Lîloz Hisên
22’ê Adarê Roja Cîhanî ya Avê ye, ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di Kanûna 1992’an de hatiye destnîşankirin.
Roja Cîhanî ya Avê yekem car di 22.03.1993’ê de hate pîrozkirin. Ev roj bi armanca balkişandina ser lênêrîna ava vexwarinê û bi armanca bangewazîkirina her kesî ji bo alîkariyê di rêvebirin û birêvebirina çavkaniyên ava vexwarinê de tê pîrozkirin.
Av ji bo jiyanê li ser Erdê pir girîng e, bi qasî ji sedî 71 rûyê erdê vedihewîne. Lêbelê, mîqdarên ku heye ji bo karanîna mirovan pir bi sînor in. Daxwaza li ser avê ji ber mezinbûna nifûs û pîşesaziyê, digel guherîna avhewayê her ku diçe zêde dibe.
Kêmbûna Avê.. pirsgirêkek cîhanî ye
Her çend av piraniya gerstêrka me vedihewîne jî, kêmtir ji sedî 1 ava giştî ya li ser Erdê ji bo karanîna rojane peyda dibe. Gelek welatên cîhanê ji kêmbûna avê êşê dikişînin, zêdetirî du milyar mirov li deverên ku ava vexwarinê ya ewle tune ye dijîn, ku rasterast bandorê li tenduristiya giştî û pêşketina aborî dike.
Sedemên kêmbûna avê
Zêdebûna daxwaza avê bi mezinbûna nifûsê, qirêjiya ji ber çalakiyên pîşesazî û çandiniyê, guhertinên avhewayî mîna hişkesalî û bilindbûna germahiyê û rêveberiya xirab a çavkaniyên avê.
Bandora kêmbûna avê li ser jîngeh û civakan
Kêmbûna avê ne tenê bandorê li mirovan û civakan dike, lê di heman demê de bandorê li jîngeh û ekosîsteman jî dike. Kêmbûna avê hilberîna çandiniyê kêm dike û dibe sedema çolbûnê herwiha dibe sedema windabûna biyolojîk a cihêreng û zindiyên girêdayî avê tehdît dike. Ji aliyekî din ve, kêmbûna avê dibe sedema zêdebûna aloziyên jeopolîtîk di navbera welatên ku çavkaniyên avê parve dikin, wek çem û golên sînor-derbas.
Mijara sala 2026’an av û wekheviya zayendî ye
Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî amadekariyan dikin ku di 22’ê Adarê de Roja Cîhanî ya Avê bi drûşma “Li ku derê av diherike, wekhevî mezin dibe” pîroz bikin. Ev roj tê da ku destnîşan bike ku ava ewle û paqijiya kanalîzasyonan ne tenê pêdiviyên bingehîn in, lê mafên bingehîn ên mirovan û faktorên sereke yên wekheviya zayendî û hêzdarkirina jin û keçan li çaraliyê cîhanê ne.
Krîza avê ya cîhanî bandorê li her kesî dike, lê ne bi heman astê li hemûyan. Dema ku mirov nikarîbe bighêjin ava vexwarinê ya ewle û xizmetên paqijiyê nêzî malên xwe, newekhevî berfireh dibe. Jin û keç herî zêde zirarê ji vê yekê dibînin. Ji ber ku ew in yên pir caran avê ji bo malê berhev dikin û birêve dibin. Di encamê de ew dem, tenduristî, ewlehiyê herwiha derfetên ji bo perwerde, kar û beşdariya civakê winda dikin.
Ji ber vê yekê, çareserkirina krîza avê pêdivî bi nêzîkatiyek li ser bingeha mafan heye ku beşdariya jinan di plansazkirin û birêvebirina çavkaniyên avê de misoger bike, ne tenê wekî bikarhêner lê di heman demê de wekî biryarder, endezyar, lêkolîner û rêberên civakê jî. Tevlîkirina mêr û ciwanan di piştgiriya gihîştina ava paqij û pêşvebirina guhertina civakî de ji bo pêşxistina wekheviyê jî pir girîng e.
Kampanyaya îsal ji aliyê UNICEF û UN Women ve, bi hevrêziya UN-Water û bi beşdariya zêdetirî 30 hevkarên navneteweyî ve tê birêvebirin. Armanca kampanya ew e ku ji bo bidestxistina Armanca Pêşkeftina Domdar a şeşemîn (Av û Paqijî ji bo Herkesî) û Armanca pêncemîn (Wekheviya Zayendî) çalakiyek kolektîf teşwîq bike.
Ji sala 1993’an û vir ve, Roja Cîhanî ya avê bûye platformek salane ji bo ronîkirina pirsgirêkên têkildarî avê û bi nêzîkbûna pîrozbahiya 2026’an, banga ji bo çalakiyên hevbeş ji bo cîhanek ku her kes tê de ewlehiya avê û wekheviya zayendî kêfxweş dibe, ji nû ve tê kirin.
Di Roja Cîhanî ya Avê de Krîza Avê li Hesekê
Ji dema êrişa 2019’an ya Tirkiyê li Serê Kaniyê, ava vexwarinê ser zêdeitrî 1 mîlyon mirovî li bajarê Hesekê hatiye qutkirin. Mafê sivîlan ji ava têrker û ewle bêpar hatiye hiştin û ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û aliyên din ên şer ve wekî çekek şer tê bi kar anîn, ku krîza mirovî ya heyî girantir dike û encamên wê yên karesatbar li ser civakên herêmî, ekosîstem, biyolojîkî û nasnameya çandî li herêmê hene.
Binpêkirinên Tirkiyê û kêmkirina bi zanebûn a para ava Çemê Firatê ya Sûriye û Iraqê ne tiştekî nû ye. Berevajî vê, ew pratîk in ku Tirkiyê bi dehan salan e, nemaze di salên hişkesaliyê de pêk tîne, lê piştî dagirkirina Tirkiyê ji hin parçeyên xaka Sûriyê ji sala 2016’an û vir ve ew rewş xerabtir bûye.
Her çiqas qeraxên Çemê Firatê di dîrokê de çavkaniya çandiniyê bûn û li ser rêça xwe kemberek kesk çêkirine jî, girtina ava Firatê li pişt bendavên Tirkiyê dibe sedema kêmbûnek xeternak a asta avê û qelsbûna çandiniyê yên xwe dispêrin Çemê Firatê. Ji dema dagirkirina bajarê Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve di Cotmeha 2019’an de, di encama operasyona leşkerî de ku Enqereyê jê re digot “Operasyona Kaniya Aştiyê”, civakên li bakur û rojhilatê Sûriyê bi zanebûn û cudakarî mafê wan ê ava têr û ewle ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û komên girêdayî wê yên ku ji hêla wê ve têne piştgirî kirin, hatine bêparkirin, ji ber rêze qutbûnên dubare di pompekirina ava vexwarinê ji stasyona avê ya “Elok” li gundewarê Serêkaniyê.
Stasyona avê ya Elokê, ku xizmetên wê gelek caran hatine qutkirin, ji bo gelên li herêmê, bi taybetî ji bo şêniyên bajarê Hesekê û bajarokê Til Temir û gundewarên derdorê, yekane çavkaniya ava vexwarinê ye û ji bilî vê, ew çavkaniya sereke ya veguhestina avê bi kamyonan e.
Pirsgirêka avê ya Hesekê didomê
Li bajarê Hesekê û gundewarên wê hîna krîza avê nehatiye çareserkirin. Stasyona Elok bi salan e sekinandine yan jî bi qismî dixebite. Di vê rewşê de zêdetirî milyonek kes li Hesekê û gundewarên wê bê av dimînin.
Pirsgirêka avê ya Hesekê çavkaniya xwe ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serekaniyê digirê. 9`ê Kanûnê sala 2019`an dewleta Tirk û çeteyên wê stasyona Elok bombebaran kir. Dema bajarê Serekaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, av bi temamî li ser Hesekê û gundewarên wê qut bû.
Şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi rêya xwediyên tankên avê bi bihabûneke bilind pêdiviya xwe ya avê pêk tînin. Herwiha hewl dan ku bîran bikolin û pirsgirêkên avê çareser bikin. Ava bîran bi giştî şor e û gelek kils tê de heye.
Li gorî agahiyên nû ku gihane ber destê ajansa ANHA’yê saziyên avê yên li Serêkaniyê heyanî vê kêliyê ji bo xebitandina stasyona Elok tu gav neavêtine.
Li gorî berpirsên Şaredariya Hesekê, dewleta Tirk û çeteyên wê digot Rêveberiya Xweser elektrîkê bernade heyanî ku ew bikarin stasyona Elok bixebitînin. Lê niha hemû bendav di destê hikumeta demkî ya Sûriyê de ne û êdî nikarin hinceteke wisa deynin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehemd, nûnerên UNICEF`ê û hikumeta demkî ya Sûriyê têkildarî pirsgirêka avê ya Hesekê çend caran civiyan. Parêzgar Nûredîn Ehmed di çarçoveya lihevkirina 29`ê Çileyê balê dikişîne ser girîngiya xebitandina stasyona Elokê. Der barê pirsgirêka avê ya Hesekê de hîna tu gav nehatine avêtin.






