Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li cîhan û Rojhilata Navîn rola jin di aboriyê de û Jineolojî çawa dinirxîne

22/03/2026
in JIN
A A
Li cîhan û Rojhilata Navîn rola jin di aboriyê de û Jineolojî çawa dinirxîne
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Beşdarbûna jinan di warê aborî de, bûye nîşaneyek girîng a pêşketin û geşedana civakan. Bi berfirehbûna derfetên perwerde û kar, jin di gelek sektorên aborî de, ji çandinî û pîşesaziyê bigire heya bazirganî û karsaziyê, wekî hêzek çalak derketine holê. Li gelek welatên cîhanê, hîn jî jin bi pirsgirêkan re rûbirû dimîne ku nikare bighêne mafê xwe yê aborî. 

Hebûna jinan di bazara kar de

Di dehsalên dawî de, beşdariya jinan di bazara kar de bi girîngî zêde bûye. Ew ketine qadên ku berê ji hêla mêran ve dihatin serdestkirin, wekî rêveberî, aborî û teknolojiyê. Herwiha wan di sektorên perwerde, tenduristî û xizmetguzariyê de roleke girîng lîstine û beşdariyeke eşkere li aboriya neteweyî ya gelek welatan kirine. Nimûneyên serkeftî yên jinan ku karsazî û şîrketên xwe ava dikin jî derketine holê ku ev yek dibe sedema afirandina derfetên kar ên nû û zêdekirina çalakiyên aborî. Aborînas tekez dikin ku bihêzkirina aborîya jinan, dibe alîkar ku rêjeyên hejariyê kêm bike û pêşketineke domdar bi dest bixe.

Berdewamiya zehmetiyan

Tevî vê pêşketinê, jin hîn jî bi çend astengiyan re rûbirû dimînin ku beşdariya wan a tevahî di aboriyê de sînordar dikin. Di nav van zehmetiyan de yên herî berbiçav cudahiya mûçeyan a zayendî, derfetên kar ên sînordar ji bo jinan di hin civakan de û adet û kevneşopiyên ku carinan beşdariya jinan di hin pîşeyan de sînordar dikin, hene. Gelek jin di gihîştina çavkaniyên aborî yên wekî deyn û derfetên istismarê de jî zehmetiyê dikişînin ku ev yek bandorê li ser şiyana wan a pêşxistina karsaziyên xwe dike.

Li gorî hin lêkolînên navneteweyî

Tevî ku di cîhanê de bi nêrandin û nirxandineke giştî em bala xwe bidinê, her kes dibêje ku hebûna jinan di aboriyê de, xwesertiya wê di aboriyê de, bandora rêxistinkirina jinan li ser aboriya giştî û başkirina rewşa aboriya gel û avakirina derfetên kar, heye. Lêbelê; ev yek raste, lê çiqas di piratîkê de hatiye kirin, ev yek pir girîng e. Li gorî lêkolînkirina me ji mijara cihgirtina jin di faktorên aboriyê de li cîhanê, hin lêkolînan ev yek diyar kirin.

Jin nîvê nifûsa cîhanê pêk tînin. Lê dîsa jî ew bi awayekî berbiçav ji meqamên biryardanê dûr in. Jinên serokên dewletan kêm in. Jin di meclîsên şîrketan, di meqameyên rêveber û di rolên serokatiyê de hindikin.

Kêmkirina cudatiya zayendî di kar de, dikare ji feydeya kes ji aboriya cîhanî, serê kesî di demek dirêj de li seranserê welatan bi navînî 20 ji sedî zêde bike. Bi kurtasî, doza wekheviya zayendî û hêzdarkirina jinan li cihê kar qet ewqas bihêz nebûye.

Amar anku bîlançoyên li ser vê yekê tên matmayîkirin. Îro, ji sedî nêzîkî 75 hemû mêr beşdarî hêza kar dibin. Li Başûrê Asyayê, tenê yek ji çar jinan dixebite. Li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, tenê yek ji pênc jinan dixebite. Ev cudatiya zayendî zirarê dide pêşketina aborî, ji ber ku ew karanîna bi bandor a çavkaniyan asteng dike û hêza kar sînordar dike. Mixabin, qanûnên cudakar, bicîhanîna qels û astengiyên civakî hîn jî rê li ber pêşketina jinan digirin û potansiyela aborî ya welatan ditepisînin.

Em bi hev re li vê rewşê bifikirin? Li herî kêm 65 welatan, jin ji karkirina qezenckar di sektorên veguhastin, pîşesazî, înşaet, av, enerjî û madenê de ku pir caran mûçeyên bilindtir pêşkêş dikin, qedexe ne. Dema ku jin destûr distînin ku karên mîna yên mêran bikin, ew pir caran bi cûdahiyek mezin a mûçeyan re rûbirû dimînin. Li 93 welatan, hîn jî ji hêla qanûnî ve tê qebûlkirin ku jin ji bo karên bi nirxek wekhev mûçeyek kêmtir werbigirin.

Rojhilata Navîn

Me xwest weke raporên xwe yên demên derbasbûyî, em dîsa bi taybet balê bikşînin li ser Rojhilata Navîn û hebûna jinan di van welatan di nava aboriyê de, zehmetî û bendên li pêşiya wê çi ne? eşkere bikin.

Tevî pêşketinên di 10 salên borî de, di warê pêkanîna reformên qanûnî û siyasî de, herêma Ereb hîn jî di warê bihêzkirina jinan a ji hêla aborî ve bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye. Çend welatên Erebî ji bo zêdekirina gihîştina jinan bo bazara kar, misogerkirina mûçeyên wekhev û têkoşîna li dijî cudakariyê li cihê kar guhertinên yasayî çêkirine.

Pêşketinên girîng di warê îmkankirina jinan di xebatên ku berê ji bo jinan qedexe bûn û teşwîqkirina beşdariya wan di karsaziyê de bi rêya bernameyên perwerdeyê, teşwîqên darayî û piştgiriya polîtîkayê de hatine bidestxistin. Ev destpêşxerî rola jinan a girîng di pêşketina aborî û geşepêdanê de destnîşan dikin.

Li pêşiya pêşketina jin di aboriyê de li Rojhilata Navîn çi dibe asteng?

Tevî pêşketinên ku gelek welatên cîhanê di warê bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve bi dest xistine jî, jinên li Rojhilata Navîn hîn jî bi pirsgirêkên girîng re rûbirû dimînin ku beşdarbûna wan a çalak di aboriyê de sînordar dikin. Ev zehmetî di rêzek faktorên civakî, qanûnî û aborî de xwe nîşan didin ku bandorek rasterast li ser derfetên jinan ên ji bo kar û hilberînê dikin. Kevneşopî û adetên civakî di nav astengiyên herî girîng ên li pêşiya bihêzkirina jinan a aborî de ne. Di gelek civakan de, nêrîna kevneşopî ya li ser rola jinan hîn jî wan bi malbat û malê ve sînordar dike ku ev yek qebûlkirina jinan di warên cûrbecûr ên aborî de, nemaze di hin pîşeyên ku wekî qada tenê ya mêran têne hesibandin, sînordar dike.

Qanûn û rêziknameyên nebaş jî astengiyeke din a li pêşiya beşdariya jinan a di warê aborî de ne. Her çend hin welatan qanûnên ku piştgirî didin mafê xebatê yê jinan hene jî, bicîhanîna qels a van qanûnan an jî nebûna qanûnên ku mûçe û derfetên wekhev ji bo her du zayendan garantî dikin, jinan di bazara kar de ji cudakariyê bêtir bêparastin dike. Herwiha, jin li gelek welatên herêmê bi derfetên kar ên sînorkirî re rûbirû ne, kar pir caran di sektorên taybetî de kom dibin, di heman demê de beşdariya wan di sektorên sereke an jî yên pêşeng ên aboriyê de sînordar e. Gelek jin di heman demê de ji bo dabînkirina fînansmana pêwîst ji bo destpêkirina pilan anku xebatekî xwe yê taybet, gelek astengiyan dikşînin ku ev yek dibe sedema ne vekirina rê li pêşiya pêşengtiya jinan di xebatê aborî de.

Ya din berpirsiyariyên malbatî yên ku jin hildigirin nayên paşguhkirin. Ew pir caran barê xwedîkirina zarokan û birêvebirina malê hildigirin ser xwe, ev yek jî şiyana wan a veqetandina xwe ji bo kar an pêşketina kesayetî sînordar dike. Wekî din, nebûna bernameyên perwerdehiya pîşeyî hebûna jinan di bazara kar de qels dike. Berevajî vê, gelek lêkolîn nîşan didin ku zêdekirina beşdariya jinan di aboriyê de dikare bi girîngî beşdarî piştgiriya mezinbûna aborî û bidestxistina pêşkeftina domdar li herêmê bibe. Ji ber vê yekê, pispor bawer dikin ku derbaskirina van astengiyan hewceyê reformên rastîn ên qanûnî ye, digel guhertinek di têgihiştina civakî ya li ser rolên jinan de, û afirandina hawîrdorek aborî ya piştgir ku rê dide beşdariya wan a giştî di sektorên cûrbecûr de.

Hêjayî gotinê ye ku paşguhkirin jin ji xebat û qada aboriyê, yek ji tundûtujiya aborî ya li ser jinan tê hesibandin.

Herî dawî di hunder vê rapora xwe de me xwest em nêrîna Zanista Jineolojî yê derbarê vê mijarê de lê zêde bikin û zengîn bikin. Ka gelo di pergala heyî de çawa jin nikare cihê xwe yê çalak di aboriyê de bigre?  

Aborî bingeha civakên serkeftî ye û têkiliya di navbera jin û aboriyê de têkiliyek dîrokî ya bingehîn e, lê bi demê re ew di berjewendiya serdestiya mêran û pergala kapîtalîst de hatiye xirabkirin.

Lêkolînên dîrokî û arkeolojîk piştrast dikin ku jin di pêşdîrokê de, bi taybetî di serdema Neolîtîk de, hilberînerên sereke yên zanîna têkildarî aboriyê bûn. Zanîna wê ya kûr a li ser nebatan rê li ber pêşketina biyolojî û bijîşkiyê vekir, û çavdêriyên wê yên li ser demsalan û stêrkan hesabên matematîkî pêwîst kirin, bi vê yekê re bingeha aboriya çandinî û hilberîner ava kirin. Jin ne tenê beşdarên çalakiyên aborî bûn; ew aqil û plansazên sereke yên wê bûn.

Aborî amrazek e ji bo xizmetkirina “jiyana wekhev” li ser bingeha azadî û wekheviyê û ne armancek e wekî di ramana kapîtalîst de ku her tiştî zanist, xweza, jin di bin mentiqa qezenc û desthilatdariyê de dihêle. Esasê dîroka şaristaniyê bi dûrxistina sîstematîk a jinan û veqetandina wan ji hilberîna zanînê ve girêdayî ye. Têkiliya newekhev a di navbera zayendan de çavkaniya sereke ya hemû pirsgirêkên civakî ye wek koletî, serdestî û îstismar. Bi rêya vê yekê, civak tê bindestkirin û ew bi rêya bêçaretiya fêrbûyî dixebite, da ku civakê ji baweriya bi hêza xwe ya guhertinê bêpar bike.

Ji nû ve avakirina rola jinan bi eşkerekirina fikra koletiya wan wekî jin dest pê dike ku dibe sedema kolonîzasyona (Koletî) wan a aborî, siyasî û civakî, da ku nêrîna yekalî ya ku rola jinan û dîroka aborî merjînal (tune dihesibîne) dike were sererast kirin. Ji nû ve avakirina rola jinan bi eşkerekirina fikra koletiya wan wekî jin dest pê dike ku dibe sedema kolonîzasyona (Koletî) wan a aborî, siyasî û civakî, da ku nêrîna yekalî ya ku rola jinan û dîroka aborî merjînal (tune dihesibîne) dike were sererast kirin.

Ji nû ve nirxandina mîtolojî, ol û zanistê ji perspektîfa jineke azad, aboriyê ji qanûnên wê yên hişk azad dike, wê nêzîkî xweza û edaletê dike û nirxek nû dide wê. Ji “xebata dayiktiyê” wekî modelek xebata bi hev re ya berhemdar û girîng dest pê bikin, da ku teoriyek nû ya nirxê pêş bixin ku ji têgihîştinên kapîtalîst derbas bibe. Îlhamgirtina ji modelên kevnar vegera ser ruhê serdema “Xwedawenda Dayikê” ye ku tê de aborî li şûna berhevkirina dewlemendiyê, ji bo xizmetkirina civakê hatibû amadekirin, çandeke aborî ya kolektîf ji nû ve vejand, da ku xweseriya civakê, hevkariya di navbera cîranan de û entegrasyonê li şûna pêşbaziya wêranker pêş bixe.

Pirsgirêk bi dûrxistina jinan dest pê kir û çareserî bi vegera jinan ne tenê ji bo beşdarbûnê, lê ji bo ji nû ve avakirina çalakiyên aborî bi hiş, dest û zihniyeta jinan”dest pê dike.

Avakirina projeyek zanînê ya yekgirtî ne ku bi entegrekirina jinan di aboriya heyî de ye. Lê belê projeyekê pêşkêş dike ku aborî xwe ji nû ve pênase bike, wê ji pênasekirina wê wekî armancek dûr bixe û wê veguherîne amûrek ji bo azadiyê, bi berçavgirtina ku rizgariya jinan mifteya bingehîn a vê veguherînê ye.

Nêrîna ku ji aliyê “Jineolojî” ve li vir tê pêşkêşkirin, bangeke ji bo şoreşek zanînê ya berfireh ku jinan wekî hilberînerên zanînê û wekî mîmarên dîroka aborî vedigerîne cihê wan ê heqkirî. Jin ne tenê aktoreke aborî ya marjînalîzekirî ne ku divê di modelên heyî de werin entegrekirin, lê ew mifteya rizgarbûna xwe ji yekane rêbaza teorîk û pratîkî ya avakirina aboriyeke dadperwer û mirovî ne ku xizmetê ji jiyanê re dike, ne ku wê kole dike ye.

Aborî tê wateya hunera birêvebirina malê û di eslê xwe de peyveke Yewnanî ye. Ji ber vê yekê, divê dîrok vegere rêça xwe ya xwezayî û aborî jî vegere civakê, da ku tişt vegerin rewşa xwe ya normal.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.