Ahmet Aktaş
Agirê şerê DYA/Îsraîl û Îranê jiyanê dikuje, agirê NEWROZA me kurdan a 2026an jiyanê zindî dike, xweş û geş dike.
Jixwa agirê desthilatan û zaliman, ne ji bo tariyê rohnî bikin û ne ji bo rê li pêşiya gelan vekin, berevajî, ji bo ku rohniya heye jî reş bikin, gel kor û lal bikin.
Şerê yekê û dudan ên cîhanê, li gel kuştina bi dehan milyon mirovan û bi sedan milyon birîndar û mexdûran tinê ranewestiyan, tovên dijminatiya dahatû ya dem dirêj di nava wan de çandin.
Lewma niha herkes, bi dermankirina wî tovê malxerab re mijûlin.
Divê mijarên serekê yên pêvajoya serdema vê sedsala 21ê baş were zanîn.
Du mijarên sereke hene: Yek; hêzên serdestên cihanê hewl didin ku dizaynek-sererastkirinek nuh a li gorî berjewendên xwe çêkin, dudu; gelên bindest ên mexdûr û mezlûm jî hewl didin xwe ji bin nîrê serdestiya van zaliman rizgar bikin û bibin xwedî jiyanek azad û aram û wekhev.
Aliyê yekê hegemonên cîhanê, dixwazin bi şerekî ji yên berê mezintir, ku jêre tê gotin şerê cihanê 3’min û jixwe despêkiriye, wan armancên xwe bi dest bixin. Jixwe, xema wan ne mirin û perişaniya mirovahiyê û xerabûna derdor û xwezayê ye.
Bêgûmaan aliyê duda mezlûmên cîhanê ye û berevajî, dixwazin bi rêya aştiyê, bê şêr û ceng, bi siyasetek demokratîk a xwediyê mafan û adil, armancên xwe bi dest bixin. Wate, xema wan avakirin û misogerkirina jiyana azad û aştiya mayinde ya civakê û parastina xwezaya cîhanê ye.
Hilbet gelê me jî, di nava aliyê dudan de cih digre û NEWROZÊ jî, histûnek bingehîn a vê armanca mirovahiyê dibîne, ji bo xwe û gelên cîhanê.
Jixwe, gelê me, dîroka NEWROZÊ wisa nas dike û di tevgêra xwe ya hemdemî de jî bi heman naverokê dimeşe; lewma dibêje “Mazlûm, Kawayê hemdemî ye”!
Dîroka NEWROZA gelê me ya vê serdemê, bi tevgerî, di 1973 de bi Rêber Apo ve hatiye despêkirin û di 1982 de bi Mazlum Dogan ve hatiye dewam kirin, heta îro bê navber, bi zêdebûna hişmendî û rêxistinî di asta bilind de tê birêvebirin.
vêca cûdabûna îsal, ji salên berê çiye?
Berî her tiştî bi zanistiyek, her çend kêm be jî di astek hêja ya hişmendiyê de, ev roj tê destnîşan kirin û ev xebata bi tevgêrî tê despêkirin.
Heke ev zanist, hostayî û hişmendiya xurt nebuya, ev roja ku mirovahiya dîrokî ya cîhanê di xwe de dihewîne nikaribû zindî bibûya.
Jiber ku her çar dewletên dagirkerên qirker, hebuna vî gelî ji dîrokê rakiribûn, ‘heft tebeqe’ xistibûn bin erdê û wisa bawer dikirin ku êdî ev gel nikare raba ser xwe û ev gelê mirî nema dikare zindî bibe û hwd! Mirazên wan pêknehat.
Jixwe hêjatiya vê pêngava despêkê, ji hersalên berî xwe mezintir bûna wê û hîn gelek roj berî NEWROZÊ, taybetî bi 8ê ADARÊ re geşbûn û xurtbûna wê, cudahiya îsal a ji salên berê dide nîşandan ku, navê wê jî kirine NEWROZA AZADIYÊ!
Ruhê NEWROZÊ, gelê me û gelan pêkve dibe azadiyê. NEWROZ PÎROZ BE!






