Stêrk Mihemed
Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji ber êrişên dewleta Tirk û çetyên pê ve girêdayî ji 2019’an ji ware xwe koçber bûne, ew 7 salin bi zehmetiya jiyana di kampan de rû bi rû ne. Lê hêvî û daxwaza wan vegerek bi ewle ye.
Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ku di 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên pê vê girêdayî bi dare zorê koçber bûn û berê xwe dan kantona Cizîrê û li wê derê di kampa bi navê Waşûkanî û Serêkaniyê ku li Hesekê dikeve bi cih bûne. Ev koçber bi zehmetiya werza zivistana a sar û havîna germ de rû bi rû dimînin. Di heman demê de li gorî hemû kêmaniyên jiyana ji bo vegera li ser warê xwe liberxwe didin.
SerêKaniyê û Girê Spî
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk şerê dagirkerî ku li Efrînê dabû destpêkirin berdewam kir û li dijî herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê asta dagirkerîyê hîn zêdetir berfireh û dijwartir kir. Bi hinceta avakirina herêmeke ewlehiyê li Bakurê Sûriyê êrîşê dagirkeriyê rewa kir. Bi operasyona “Kaniya Aştiyê” di 9’ê cotmeha 2019 an de bajarê Serêkaniyê, Girê Spî gundewarên van bajaran hatin dagirkirin. Lîstoka bi navê qadên ewle avakirinê de hatî lîstin di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi lihevkirina dewletên yekbûyî yên Emerîkayê û Tirkiyê de xistin meriyetê. Bi pêkanîna vê lihevkirinê re ji bo ku dewleta tirkiyê êrişên xwe hîn hêsantir bike pêkbîne hêzên Emerîka xwe ji hêrêmê vekişandin. Bivî awayî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmê xistin meriyetê û bi fermî hêzên Emerîka, bajarên Girê spî û Serêkaniyê radestî dewleta Tirkiyê kirin.
Çekên di asta navneteweyî de qedexekirî li Serêkaniyê hat bikaranîn
Êrîşên Tirkiyê yên di dîroka 10-13’ê cotmehê li hemberî sivîlan çeka fosfor hat bikaranîn. Li gor lêkolîna rêveberên PEAS enstutiya Swîsrê bikaranina çekên fosfor hate tespît kirin. Dîsa pisporê Epîdemîlojî, Mîkrobiyolojî û îmmunolojiyê Dr. Ebas Mensuran li gorî lêkolînên kirî da diyar kirin ku di 30 kesên kû di nav wande sê zarok hebûn bandora çekên kîmyawî hatiye dîtin. Di rapora ku ji aliyê Dr. Ebas Mensuran ve hatî amade kirin de çend cureyên şewatê hatine dîtin û hate gotin ku dewleta Tirk li hemberî sivîlan çeka kîmyewî, gazên asfîksîk, jehrîn a ku di asta navneteweyî de qedexekirî li hember gelê Serêkaniyê û Girê Spî hatin bikaranîn.
Koçberkirina bi darê zorê û kiryarên dijmirovî
Di êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên girêdayî wî ve bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re zêdetirî 375 hezar sivîl hatine koçber kirin. Ji siyaseta demdirêj ya dewleta Tirk diyar dibe ku guhertina demografik bingeh digire. Leşkerên dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî bi dagikirina serêkaniyê re kiryarên dijmirovî bi serê sivîlan dikirin. Bi sedan sivîl hatin qetilkirin û revandin di heman demê de mal û milkên sivîlan hatin talankirin û standin. Kesên ji ber ku Kurdin hatine girtin heya niha hin ji wan winda ne. Herwiha bi sed hezaran ji gelê Serêkaniyê û Girê spî ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên pê ve girîdarî neçar man ku ji cih û warê xwe koçber bibin. Ev dagirkirin ne tenê guhertina demokrafî armnac dikir, lê belê nasnameya Kurdî winda bike û bibe herêmek Ereb bi serweriya û mudexeleya Tirkiyê. Ev koçberî ne tenê revandina ji ber êrişan bû, lê belê ji ber kiryarên dewleta Tirk û komên çeteyan ango DAIŞ’ê bû.
Zehmetiya jiyanê
Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ku ji 2019’an de ji malê xwe koçber bûne di kampa bi navê Serêkaniyê û Waşûkanî ku li Hesekê dikevin bi cih bûne. Jiyana di kampan de gelek zehmete bi taybet di demslal zivistanê de ev kamp di nava baran û sermanyê de dimînin. Di heman demê Kantona Cizîrê bi germbûna zêde di tên naskirin, ev jî ji bo jiyana di kampan de zehmertiya herî ber bi çave û gelek mînakên zehmetî û êşê di hundirê çar dîwaran de hatine veşartin hene. Koçberiya bi darê zorê, derketina ji mal, li pey xwe hiştina milk, dagirkirina war û ax yê ku li gel her kesî nasname û hebûne, ne tenê bandorê li ser jiyanê dike, lê belê bandora wê ya derûnî û pîskilojîk jî heye. Ev koçber bi hemû zehmetan re jiyana xwe di nava van kampan de didomînin, tevî êş, xerabbûna kampan û kêmaniyên jiyana li benda vegera li ser warê xwe ne. Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji bo jiyanek bi rumet û Kurdîtî ji ware xwe koçber bûn û niha di nava van zehmetiyan de jiyan dikin. Lê li beramberî wê ji bo vegereke bi ewle liberxwe didin. Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji 2019’an ve li benda vegerê ne û hertim hêviya wan ew e.
Lihevkirina 29’ê Çileya 2026’an
Di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de lihevkirinek hate îmzekirin, yek ji bendê serke vegera koçberan bû. Ev 7 salan ev koçber li benda veregera li ser axa waşûkanî ne. Hemû koçber daxwaza vegereke bi ewle dikin, groprek ji koçberên Efînê di çarçoveya pêkanîna vê bendê de vegerin bajarê xwe. Lê heya niha bi temamî hemû koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn vebegetî ne li benda minzgîniya vegerê ne. Vegera Koçberan xaleke heses û girînge, pêwîste û li gorî lihevkirina ev koçber vegerin li mal û milkên xwe. Koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nava welatê xwe û axa xwe ya Sûriyê de ji ber êriş û mudexeleya dewleta Tirk di xaka Sûriyê de koçber dibin.






