Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza 2026‘an li bajarê Dêrikê hat pîroz kirin

21/03/2026
in NÛÇE
A A
Newroza 2026‘an li bajarê Dêrikê hat pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarê wê bi dirûşmeya ‘Em newrozê bikin newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a kurdan’ newroza 2026 pîroz kirin.

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarê wê li qada Şehîd Çîçek a bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Em newrozê bikin newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a kurdan’ newroza 2026 pîroz kirin.

Di destpêka şahiya newrozê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan paş qomîteya amadekar diyar kirin ku ew newroza 2026’an li hemû gelên kurd pîroz dikin û bi taybet li Rêber Apo. Di heman demê de nameya Rêber Apo ji bo cejna newrozê ji haziran re hat pêşkêş kirin û gel bi moralekî bilind lê guhdar kirin.

Di berdewamiya şahiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf axivî û wiha got: “Em bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan cejna rûmetê li we pîroz dikin, dijmin û dagirker dixwazin vê roja dîrokî winda bikin û bikin wek roja seyrana. Lê dema mirov li dîrokê vegerê û rûpelêbn wê vekê wê nas bike ev roja çawa bûye cejna Newrozê, ev rojeke pîroz û muqedese li gel kurdan ji bo vê rojê bi hezaran xort û keçean xwe di zindanan de kirin agirê kawayê hemdem û bi hezaran ji bo parastina vê rojê canê xwe feda kirin.”

Di heman demê de ji hêla dayîk û bavên şehîan ve agirê newrozê hat pêxistin, di berdewamiya şahiyê de koma Cûdî bi deng û awazê xwe newroz xemiland. Her wiha li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Foza Yûsiv axivî

û wiha got: “Gelê Dêrika ku bi tu awayî serê xwe ji dagirkeriyê re natewîne newroza we pîroz be, ji vir heya Êmralî bi navê gelê Dêrikê ji Rêber Apo re dibêjin newroza te pîroz be. Di van mehên derbas bûyî de de bi saya şehîdan em gihiştin van rojan, bi berxwedaniyeke mezin li seranserî  Rojavayê Kurdistanê çêbû, bi Ziyad û Denîzan dest pêkir û bi Harûn û Hogiran bidawî bû. Di vê dema derbasbûyî de êrişekî mezin li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê pêk hat lê bi berxwedaniyeke mezin hat şikandin, em berxwedaniya gelê xwe li herçar parçeyên Kurdistanê silav dikin. Piştî 100 salî li Sûriyayê ev cara yekemîne ku Newroz bû rojeke fermî û li tevahî Sûriyê tê pîroz kirin, ev yek encama berxwedaniya we ye.”

Di berdewamiya şahiya newrozê de koma Avaşîn bi dengê xwe yê hunerî newroz pîroz kirin. Li kêlek wê koma Ava Mezin, Koma Eleftêriya, Koma Koçeratan bi hesên keş û hêviyên mezin Newroz bi dengên xwe xemilandin. Di heman demê de hunermendê bi nirx Hisên Dêrik jî bi riya hunerê Newroz li gel pîroz kir, paşê koma Ava mezin Skêtşek pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiya newrozê de gelê dêrikê govend û dîlan gerandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.