Ronahî Sadûn/Qamişlo
Diyar Mihemed diyar kir ku wan komîteya malbatên dîlgirtiyan ava kir, da ku hemû malbat bi hev re di nava têkiliyê de bin û got, “Daxwaziya min wek birayek dîlgirtiyekî ku hikumet bezarê li ser Kurd û şervanê me neke. Em bi hêvîne ji bo mijara dîlgirtiyan, pirsgirêk dernekeve û weke em bi wan re rast in, pêwîst e ew jî bi me re rast bin.”
Şervanên ku di şerê dawiyê de hatin girtin praniya wan hîn di destê hikumeta demkî de dîlgirtî ne, lê li gorî Peymana 29‘ê Çileyê pêwîst bû ku ew hemû hatibana berdan û çarenûsa wan hatiba diyarkirin. Herwiha praniya şervanan jî ku ne li gel hikumetê ne, çarenûsa wan ne diyare, ji bo vê yekê malbatên dîlgirtiyan komîteyêk ji xwe re ava kirin bi navê “Komîteya Malbatên dîlgirtiyan” da ku bi hev re di nava têkiliyê de bin û agahiyên rast bi hev re parve bikin. Ji ber gelek caran kesên nenas bi wan re diaxivîn û li hemberî azadkirina zarokên wan daxwaza pereyan dikirin. Di vê çarçoveyê de hin ji nûnerên Komîteya Malbatên Dîlgirtiyan jî di 7’ê Adarê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civiyan û tê de nîqaşên li ser rewşa girtiyan hate kirin. Tê de jî hejmara dîlgirtiyên li gel hikumetê yên leşker û ne leşker diyar bû.
Derbarê Komîteya malbatên dîlgirtiyan, herwiha hevdîtina komîteyê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re, endamê komîteyê ku birayê dîlgirtiyekî ye Diyar Hewas Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Girûpa malbatên dîlgirtiyan bi armanca ku hemû malbat di nava têkiliyan de bin, hat avakirin’
Diyar Mihemed di destpêka axaftina xwe de sedem û avakirina Komîteya malbatên dîlgirtiyan eşkere kir û wiha got: “Me çawa Komîteya Malbatên Dîlgirtiyan ava kir? Ew bû ku piştî dîlgirtiyên me çêbûn, di navbera heftiyekê de gelek pirsgirêk di nav malbatan de derketin holê. Hin kes bi malbatên dîlgirtiyan re diaxivîn û ji bo azadbûna zarokên wan daxwaza pereyan dikirin an jî dogtin me zarokên we kuştine, ev yek dibû sedama zêdebûna tevliheviyê. Ji ber vê rewşê, me biryar da ku Komîteyekê ava bikin, da ku hemû malbatên dîlgirtiyan bi hev re di nava têkiliyan de bin. Di vê çarçoveyê de, me girûpek WhatsAppê ava kir û hemû malbatên dîlgirtiyan ji hemû bajarên Rojava tevlî wê kirin. Armanca vê girûpê ew bû ku agahiyên rast werin parvekirin. Wekî mînak, dema ku hevalên me li Hema hatin berdan, hin mijarên wan bi pereyan hatin çareserkirin an jî şertên din hebûn heta ku ew hatin berdan, ne diyare. Lê piştî serbestberdana wan, malbatên wan di girûpê de ragihandin ku zarokên wan bi wan re axivîne, em a ajokarê erebê daxwaza 3 milyonan kir ku wan bigihîne Qamişlo. Me ev agahî di girûpê de belav kir û heval agahdar kirin, hevalan jî xwe gihandin û ew anîn. Di hin rewşan de, kesên ku bi malbatan re diaxivîn daxwaza pereyan dikirin. Me her dem têkiliyên xwe bikar anîn û mijar ji bo hevalên berpirsyar şirove kirin, ew jî mijar çareser dikirin. Bi taybet dema hevalan dizanîn ku dîlgirtî li kîjan cihan an li cem kîjan eşîrên ereb in, pere didan û dîlgirtiyî dihatin berdan. Ji xwe komîteya me destpêka ji gundê Girbawî, yê girêdayî bajarê Qamişlo, dest pê kir ku ji aliyê du hevalên jin hate avakirin, yek ji wan xwişka min bû û ya din jî ji gundiya me bû, ez wekî kesê sêyemîn tevlî bûm. Piştre, çend malbatên din ji Qamişlo jî tevlî komîteyê bûn û bi vî awayî komîte hat avakirin. Armanca ew bû ku li ser mijarên dîlgirtiyan agahî bidin hev. Di heman demê de, komîte dixwest ku di demên ku çalakiyên wekî meş û xwepêşandan bên lidarxistin, bi rêxistinkirî be. Ji ber wê ew meşên biçûk çêbûn û pirsgirêk derketin, ne girêdayî komîteyê bûn. Em carekê derketin û bi awayekî rêxistinkirî ji bo diyarkirin û serbestkirina doza dîlgirtiyên me meş lidar xist.”
‘Çareserkirina mijara dîlgirtiyan ji girîngtir bendên peymana 29’ê Çileyê ye’
Diyar Mihemed derbarê hevdîtina wan a bi Fermandarê QSD’ê re wiha anî ser ziman: “Ji bo hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, destpêkê me bi komîte û malbatên dîlgirtiyan re nîqaş kir. Wan diyar kir ku pêwîst e em bi hevalekî re rûnên. Li ser vê bingehê, me biryar da ku em wek komîte 8 an jî 9 heval bi fermandariyê re hevdîtinê pêk bînin. Berî hevdîtinê bi rojekê, me agahî da Ofîsa Têkiliyan, roja din em çûn û bi Fermandar Mezlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîn. Di destpêka hevdîtinê de, mijara sereke ya me, rewşa dîlgirtiyan bû. Me jê pirsî ka kengî ew ê bên berdan û hejmara wan çiqas e. Fermandar Ebdî di bersivê de diyar kir ku hejmara dîlgirtiyan nêzîkî hezar û 70’ê kesan e ku hemû ne leşker in, lê di nava wan de ereb, sivîl û leşker, Herwiha hevalên kevin jî di nav wan de hene. Di heman demê de Fermandar Mezlûm got; ku ev cara yekemîn e ku hikumeta demkî bi awayekî vekirî û rast ev hejmar bi wan re parve dike û tekez kir ku divê hemû dîlgirtî bên berdan. Li gorî gotinên wî, li cem wan jî ên hikumetê hene û divê di çarçoveya guhertinê de, her du alî jî dîlgirtiyên hev bidin hev.
Herwiha Fermandar Ebdî got ku wan demek ji hikumetê demek diyar kirine ku bi 10 rojan sînordar e. Lê dema ku me rûniştin kir, 3 roj ji vê demê derbas bûbûn û demeke kêm mabû. Wî diyar kir ku divê di vê heftiyê de pêvajoya berdanê dest pê bike. Piştî vê axaftinê, di nav çend rojan de hin ji hevalên me yên dîlgirtî hatin berdan. Lê wî jî ragihand ku di navbera wan û hikumetê de hemû mijar, bi taybetî mijara entegrasyonê, hatine rawestandîn. Tenê çûna wan ya dawî bo Rimêlan û Sêmalka jî di çarçoveya hewildanên berdana hevalên ku di zindana Eqtan de mabûn ku piştre çûbûn Kobanê û hatin Cizîrê, bû. Ebdî di nava axaftina xwe de ev jî anî ser ziman ger di vê heftiyê de gavên pratîkî neyên avêtin û dîlgirtî neyên berdan, em ê li pişta wan bimînin û alîkariyê bikin, hem jî meşên mezin li her derê lidar bixin û zextê navneteweyî biafirînin, ji serokên welatên mezin re jî bibêjin wekî Fransa ku zextê li hikumetê bike, di mijara dîlgirtiyan de. Di dawiyê de, dubare kir ku ji bo me mijara bingehîn dîlgirtî ye û divê her tişt li ser vê bingehê were çareser kirin.”
‘Heya niha çarenûsa gelek kesan ne diyar ku dîlgirtîne yan şehîd in’
Diyar Mihemed eşkere kir ku ne hemû dîlgirtî di destê hikumetê de ne, hin ji wan heya niha çarenûsa wan nehatiye diyarkirin û wiha bilêv kir: “Ji destpêkê ve, me diyar kir ku pêwîst e kî destpêkê derkeve, lê ne hat diyar kirin. Di heman demê de, mijareke din jî hate nîqaş kir, rewşa hevalên me yên ku ne di destê wan de ne û hîn jî li gel eşîran dimînin. Hin kes hene ku ji bo wan doza pera dikin. Hem jî hemû kes ne di destê hikumetê de ne. Ji ber vê yekê, gelek hevalên me li wir şehîd bûne û gelek jî hîn di dest de ne. Lê ew hezar û 70, praniya wan ên ku di şerê dawî de ji Dêrhafirê heta Hesekê hatine girtin. Herwiha, li ku derê bin jî, em di mijarên pere û hwd. de mudaxele dikin û hewl didin ku wan çareser bikin, lê mijara bingehîn dîlgirtî ye. Hejmareke jî ji wan winda bûne, hin jî dizanin dîlgirtî ne. Mînak, yek ji wan birayê min e, dema ku ket destê wan de, me dizanî ku ew bi 9 hevalên xwe re girtî bû. Lê hin hevalên din li Reqa û li ser rêyan man û di dema vedikişiyan, winda bûn. Ji ber vê yekê, em nizanin ka ew şehîd bûne, an jî hîn di dest de ne.”
‘Hikumetê di mijara dîlgirtiyan de xwestin pirsgirêk û fitnê derbixînin’
Diyar Mihemed destnîşan kir ku di pêvajoya berdana dîlgirtiyan li pey hev, hikumetê pirsgirêk derxistin û wiha domand: “Ji xwe, girûpa destpêkê ne di lihevkirinê de bû. Hikumetê wan berdan, lê ne diyar bû ka mijar çi ye. Girûpa bingehîn ku di lihevkirinê de bû, ya ku di 10’ê Adarê de hatin berdan, lê piştre diviyabû ku ev pêvajoyê berdewam bike. Sekinandin jî ji ber vê yekê bû ku hikumeta demkî ne li gorî şertên lihevkirinê tev digeriyan. Hevalên me diyar dikirin ku gerek hejmar û navên kesên ku dê bên berdan, li gorî şertan diyarkirî bin. Lê, di rastiyê de, hikumetê kesên din ji derveyî wan lîsteyan dianîn. Hevalên me jî gotin ku her kes wê bê berdan, lê divê ev yek li gorî şertên lihevkirinê be, wek mînak, li Qamişlo, Hesekê û deverên din. Ev pirsgirêk hebû, lê bawerin hat çareserkirin. Ji xwe wan di destpêkê digot em ê Kurdan hemû bidin, lê Ereb bên hiştin, bi vê yekê dixwestin mijarekî fitnê çêbikin. Lê hevalan ev tişt qebûl nekir û bal kişandin ser ku divê hemû kes bêne berdan, bêyî cûdahî, çi sivîl, leşkerî û her kesê ku di dest de ye, divê bê berdan û ev yek divê bi awayekî rast û li gorî şertên lihevkirinê were pêkanîn.”
‘Divê bazar li ser Kurd û şervanên me neyê kirin’
Diyar Mihemed axaftina xwe wiha qedan: “Daxwaziya min wek birayekî dîlgirtiyekî ji bo hikumeta demkî ew e ku bezarê li ser şervanê me nekin. Em bi hêvîne ji bo mijara dîlgirtiyan, pirsgirêk dernekeve û weke em bi wan re rast in, pêwîst e ew jî bi me re rast bin. ”






