Stêrk Mihemed
Efrina ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve di 18’ê Adara 2018’an de hat dagirkirin. Gelê Efrînê bi rihê şerê gelê şoreşgeri di 58 rojan de li hember dewleta Tirk û teknîka wê berxwedaneke bêhempa da meşandin.
Di 18’ê Adara 2018’an de bajara Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û gelê Efrînê bi dare zorê koçber bûn. Niha jî di sala 2026’an de wê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve 8 salên xwe temam bike, di nava van 8 salan de gelê Efrînê bi zehmetiyan re rû bi rû man û sê caran ji ber êrişê dewleta Tirk, komên çeteyan û hikumeta demkî din bi dare zorê koçber bûm.
Herêma Şehba
Piştî berxwedan 58 rojan a gelê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Ji ber êrişên zêde û dorpêçek hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên pê ve girêdayî gelê herêmê neçar man û bi darê zorê ji Efrînê derbikevin. Bi hezaran niştîcehên Kurd ji Efrînê bi darê zorê koçber bûn û berê xwe dan herêma Şehba û Til Rifet. Şehba herêmeke ku hatibû talankirin, xerabkirin û hin malên têde hatibûn hilweşandin. Gelê Efrînê dema derbasî Şehbayê bûn ji nû ve avakirin, tevî ku koçber bû, zehmetî û êş gelek bûn lê dîsa jî ji nû de destpêkirin û li hêviya vegerê bûn.
Li Şehbayê derfetên jiyanî kêmbûn, ji ber ku di navbera Şehba û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînorên rêjîma Bass hebûn, derfet nedidan ku pêdiviyên jiyani derbas bibin. Lê li gorî wê jî gelê Efrînê dest ji pîvanên welatparêziyê bernedan û berxwedaniya xwe domandin. Careke din û ji nû ve sazî û dezgehên xwe yên girêdayî Rêveberiya Xweser avakirin û ji bo xizmet û pêwistiya gel xebat dan meşandin.
Berxwedaniya Serdemê ya duyemîn
Gelê Efrînê 7 salan li Şehbayê derbaskirin, jiyana wan di navbera berxwedanî û bombebarankirina domdar ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî mabûn. Hêza gelê Efrînê ji êrişên dagirkeran mezintir bû. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwastin îradeya wî gelî bişkînin û baweriya wan bi şervanan bê bandor bikin, lê her roj şervanên Efrînê ji gel re isbat dikir ku ew qehremanin û ji bo vî gelî têdikoşin. Carekek din gel û şervanên Efrînê diyar kirin ku berxwedanî û wekatparêzê pîvanê wan ya bingehîne.
Careke din gelê Efrînê di pêlê koçberiyê re derbas bûn
Ji dema ku şer li gundewarê Rojavayê Helebê di sibeha 27’ê Mijdara 2024’an de, piştî êrîşeke hêzên “Heyat Tehrîr el-Şam” li ser hêzên “Artêşa Sûriyeyê” dest pê kir, Milîsên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyê”, di bin çavdêriya artêşa Tirk a dagirker de, li herêmên Ezaz, Mare û Babê dest bi seferberiyê kirin da ku operasyoneke leşkerî bi navê Berbanga Azadiyê li dijî herêma Şehba û hin gundên Şêrawa li gundewarê bakurê Helebê bidin destpêkirin ku bi deh hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê lê diman. Beriya vê yekê, vekişîna hemû yekîneyên artêşa Rûsî û Sûrî ji herêmê û hemû niştecihên bajarokên Nibûl û Zehra pêk hat. Êriş ji sê aliyan ve Rojava, Bakur û Rojhilat di sibeha roja Yekşemê, 1’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de dest pê kirin û heta nîvro ku hêzên Kurd ên herêmî ew paşve kişandin. Heya ku biryara vekişînê û derketina gel ji herêmê hate standin. Ji ber êrişên zêde ya komên çeteyan û ji bo parastina sivîlan di 1’ê kanûna 2024’an de biryara vekişînê û derketina gel ji herêma Şehbayê hate standin. Dîsa û careke din gelê Efrînê ji koçberiyê koçber bûn, tevî ku bi dare zorê gel ji Şehbayê derket ji ber ku gelê Efrînê digotin Şehba ji Efrînê ve nêze bêhna axa Efrînê tê me, em li hêviya vegerê ne em ji vir naçin. Lê mixabin û ji ber êrişên hov dîsa careke din koçber bûn û biryar hat giryin ku berê xwe bidin herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bibin.
Koçberî Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn
Piştî ku di 1’ê Kanûna 2024’an ji bo ewlehiya gel û pêşî girtina komkujiyan, biryara derxistina gel ji herêma Şehbayê hate standin gelê Efrînê çareke din bi dare zorê koçber bûn, hin ji wan berê xwe dan Helebê li herdu taxên Kurdî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û yê dîtir jî berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di rê de gel bi zehmetiyan re rû bi rû man herwiha li ser destê HTŞ’ rastî kiryaran hatin. Piştî ku gel çend rojan di rê de man di 3’ê Kanûna 2024’an de beşek mezin ji gelê Efrînê gihaştin Tebqa, Reqa, Hesekê, Qamişlo, Dêrikê û li wê derê bi cih bûn. Dema ku gelê Efrînê gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser yê ku di bin parastina QSD’ de ne, piştî tirs û kiryaran bi ewlehiyake mezin hîskirin. Gelek koçberan cihê xwe di dibistan, kampên li Reqa û Tebqa de girtin û li gorî koçberiya duyemîn, eş û zehmetiyan jiyana xwe tevî hemû kêmaniyan di dibistana de berdewan kirin.
Ewlehiya gel armanc digirin
Di 6’ê çile de çeteyên girêdayî hikumeta demkî û bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker êrişeke hovane bi ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê de çûn. Tevî ku di navbera meclîsa taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta demkî a Sûriyê de lihevkirin hebû, lê gorî vê jî bi êrişeke berfireh bi ser herdu taxan de hatin û bi awayekî dijmirovî, bê ser û ber nava sivîlan bombebaran dikir. Di encama van êrişan de gelek Şehîd û birîndarî çêbûn, lê li kêlekî wê jî gel û şervanan berxwedaniyek mezin dan meşandin û bi qehremaniya xwe destanên nivîsandin. Herwiha her roj êriş û bombebarankirin li ser du taxên biçûk zêde dibûn, birîndar û Şehîd jî gelekbûn ji ber vê yekê û piştî berxwedaniya 6 rojan li du taxên biçûk li hember hikumeta demkî û dewleta Tirk bi lihevkirinekê di nevber Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) û hikumeta demkî çêbû ku şervan û sivîlan ji herdu taxan derbixînin dîsa jî û care sêyemîn gelê Efrînê piştî Efrîn û Şehba koçber dibin û berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li wê derê bicih bûn.
Ji Reqa û Tebqa jî koçber bûn
Piştî ku gelê Efrînê ji Şehba koçber bûn piraniya wan berê xwe dan Reqa û Tebqa li dibistan û kampande jiyanen xwe berdewam kirin, lê di 18’ê Çile de ji ber êrişên hikumeta demkî û rabûna hin êlên Ereb li dijî QSD’ê û Rêveberiya Xweser neçar man ku ji Reqa û Tebqa jî koçber bibin û berê xwe bidin Kantona Cizîrê. Bi hezaran ji gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan jiyana xwe di kamp û dibistanan de derbas dikir, lê dîsa jî cara sêyemîn ji ber êrişên hikumeta demkî koçber dûn. Bi hezaran ji gelê Efrînê ku li Reqa û Tebqa diman berê xwe dan herêma Cizîrê û niha li dibistan, mizgeft, akademî û saziyan de cihê xwe digirin. Ev koçber bi êşan re rû bi rû dinîn , lê tenê xwastekek wan heye ev jî vegerek bi ewle li ser axa xwe ye. Li gorî hemû bûyerên ku jiyankirine hêviya vegerê di dilê wan de lêdide û her roj li benda mizgîniya vegerê ne.
Vegera koçberên Efrînê
Di 29’ê Çile de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyê de peymanek hate îmzekirin yek ji bendên sereke yê vê peymanê vegera bi ewle ya koçberan ne. Di çarçoveya pêkanîna vê peymanê de di 9’ê Adara 2026’an de gropek ji koçberên Efrînê ku ji 400 malbet pêkdihat berê xwe dan bajarê Efrînê. Herwiha wê di demê pêş de gropên dîtir jî ber bi Efrînê ve rêkevin.






