Hemza Sêvo/ Qamişlo
Di 23’ê Adara 2019’an de DAIŞ weke rêxistineke leşkerî ya teror li ser destê QSD’ê têkçû. Piştî 7 salan ji têkbirina wê di dema heyî de dîse bi destên tarî û qirêj hat vejînkirn da ku bibe gefeke mezin li ser herêm û cîhanê.
Damezirandina DAIŞ’ê û rêwîtiya wê ya reş
Di 13’ê Nîsana sala 2013’an de Ebû Bekir Elbexdadî çeteyên DAIŞ’ê weke rêxistineke xwedî fikrekî herî xerab damezirand û têkiliyek dîrokî ya xurt di navbera van çeteyan û çeteyên Elqaida, Cebhet Elnusra de heye. Bi dirêjahiya salekê van çeteyan karîbû xwe rêxistin bikin, ji derdora 81 dewletên cîhanê xwedî nasnameyên cuda xwe komî ser hev bikin û serweriya xwe li ser Îraq û Sûriyê pêkbînin. Piştî DAIŞ’ê di 10’ê Pûşbera 2014’an de Mûsil dagir kir û bi şûn de di 15’ê Pûşbera 2014’an de jî Telafer dagir kir. DAIŞ’ê piştî dagirkirina van her du bajaran, vê carê jî berê xwe da Şengalê û di 3’yê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di komkujiyê re derbas kir. Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayê Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meş li ser lingan xwe spartin çiya. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekir. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin. Hêjayî gotinê ye ku di 13’ê Mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin, bi pêşengiya Gerîlayên Azad, YBŞ, YPG û YPJ’ê Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bû. Piştî wê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir û pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk av kir.
Têkbirina DAIŞ’ê ji Kobanê ber bi Baxozê ve…
DAIŞê di 15’ê Îlona sala 2014’an de ji sê aliyan ve dest bi êrişa ser Kobanê kir, armanc wan ew bû ku di nava çend rojan de Kobanê bi temamî bixe bin serweriya xwe. Di 16’ê Îlonê de li gundên Taalak, Cubb El Ferec, Dokerman û Boraz ên rojavayê Kobanê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê de şerên dijwar qewimîn. Li aliyê rojhilat jî li gundê Serzûrî, Cern, Koberlek, Berkatak, Saronc û Qezelî şer û pevçûn çêbûn. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşê de tank û çekên herî giran bikar anîn û tevî hejmareke zêde ya çeteyan û bi piştgîriya nêzî 40 tankan, şervanên YPG û YPJ’ê dikarîbûn derbên giran li çeteyan bidin. Herwiha da ku çeteyên DAIŞ’ê bidin fêmkirin ku Kobanî ne mîna Mûsil, Şengal û Reqayê ye. Şer roj bi roj berfirehtir bû û hemû eniyên şer veguherîn kavilên şewitî. Piştî 134 rojan ji şerê di navbera şervanan û DAIŞ’ê de, efsaneya serkeftina Kobanê bi tîpên zêrîn tevî xwînê hat nivîsîn. Piştre jî hemleya rizgarkirina gundewarên Kobanê dest pê kir. Piştre jî Minbic û Reqa, heta Baxozê, DAIŞ’ê fêm kir ku têkçûna wan li Baxozê pêk hat ji şerê Kobanî dest pê kir. Di dawiya sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê 100 hezar kîlomitir ji rûbera Îraq û Sûriyê kiribû bin serweriya xwe. Heriwha di pêşveçûna kiryarên xwe yên qirêj li ser gelên herêmê ve bi domdariya 2 salan, êdî qedera têkçûna DAIŞ’ê hat diyarkirin. Ji ber ku di destpêkê de Kobanê ji dest da û piştre jî Mûsil, Reqa Dêrazorê û têkçûna herî dawî li Baxozê bû. Şerê QSD’ê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, ne kêmî şerê din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. QSD’ê di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya Şikandina DAIŞ’ê de, kampa Baxozê di 19’ê Adara 2019’an de ji destê çeteyan rizgar kir. Herwiha di 23’ê heman mehê de jî piştî 6 heftiyan hêzên QSD’ê karîn çeteyên herî xeternak li ser ewlehiya cîhanê têk bibin. Li gor malpera fermî ya ragihandina QSD’ê di encama vê pêngavê de ji destpêka sala 2019’an heta 23’ê Adara 2019’an 1879 çete hatin kuştin. Di heman demê de 29 hezar û 600 kes ji çete û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kirin û hejmara kesên sivîl yên ku ji kuştinê hatin xelaskirin 37 hezar kes bûn. Weke tê zanîn ku şervanên QSD’ê li ser ruyê erdê xwedî roleke sereke bûn di şikandina çeteyan de û ev yek jî bi piştgirtiya hêzên Hevpeymana Navdewletî asîmanî pêk hat. Piştî 7 mehan ji têkçûyîna DAIŞ’ê, dawî li hebûna serkêş û damezrînerê DAIŞ’ê; Ebû Bekir Elbexdadî jî hat. Kuştina Bexdadî di 27’ê Cotmeha sala 2019’an li bakurê Sûriyê, Idlibê bi êrişeke asîmanî ji aliyê hêzên Amerîkî û QSD’ê pêkhat.
Vejînkirina DAIŞ’ê li ser destê hikumeta demkî…
Geşedanên ku herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûdan, derfetek da çeteyên DAIŞ’ê ku xwe zindî bikin. Ev derfet bi êrişên hikumeta demkî ya Sûriyê yên li dijî QSD û gelê Kurd pêkhatin. DAIŞ weke bombeyekê bû QSD’ê parastina wê dikir da ku hêzên wekî dagirkeriya Tirk pê nelîze û neteqîne, ji ber ku eger ev bombe teqiya wê Sûriyê, herêmê û tevahiya cîhanê li ber xwe bibe. Rewşa Sûriyê îro rû bi rûyê zincîrek pirsgirêkên siyasî û ewlehî ye ku digihe asta pirsgirêkên neteweyî yên mezin. Di van demên dawîn de, bi pêşketinên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêkek derket holê, encamên wê ne tenê bi erdnîgariyeke taybet re sînordar in, lê bandora wê li tevahiya axa Sûriyê ye. Piştî van geşedanan jî me dît ku çawa tevgera çeteyên DAIŞ’ê li seranserî Sûriyê çêbû. Piştî ku bi sedan çeteyên DAIŞ’ê ji navendên vegirtinê ango zindanên Hêzên Sûriya Demokratîk reviyane, derfet da DAIŞ’ê ku kaosa ewlehiyê biafirîne. Reva girtiyên DAIŞ’ê ji zindanan ne bûyereke derbasdar bû, lê di roja îro de wekî erdhejeke ewlekariyê tê pênasekirin.
Çima çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatin dadgehkirin?
Mijara ku çima endamên DAIŞ’ê yên girtî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatin dadgehkirin girêdayî siyaseta hêzên navnetewî û civaka navdewletî bû. Di serî de dewleta Tirk, nediket berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Rêveberiya Xweser bên dadgehkirin, ji ber ku wê serweriya vê rêxistinê û pişgiriya wê dikir û gelek welatiyên wê di nava DAIŞ’ê de bûn. Eger dosya dewleta Tirk û DAIŞ’ê di dadgehê de bi awayekî fermî bihatiba eşkerekirin wê rastî pirsgirêkeke mezin bihatiba. Mijara herî girîng ji bo lidarxistina dadgehê girêdayî danpêdan û qebûlkirina sîstema Rêveberiya Xweser bû, lihevhatineke giştî di navbera hêzên navnetewî, herêmî, hikumeta Şamê ya kevin û ya nû û Rêveberiya Xweser de tunebû. Ji ber mijara siyasî dadgehkirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêknehat, ev dadgeh bi çeteyên DAIŞ’ê re veguherî Îraqê, tekez ji bo nasnameyên endamên Tirk ên DAIŞ’î ji hêla hikumeta Îraqê ve werin veşartin, ev veşartin jî li ser daxwaza dewleta Tirk be.
Cîhan deyndare QSD û gelê Kurd e… erka hêzên navnetewî çi ye
Piştî geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê û êrişên hikumeta demkî li ser QSD, Rêveberiya Xwser û gelê Kurd çêbûn, mijara şerê DAIŞ’ê û erkdariya QSD’ê ji hêla Hêzên Koalisyonê ve hate seknandin, piştgirî êdî nehate dayîn ji bo QSD’ê da ku operasyonên xwe li dijî revîn û vejîna DAIŞ’ê bidomîne. Weke tê zanîn ku gelê Kurd û hêza wê QSD’ê ked û berdêlên mezin dan di rêwîtiya şerê li dijî DAIŞ’ê de, piştî vê tevlîheviya ku hikumeta demkî ya Sûriyê afriand, hem jî peymana 29’ê Çileyê divê hêzên navdeweletî û civaka navnetewî bi erkdariya xwe ji bo QSD û gelê Kurd rabin. Di serî de divê rêxisinên mafê mirovan, saziyên navdewletî, civaka navnetewî û gelên cîhanê bibin hêzek ji bo mafên gelê Kurd û jinê wekî civakî, çandî û leşkerî di destûra nû ya Sûriyê de bi cih bînin, di heman demê de divê ji hikumeta demkî vê dozê bikin ku hikumet û dewletên weke Tirkiyê destwerdanê di herêmên Kurdî yên Rojava de neke da ku li gorî peymana 29’ê Çileyê gelê Kurd xwe ji hemû waran ve bi rê ve bibe.






