Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê Cejna Remezanê û Newroz bibin wesîleya aramiyê

20/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji Federasyona Birîndaran peyama 8`ê Adarê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Federasyona gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna remazanê û Newrozê  peyamek da dan û wiha hate gotin” Em bi hêvî ne Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bibin wesîleya aramî, hizur û aştiyê ya hêviya hemû mirovatiya pêşverû ye.

daxuyaniya federasyonê wiha ye;

Em Newroza sembola berxwedan û têkoşînê ya gelan di serî de li mîmarê jiyana azad Rêber Apo, tevahî şehîdan, gaziyên şer û gelên bi rûmet pîroz dikin. Her wiha em Cejna Remezanê ya gelên Misliman jî ji dil û can pîroz dikin.

Rêbertiya me di rojeke Newrozê de biryara têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd da û ji wê rojê ve agirê Newrozê bi hemû heybeta xwe li çiyayên Kurdistanê bi rohniya xwe hêvî, hesret û coşa gelan xurt dike.

Çawa Kawayê Hesinkar li hember Dehaqê zalim dest bi têkoşîna azadiya gelan kir, Rêbertiya me jî li hember pergala herî zalim a dîrokê û hêzên dagirker bi fikir û felsefeyeke muezem a serxwetbûnê meşa ji bo azadiyê pêş xist.

Îro gelê Kurd careke din bi xwe re ji bo hemû gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn rêya azadî û pêkve jiyanê vekiriye. Ev rê bi bîrdoziya Rêbertiya me her tim şewq dide.

Bi têkoşîna zêdetirî nîv sedsalê ya Rêber Apo û di bin şîara “Berxwedan Jiyan e” Mazlûm Dogan, lehengên azadiyê Rehşan Demîrel, Zekiye Alkan û Sema Yuceyan de êdî her roja gelê Kurd bûye Newroz. Şervanên azadî û rûmetê jî bûne sipartekên herî qewîn ên hêviyên rojên azad ên bindestan.

Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û civakan dikin ku li ku derê dibin bila bibin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin û têkoşîna li hember Dehaqên xwînmij pêş bixin. Bi ruhê berxwedanî û biryardariya Newrozê parastin û pêşxistina Şoreşa Rojava erk û mîsyona her kesên xwedî nirxên mirovî ne.

Weke gaziyên şer soz didin heya dawiyê em ê xwedî li nirx û destketiyên Şoreşa Rojava derkevin û li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û pêkve jiyana gelan misoger bikin.

Em bi hêvî ne Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bibin wesîleya aramî, hizur û aştiyê ya hêviya hemû mirovatiya pêşverû ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.