Bêrîtan Xalid
Em her yek di nav pêvajoya tekoşîna azadiyê ya salan de bûn neferên civaka gelekî Newroz bûyî ye. Ez bi vê zanebûna ku hestên min wekî germahî û coşa Newrozê geş dike, Newrozê li her kesî pîroz dikim. Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd cejnek watedar û hêja ye. Tenê pîrozkirina sersala nû nîne, ew sembola azadî, serkeftin û mîrateya têkoşînê ya gelê Kurd e jî. Her sal di 21’ê Adarê de Kurd têkoşîna xwe ya li dijî niheqiyê bi îlhama efsaneya Kawayê Hesinkar ê ku agirê şoreşê li dijî Dehaqê zalim daye destpêkirin, bi bîr tînin. Ji wê demê ve Newroz bûye cejna rizgarkirin û xwe nûkirinê.Newroz ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo jinan ne tenê cejn e, ew peyama têkoşîn û nûbûnê ye jî. Ew di vê cejnê de soza xwe ya ji bo mafê jiyana azad û bi rûmet nû dikin.Newroz ji bo jinên Kurd ne tenê cejn e, ew roja nûkirina soza berxwedanê ye û bîranîna şervanên jin ên di parastina ax û rûmetê de canê xwe feda kirin e. Jinên Kurd bi zordestiya ducarî, netewî û mêran re rû bi rû man, lê îradeya wê ew kir hêzeke gelek xurt. Jina Kurd ne tenê daxwaza mafên xwe kir. Wê bi têkoşîn û sekna xwe mafên xwe bidest xist. Bû mînaka jina azad a ku dîrokê diafirîne û li benda naskirina tu kesî namîne.Dema ku di jiyana mirov de her çi dibe bila bibe bigihîje wateya xwe ya rastîn ew dem fêmkirin cihê xwe digre û xwe ji wateyê re berdide. Me wekî jinên Kurd û gelê Kurd wateya Newrozê fêm kir. Em ji ber wê bûne neferên gelê Newrozê, kelecana wê her sal carekî din û ji nû ve jiyan kirin ma dikare bi çend hevok û gotinan were ser ziman, bê guman na. Newroza ku ew çend xwe di dilê me de mezin kiriye çawa dibe em, li ser mezinbûna wê, geşkirin û coşa wê fedekariyê nekin û berdêlan nedin. Cejna Newrozê hem cejnekî geşkirina cîhana ferdan bi ser xistiye hem jî geşkirina kolektîf a cîhana gelekî bi ser xistiye. Ji ber wê Newroz ew çend li Biharê hatiye û Bihar lê hatiye. Newroz ne tenê dilê mirovan xweş dike, cîhana hemû zindiyên di Bihareke nû de ji nû ve vejîn dibin jî geş dike. Ji lewra em dikarin bêjin ku Newroz hîna jî ew pira di navbera mirov û xwezayê de nehatiye hilweşandin e. Ji ber wê yekê nepeniya Newrozê di navê wê de veşartiye.Tevî ku li gelek dewletan Cejna Newrozê fermî hatiye qebûlkirin jî, pirsgirêka Kurdî rastî kêşeyên siyasî tê. Herêmên Kurdan heya niha bi dagirkerî û koçberiyê re rûbirû dimîne. Di nava vê cengê de jina kurd têkoşîna xwe ji bo azadiya gelê xwe didomîne. Lê wê îspat kir ku azadiya rast bi rolên hevpar hewce ye û divê têkoşîna azadiyê berfirehtir bibe.Newroz ne tenê cejn e, ew peyama têkoşîn û nûbûnê ye jî. Gelê Kurd di vê cejnê de soza xwe ya ji bo mafê jiyana azad û birûmet nû dike. Newroz şewqa ku tarî nabe, agirê ku venamire û soza ku nayê şikandin e. Bi riya Newrozê jina Kurd mîrata berxwedan û têkoşîna dem dirêj ava dike û di wê baweriyê de ne ku azadî wê nêz be.Ez jî di vê nivîsê de dixwazim cejna Newroza îsal diyarî hemû rêhevalên me yê şehîd bikim. Bi navê wan, bi dilê wan, bi coş û hestên wan Newroza 2026’an cihê wê, di cîhana armanc û jiyana xwe ya tekoşînê de çêbikim .Newroza 2026’an jî carekî din vê rêyê nîşan me dide. Dîsa dibêjim zarokatiya me ya li dora agirê Newrozê digeriya îro jî lê digere.Ji ber Newroz, ji nû ve vejîn û cejna azadiyê ye.






