Solîn Mihemed/ Qamişlo
Jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ê wek her sal cejina Newrozê pêşwazî bikin û wiha gotin: ” Newroz sembola destpêkek nû, azadî, û serkeftina ronahiyê li ser taritiyê ye
Newroz sembola destpêkek nû, azadî, û serkeftina ronahiyê li ser tariyê ye. Ev cejin her sal di 21’ê Adarê de, bi hatina biharê re, bi coş û şahiyên mezin tê pîroz kirin. Destpêka Biharê Newroz wekî sersala nû ya Kurdî tê qebûlkirin û nîşana zindîbûna xwezayê ye.
Di derbarê cejina Newrozê de Mekteba Jin ya Partiya Kesk a Demokrat Delal Haşim, çalakvana sivîl Stêr Qasim û nivîskar Kurdistan yûsif ji Rojnameya me re axivîn.

‘Em ê wek her sal cejina Newrozê pîroz bikin’
Delal Haşim diyar kir ku ew ê wek her sal cejina Newrozê pîroz bikin û wiha got: ” Bi boneya miha Adarê, miheke ku hemû Kurd tê de kêfxweş dibin. Ji ber ku di miha Adarê de gelek rojên pîroz hene. Bi tayîbet roja cejina Newrozê ku bi hezaran Kurd wê rojê pîroz dibînin. Ji xwe weke ku em dizanin di vê rewşa dawî de em pir êşiyan ji ber ku şehîdên me herwiha jî êsîrên me ku heya niha gelek di destê hikûmetê de nehatine berdan hene. Tevî ewqas êşan jî lê divê ku cejina Newrozê were pîrozkirin. Ger îro cejina Newrozê newe pîrozkirin cejina Newrozê yên bê jî wê werin paşguhkirin. Ji ber wê cejina Newrozê cejineke ku gelê Kurd bi çanda xwe û dîroka xwe tê naskirin. Em ê her sal di roja Newrozê de Newroza xwe pîroz bikin.”

‘Cejina Newrozê cejinek e netewî ye’
Stêra Qasim jî anî ziman ku cejina Newrozê cejineke netewî ye kes nikare vê cejinê rake û wiha got: “Weke ku em dizanin Newroz cejineke Netewî ye. Roja ku gelê Kurd li dijî zilim û zordariyê rabûn û ew zilim û zordariya ku li ser wan dihat kirin şikandin. Ji ber vê yekê ev roj li cem gelê Kurd bû rojeke pîroz. Di vê demê de em di rewşeke zehmet re derbas dibin. Piştî 18’e salan ji kuştin, girtin û herwiha koçberiyê ku di şoreşa Sûrî de çêbûn. Em dikarin bêjin ev pirisgirêk çareser bû lê ne wek ku gelên Kurd qurbaniyên ku danîn. Ji ber ku cejina Newrozê cejineke netewî ye em nikarin vê cejinê rakin. Gerek em her sal cejina Newrozê pîroz bikin û tê de şahiya xwe bikin. Ji ber cejina Newrozê cejineke ku bi navê gelê Kurd hatiye naskirin. Em bihêvî ne ku berî cejina Newrozê ev kesên dîlgirtî werin berdan û li malbatên xwe vegerin. Herwiha dîsa jî em bihêvîne ku ev Newroza îsal dawî li van êş û azarên gelê Kurd bên.

‘Ez cejina Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz dikim’
Kurdistan yûsif di axaftina xwe de bal kişand li ser bernameyên ku di roja cejina Newrozê de werin kirin û wiha got: “Ji ber ku îsal dilê her kesî biêş e jî lê divê cejina Newrozê were pîrozkirin. Gerek e îsal di cejina Newrozê de şano li ser rewşên ku di vê dema dewî de çêbûn werin pêşkêşkirin. Herwiha gerek ew stranên ku bêjin jî divabê ku li ser şehîd û êsîrên me bin. Divê ku em di cejina Newrozê de şahî bikin lê gerek e em tê de şehîd û êsîrên xwe jî bînin ziman. Ez di dawiyê de cejina Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz dikim û ez dibêjim ku em ê her sal cejina Newrozê li hemû gelê Kurd jî pîroz bikin.”






