Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meslîsa Efrînê ji bo salvegera 8’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da

18/03/2026
in NÛÇE
A A
Meslîsa Efrînê ji bo salvegera 8’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Ji bo salvegera 8’emîn a dagirkirina Efrînê Meclîsa Efrîn û Şehba li ber çarxerêya Efrîn ya li Qamişlo daxuyaniyek da.

Bajarê Efrînê piştî berxwedaniya 58 rojan li hember dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî di 18’ê Adara 2018’an ve hate dagirkirin. Gelê Efrînê berxwedana serdemê ku ji Efrînê dest pê kir, heya roja me ya îro berdewam dike. Ev 8 sal in ew li benda vegereke bi ewle ne.

Îro li bajarê Qamişlo li pêşiya çarxerêya Efrînê Meclîsa Efrîn û Şehba daxuyaniyek da, daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rizgar Lolo û bi zimanê Erebî ji aliyê Mihemed Bêrem ve hate xwandin.

Naveroka daxuyaniyê wiha bû:

“Daxuyanî ji bo raya giştî salvegera 8’emîn ku koçberên Efrînê dûrî mal û milkên xwe ne. Binpêkirin her berdewam in û koçber her dev ji mafê vegerê naqerin. 18’ê Adarê, salvegera 8’emîn e ku xelkên devera Efrînê dûrî malên xwe ne, ev yek jî di encama operasyona leşkerî ya bi navê Şaxê Zeytûnê sala 2018’an rûda. Li gor raporên hiqûqî, bi dirêjahiya 8 salan dibin kontrola Tirkiye û hêzên bi ser wê ve (Artêşa Niştimani ya Azad) ji dema êrişa li ser Efrînê ve, Rêxistina Mafên Mirovan û hin aliyên din diyar kirin li Efrînê gelek sûc û binpêkirin li dij xelkên herêmê yên resen herweha li dij xweza û nasnameya wê ya çandî pêkanîne. Ji wan sûc û binpêkirinan, kuştin, işkence, girtin û revandin, koçberkirina bi zorê, qutkirin û şewitandina daran, de li dijî jinan, dizî û talan kirin, spandina bacan, xirabkirina şûnwarên dîrokî.

Tişta ku gelê Efrînê rastî hatiye, ne tiştekî hindik û normal e, lê belê tracediyeke mirovî ye. Malbat in, lê tevî wiha jî vîna vegerê li cem gelê ji malên wan hatin dûrkirin û tişten ne mirovî hatin ferzkir Efrînê hîn xurt û zindî ye. Em wekî Meclisa Koçberên Efrînê, li pêşiya raya giştî tekeziyê li ser van xalan dikin. Vegera bo Efrînê mafekî mirovî yê rewa ye û bi demê re nakeve û bi hêzê têk naçe. Zorê sûcekî ne rewa te û encamen wê nayên qebûlkirin Koçberkirina bi rûmeta mirov ji xaka wî dest pê dike û ji mafê wî ye ku ewle li ser xaka xwe bijî. Em hemû hewlên guhartina nasnameya Efrînê red dikin û tekez dikin ku erd xwediyên xwe nas dike nivîsîn lê belê bi îrade û berxwedanaa gelan tê nivîsîn û dîrok ne bi hêzê tên.

Ji bo raya giştî û civaka navdewletî, herweha ji bo hemû kesên biwijdan, em tekez dikin ku bêdengiya li hember êşa gelê Efrînê ne helwesteke bêali ye, lê belê revandine ji berpirsiya mirovi û ya ku îro tê xwestin, helwesteke zelal e ji bo vegereke ewle û bi rûmet misoger bibe exlaqî herweha ji bo ev êşa ku çend sal in berdewam e rawest e. Em bangewaziyê li hikûmeta Sûriyê ya demkî dikin ku çarenûsa wan kesên winda diyar bike yên ku a Sûriye ve û heta bi van bûyerên vê dawiyê winda ne. Em banga wê yekê dikin ku ji destpêka şoreş girtî bên berdan û vegera xelkê Efrînê ji bo malên wan were misogerkirin herweha bi awayekî dadmend werin qerebûkirin

Ji bo gelê Efrînê hûn ne kocber in, hûn xwedî maf in.

Û hûn ne qurbanî ne, lê belê hûn ê siberojê biafrînin xwe bi erda xwe bigirin û bawer bin ku veger ne xewneke, lê belê sozek e û wê pêk were. Efrîn dê bi rûmeta xelkên xwe vegere.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.