Ronahî Sadûn
Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriyê Ciwan Siko diyar kir ev cara yekem di dîroka Sûriyê de Cejna Newrozê piştî ewqase sal ku di bin navê “Roja Dayikan” hatibû veşartin, bi fermî tê nas kirin, lê nabe cejn û mafên Kurdan bi rêya biryarên demkî sînordar bibin, divê ev maf di destûrê de bên bicihkirin ku mafên neteweyî, siyasî û civakî yê gelê me garantî bike.
Derbarê Cejna Newrozê, girîngiya wê ji bo gelê Kurd û cara yekem bi fermî li Sûriyê tê erêkirin, Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Newroz ji bo Kurdan tê çi wateyê û çi girîngiya xwe heye?
Cejna Newroz ji bo Kurdan ji cejnekê an destpêka salek e nû wêdetir e; ew semboleke kûr a azadî, nasname û çanda Kurdî ye. Her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin ku bi hatina biharê û nûbûna xwezayê re hevdem e. Ji ber vê yekê cejn bi fikra ji nû ve zayîn û jiyana nû ve, girêdayî ye. Ji bo Kurdan, Newroz destpêka salek e nû ya tijî hêvî ye, derfetek ji bo kombûnên malbatî û derbaskirina demê di nav xwezayê de, lixwekirina cilên gelêrî yên Kurdî, herwiha beşdarbûna stranbêjî û govenda komê ya bi navê Debkeya Kurdî ye. Cejn di heman demê de xwedî wateyeke neteweyî ya girîng e, ji ber ku ew girêdana Kurdan bi dîrok, çand û nasnameya xwe di nav sedsalan de nîşan dide. Ji ber vê yekê, Newroz ne tenê wekî cejneke biharê tê dîtin, lê wekî sembola azadî, nûjenî û zindîtiya domdar a çanda Kurdî tê dîtin.
Piştî hilweşandina rejîma Baas, hikumeta demkî destpêkê itîraf bi Cejna Newrozê nekir, lê bertek û berxwedana gel hişt ku cara yekemîn Newrozê ji aliyê hikmetê li Sûriyê bê naskirin, nirxandinên we li ser vê çi ne?
Ji destpêka şoreşa li Sûriyê ve, em Kurd bi dil û can û bi bandor beşdarî wê bûne, ji ber ku em di nav gelê Sûriyê de bûn ku herî zêde rastî neheqî, dûrxistin, înkarkirin û bêpariyê dihatin. Me bawer dikir ku guhertin dê bibe sedema sîstemek nû, sîstemek ku yên din qebûl dike, sîstemek demokratîk a piralî ku azadî, dadmendî û wekheviyê ji bo hemû pêkhate û gelê Sûriyê, bêyî ku cûdahiya wan a etnîkî an olî çi be, pêk tîne. Lê piştî zêdetirî 14 salan ji qurbanî û têkoşînê, hem jî piştî hilweşîna rejîma ku me hêvî dikir ku ew ê winda bibe, em li ser pêşerojek nû geşbîn bûn. Lêbelê, tiştê ku em îro ji hikumeta demkî ya Sûriyê dibînin wekî paşguhkirin, dûrxistin û înkarkirina mafan, polîtîkayên rejîma berê tîne bîra mirov, mîna ku tiştek nehatiye guhertin. Tevî vê yekê, gelê me yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, di pabendbûna xwe ya bi destkeftî û mafên xwe de bi israr dimîne û her hewldanek ji bo ferzkirina rastiyek ku van mafan kêm dike, red dike. Lewma vê biryardariyê zextek girîng li ser rayedaran çê kir û ew neçar kirin ku fermanek derxin ku Newroz wekî cejnek neteweyî nas bike. Dibe ku ev cara yekem di dîroka Sûriyê de be ev cejn bi fermî tê nas kirin, piştî ku ewqase sal berê di bin navê “Roja Dayikan” hatibû veşartin. Ev naskirin piştî gelek salan ji têkoşîn û dana qurbaniyan hat. Di sala 1986’an de, Kurdên li Şamê xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku Newroz wekî cejneke neteweyî ji bo gelê Kurd were naskirin, lê xwepêşandan hate tepeserkirin û di dema wê de, Silêman Adî şehîd bû. Ew bû sembola têkoşîna Kurdan ji bo azadî, rûmet û naskirina nasnameya wan.
Gelo ji bilî roja 21’ê Adarê yan em bêjin Cejna Newrozê, divê ji bo mafê Kurdan çi jî li Sûriyê bê misokerkirin, di vê derbarê de daxwazên Kurdan çi ne?
Em, gelê Kurd ê Kurdistanê li her çar parçeyan, bi dehan salan rastî kuştin, îşkence û girtinan, herwiha bi karanîna çekên kîmyewî û çekên din ên qedexekirî yên navneteweyî, di heman demê de rastî cûreyên herî hovane yên qirkirinê, hatine. Ji ber vê yekê, ji bo gelê me tiştekî xwezayî bû ku vê neheqiyê red bike û ji bo vejîna neteweyî û parastina mafên xwe yên rewa, hewl bide. Ji vir û pê ve, tevgerên rizgariya Kurd li deverên cuda yên Kurdistanê dest pê kirin, her beşek li gorî şert û mercên xwe yên siyasî û civakî tevdigeriya, mafên xwe yên neteweyî û siyasî dixwest, çi bi têkoşîna siyasî be çi jî bi rêbazên din ên ku ji hêla şert û mercan ve hatine ferzkirin. Li ser me li Rojavayê Kurdistanê jî ji damezrandina yekem partiya Kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de heta îro, têkoşîna me di serî de têkoşîneke siyasî ya aştiyane ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan, hem ji bo bidestxistina mafên dadmend ên neteweyî û welatparêzî ji bo gelê me ye.
Daxwazên me ew in: ku zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî bê naskirin, mafên siyasî yên gelê me li Sûriyê bên misogerkirin. Mafên gelê me nikarin tenê bi naskirina hin boneyan, wek Newroz, bi rêya ferman an biryarên demkî ve sînordar bibin; berevajî vê, divê ev maf bi awayekî zelal û eşkere di destûrê de bên bicihkirin ku mafên neteweyî, siyasî û civakî yên gelê me bi tevahî garantî bike. Ferman û biryarên îdarî dikarin bi fermanek nû bi hêsanî werin guhertin an betalkirin. Lê destûr garantiya rastîn û mayînde ya mafên gel temsîl dike. Ji ber vê yekê, bicihkirina mafên gelê me di destûrê de garantiya bingehîn a li dijî betalkirin an paşguhkirina wan e, nemaze ji ber atmosfera bêbaweriyê ya ku di nav gelek salan de ji polîtîkayên dûrxistin û paşguhkirinê kom bûye. Em jî zarokên vî welatî ne, lê em bi salan li vir wekî xerîban jiyane; carinan wekî koçber, carinan jî wekî bêwelat. Ji ber vê yekê, bidestxistina edalet, wekhevî û naskirina tevahî ya mafên gelê me rêya avakirina dewletek bi rastî demokratîk e ku rêzê li hemû pêkhateyên wê digire. Hewiha em nikarin rola girîng a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di parastina herêmên me û parastina mafên neteweyî yên gelê me de ji bîr bikin an jî nedîtî bibîn. Xwîn û qurbanîdana şehîdên me sedema herî mezin e ku em îro em bi pîvanek azadî û rûmetê dijîn. Ev qurbanî dê ji bo nifşên pêşerojê çavkaniya serbilindî û îlhamê bimînin, da ku têkoşîna ji bo azadî û edaletê bidomînin.
Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bi taybet piştî ezmûn û pêvajoyeke giran, rewş çawa bûye û cûdahiya Newrozên van salên dawiyê ji salên berê çi ne?
Em Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi ezmûneke demdirêj bi rejîma Hafiz Esedê rehmetî û paşê kurê wî Beşar Esed re jiyane, em rastî bêparkirin, girtin, hemû cûreyan û înkarkirina nasnameya me ya neteweyî jî hatine. Di encamê de, bersiva gelê Kurd ew bû ku têkoşîna xwe bi hemû awayên wê yên siyasî, neteweyî û çandî bidomînin. Amadekariyên ji bo Newrozê di nav çalakiyên herî girîng de bûn ku me li ser dixebitî, ji ber ku wan beşek mezin ji hewildanên me yên ji bo vejandina vê cejna neteweyî dagirt. Destpêk pir dijwar bû, ji ber ku em bi tacîzên ewlehiyê û girtinên keyfî re rû bi rû man, heta wê astê ku Kurd bi cudaxwaziyê hatin tawanbarkirin, her çend partiyek Kurdî jî tunebû ku banga cudabûnê bike. Em di partiyê de û bi taybetî mamoste Ebdulkerîm Siko yê rehmetî, sekreterê me yê berê, roleke dirêj di van amadekariyan de lîstin. Hejmarek komên folklorî yên me hebûn ku ji Dêrikê heta Efrîn û Şamê dirêj dibûn, wek komên: Ahîm, Şanîdar, Narîn, Serxwebûn, Xebat, Jîn, û Azadî. Ev kom di salên 1980’an de, di demên dijwar de û bi hewildanên mezin û gelek qurbaniyan hatine damezrandin. Lê îro, piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya xwîn û qurbanîdana bi hezaran gelê me yê Kurd li Sûriyê, rewş guheriye. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê niha bi awayekî azad, li navendên taybet û bi çavkaniyên çêtir têne lidarxistin. Ev veguherîn bi saya hewildan û qurbanîdana hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk e. Herwiha cudahiya di navbera demên berê û yên niha de pir mezin e.






