Esmihan Gedro/Qamişlo
Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên Newrozê de, Meclisa bajarê Qamişlo daxuyaniyek li Qada Newrozê ya Hîmo da.
Meclisa bajarê Qamşilo di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên Newrozê de, li Qada Newrozê ya Hîmo daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bernameya newrozê hat eşkere kirin. Herwiha daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha hat dayîn: “Em Newrozî li tevahî gelê xwe pîroz dikin. Hazirî ji bûna 21’ê Adarê tê kirin, li qada Hîmo ji ber vê yekê em bi hêvîne hemû gelên me bi rihekî berpirsiyarî bi coşekî pir mezin ya ku layîqî Newroz, ked û berxwedan gelê Kurd li qada Newrozê kom bibin. Da ku bibe Newroz biratiya gelê Kurd, bibe Newroza azadiya gelê Kurd û bibe Newroza demokratîk û aşîtiya gelan. Li ser vê esasê em bang li hemû gelên xwe dikin, da ku li qada Hîmo ya Newrozê Seat 11’an amede bibin. Herwiha bi moral û coşekî pir mezin bi slogana “Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin û em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan.”
Bernameya Newrozê wiha ye:
Koma Botan ya muzîkê
Koma şehîd sakîne ya muzîkê
Komîna Şehîd welat a govendê
Koma şehîd Hêva ya muzîkê
Hunermend Sefqan Orkêş
Hunermend Danîş Botan
Hunermend Newroz Efrîn
Hunermend Reman Darî
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Li ser vê bingehê Newroza me ya 2026’an tê pîroz kirin. Em bi hêvînê gelê bi rihê Kawayên hemdeman beşdarî Newroza 2026’an bibin.”







