Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Çarenûsa rojnamevanên li Reqa hatibûn girtin, ne diyar e’

21/03/2026
in NÛÇE
A A
‘Çarenûsa rojnamevanên li Reqa hatibûn girtin, ne diyar e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm diyar kir ku ji dema êrişên hikumeta demkî ya Sûriyê li ser bajarê Reqa yê, çarenûsa du rojnamevanan ne diyar e û ji bo çarenûsa wan bê diyarkirin ew bi gelek aliyan re dikevin nava pêwendiyê de.

Di 18’ê Çileya 2026’an de, dema hikumeta demkî ya Sûriyê dest bi êrişên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi sedan şervan û sivîl gihiştin asta şehadetê û hatin dîlgirtin. Herwiha gelek kes jî, ji dîroka êrişê de û heta niha çarenûsa wan ne diyare. Ji kesên ku windane rojnamevanên bi navê Êva Mariya Michelman û Ehmed Bolat ku dema li ser erka xwe bûn û rastî dişopandin, li bajarê Reqa ji destpêka êrişan pêwendî bi war her hatiye qutkirin û çarenûsa wan ne diyare.

Ev rojnamevan kî ne û li kur kar dikirin?

Li gorî agahiyên ber destê YRA, rojnamevana bi navê Êva Mariya Michelman (1989’an ji dayîk bûye), weke nûçegihana Ajansa ETHA û Ozgur TV li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikir. Di heman demê de rojnamevan Ehmed Polat ji sala 2016’an ve nûçegihanê ETHA û Ozgur TV bû, vê dawiyê jî edîtor û nivîskarê malpera Kurdistanazad a ku sala 2025’an hatibû damezirandin.

‘Li Reqayê pêwendî bi rojnamevanan re hat qurtkirin’

Li ser qutkirina pêwendiyê bi rojnamevan Êva Mariya û Ehmed Polat Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li ser malpera xwe nûçeyek belav kir û tê de diyar kir ku agahiyên dawî nîşan didan ku dema ew her du rojnamevan di avahiyek dorpêçkirî de li Reqayê bûn, raport û nûçeyên di derbarê êrişan de amade dikirin, têkîliyan bi wan re qut bûye. Ji wê demê û vir de tu agahiyên piştrastkirî li ser çarenûsa wan nîne, ev yek jî dihêle metirsiya di derbarê jiyana wan de zêde dibe.

‘Pêwîst e qanûnên navnetewî û parastina rojnamevanan were kirin’

Herwiha YRA bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku çarenûsa her du rojnamevanan were eşkerekirin û berpirsiyariya xwe ya exlaqî û yasayî ji bo gerantiya jiyan wan, pêk bînin. Di heman demê de YRA tekez kir ku pêwîst e rêz ji qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina rojnamevanan û kedkarên çapemeniyê re were girtin û bi lez li ser rewşa wan agahiyên piştrast, werin wergirtin.

Li ser vê mijarê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Divê rêxistin û saziyên berpirsyar erka xwe pêk bînin’

Evîn Îbrahîm diyar kir ku ji dema ku pêwendiyên wan ji her du rojnamevana hatiye qut kirin û heta roja îro ew bi rêxistinên parastina mafê rojnamevanan re têkildar in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo ku erka xwe ya rojnamevan pêk bînin û rastiya li ser rûyê erdê ji cîhanê re eşkere bikin, rojnemevana bi navê Êva Mariya û Ehmed Bolat li bajarê Reqayê dixebitîn. Piştî derketina şer li bajêr di 18’ê Çileya 2026’an de, pêwendî li gel her du rojnamevanan qut bû, heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Ev yek metirsiyê dixe dilê malbat û hevalên Êva Mariya û Ehmed Bolat de.”

‘Em nizanin şehîd an dîlgirtî ne’

Evîn Îbrahîm anî ziman ku ji bo zelelkirina rewşa rojnamevan Êva Mariya û Ehmed Boat ew dixebitin û wiha got: “Ji destpêka ku agahiyên her du rojnamevana hat qutkirin, em bi rêxistin û saziyên parastina mafê rojnamevanan re di nava pêwendiya de ne, bi taybetî ji ber ku rojnamevan Ehmed Bolat endamê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) e. Lê mixabin heta niha tu agahî ne gihiştiye ber destê me, em nizanin ne şehîd bûn e ne jî dîlgirtîne.’’

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm di dawiyê de bang li saziyên berpirsyar kir ku ji bo rojnamevan Êva Mariya û Ehmed Bolat erkê xwe pêk bînin û di zûtirîn dem de çarenûsa van her du rojnamevana diyar bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.