Meclisa aborî û çandiniyê ya kantona Cizîrê tekez kir ku barana di meha Sibatê û Adarê de bariya bandoreke wê ya baş li ser sektora çandiniyê heye. Herwiha barana dawî bû alîkar di başkirina şilbûna axê û mezibnûna zeviyan, vê yekê nîşaneyên serkeftina demsaleke çandiniyê ya baş da.
Li kantona Cizîrê di meha Sibat û Adarê de baraneke baş bariya, ku bandoreke erênî ya eşkere li ser çandiniyê kir. Vê baranê şilbûna axê baştir kir û mezinbûna berheman zêde kir di heman demê de nîşanên baş a serkeftina demsala çandiniyê ya serkeftî da. Lêbelê, ev başbûn bi hin pirsgirêkên têkildarî asta bilind a şilbûnê re hat, ku ji bo misogerkirina tenduristiya berheman çavdêriyek ji hêla cotkaran ve hewce dike.
Nivîsgeha Raghandinê ya Melisa Aborî û Çandiniyê destnîşan kir ku barana zêde bûye sedema başbûneke berbiçav di mezinbûna nebatan de û wiha zêde kir: “Qada kesk û bi gelemperî berhemên saxlem bi awayekî berfireh zêde bû. Vê rewşa erênî rasterast bandor li pêşbîniyên hilberînê kiriye, ku niha ji serdemên berê geşbîntir in.”
Şilbûna zêde hin nexweşî derxist
Li gorî Nivîsgeha Raghandinê ya Melisa Aborî û Çandiniyê şilbûna zêde ya di axê de çîbû hişt ku hin nexweşiyên fungî çêbibe û wiha hat diyar kirin: “Hin xalên zer li ser pelên nebatan hatine dîtin, ku dibe ku destpêka nexweşiyan wekî rizîbûnê nîşan bide, eger şert û mercên şilbûnê berdewam bikin ev dê xirabtir bibin. Di heman demê de îhtîmala belavbûna van nexweşiyan de dibe ku di rojên bê zêdetir bibe eger neyên Kontrol kirin.
Derketina nexweşiyan
Li hin deveran, bi taybet li navçeyên derdora Dêrikê, rêjeya şilbûnê bi awayekî mezintir zêde dibe, ev yek xeteriya zêdebûna nexweşiya rizîbûna rehenên nebatan çêdike, dê ev yek bandorke neynî li ser mezinbûna nebatan nîşan bide. Herwiha hate ragihandin ku mişkên zeviyan li hin deveran belav dibin, ku ev yek bûye sedema girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo sînordarkirina belavbûna wê û parastina berheman, di encamê de dermanek jehrîn a bi navê fosfîda zincê li cotkaran hatiye belavkirin.
Pêşîniyarên ji bo parastina berheman
Di bin van şert û mercan de, ji cotkaran re tê şîret kirin ku bi berdewamî erdên xwe bişopînin û bala xwe bidin her guhertinên ku li ser nebatan xuya dibin, wek xalên zer an mezinbûna hêdî. Ji bo sînordarkirina belavbûna fungî an kêzikan deswerdaneke bi lez tê xwestin ji bo rê li ber belavbûnê bigrin.
Her wiha girîng e ku ji bo pêşîgirtina li zêdebûna nexweşiyên fungal, nemaze dema ku ax bi xwezayî şilbûnê dihewîne, ji avdana zêde dûr bisekinin. Girîngiya bikaranîna dermanên bi ewlehî û li gorî rêbernameyên çandiniyê yên pejirandî jî tê tekez kirin.
Barana dawî li kantona Cizîrê piştgiriyeke mezin da sektora çanidniyê, bi awayekî berbiçav berhemên çandiniyê baştir kir. Lêbelê, ev başbûn ji cotkaran re hişyarî û çavdêriyek berdewam hewce dike, nemaze ji ber ku zehmetiyên ji ber zêdebûna şilbûnê û belavbûna hin nexweşî û kêzikan derdikevin holê. Bi rêveberiya rast û destwerdana zû, ev demsal dikare were domandin û encamên hilberînê yên çêtirîn werin bidestxistin.






