nivîsandin û awaz ji wan re çêkirin ku ji aliyê hunermendên din ên Kurd ve hatin gotin mîna:
- Tu bûyî Dengê Zerdeşt – (Gulê, Dijwar, Şiyar)
- Efrîn Rabe – (Dilo Doxan)
- Serxweş kirim – (Osman Can)
- Mereq neke lê Şêrînê (Hesen Ekaş).
Di dema salên şerê Sûrîyê de, Ehmed Ekaş piraniya arşîva xwe ya hunerî û wêjeyî winda kir; mala wî li Helebê hat talan kirin û hemû tiştên wê hatin têkbirin, di nav wan de sê dîwanên helbestên Kurdî ,du bi erebî û her weha du romanên ku hîn ronahî nedîtibûn.
Tevî vê yekê, wî rêwîtiya xwe ya nivîsandin û afirîneriya xwe berdewam kir, gotarên xwe yên siyasî û çandî yên derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de li ser platformên medyaya civakî weşandin, bi çend zimanê ku wan baş dizane xebitî:(Kurdî bi zaravayên wê yên Kurmancî û Soranî û Erebî- herwiha Tirkî).
Bi hewldana xwe ya takekesî, wî 56 xelekên belgeyî pêşkêş kirin ku tê de behsa diziya dewleta Tirk a li ser stranên gelêrî û kevneşopî yên Kurdî kir, bi rêya wan asta desteserkirina sîstematîk a mîrateya hunera Kurdî eşkere kirû xwest ku rastiyan bibelge bike û rêzê li rastiya Kurdî vegerîne, ku desthilatdaran her dem hewl daye ku wan veşêre û berovajî bike.
Bi vî awayî Ehmed Ekaş dengekî xewna Kurdewarî dimîne, ji bo jiyan û azadî bi rastî distirê, bi dilpakiya ku pîr nabe û bi evîneke ku ji bîr nabê û dilsozê peyama xwe dimîne.






