Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zehmetiyên tenduristiyê li Kobanê dijwar dibe

18/03/2026
in Serbest
A A
Zehmetiyên tenduristiyê li Kobanê dijwar dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Kobanê

Hevserokê Desteya Tenduristî ya bajarê Kobanê Ehmed Mehmûd diyar kir ku Ji 20’ê çileyê heya roja îro, Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û wiha got, “Rewşa tenduristiyê jî ji ber kêmderfetan her ku diçe dijwar dibe, nebûna dermanan û derketina cîhazên bijîşkî û navendên tenduristiyê ji xizmetê rewşê xirabtir dike.”

Bajarê Kobanê di demekê de ku hejmara nexweşan roj bi roj zêde dibe, nemaze di nav de zarok û kesên bi nexweşiyên kronîk de, bi kirîzeke tenduristiyê ya giran re rû bi rû ye, nemaze li nexweşxane, klînîkan û navendên tenduristiyê dermanên wê bi temamî kêm dibin. Bi hezaran niştecih, ji ber dorpêça berdewam û astengkirina ketina pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn, bê dermankirin an lênêrîna têrker in.

Bajarê Kobanê ji 20’ê Çile heta îroj ji dorpêçeke berdewam êşê dikişîne, tevî îmzekirina peymana 29’ê Çile ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk “QSD” û hikûmeta demkî de.

Hevserokê Desteya Tenduristî ya bajarê Kobanê Ehmed Mehmûd der barê rewşa tenduristî ya li bajarê Kobanê di çarçoveya dorpêça ferzkirî ji rojnameya me re axivî.

Hevserokê Desteya Tenduristî ya bajarê Kobanê Ehmed Mehmûd diyar kir ku ev nêzî du meh in bajarê Kobanê di bin dorpêçê de ye û wiha anî ziman: “Di encama êrişên ku li ser bajarê Kobanê bi taybet li gundewarên wê pêk hat koçberî bi aliyê navenda bajêr ve zêde bû, vê yekê hişt ku zexteke mezin li ser nexweşxaneyên bajar çêbibe. Ji 20’ê çile ve heya niha tu derman neketiye bajarê Kobanê, ji bilî yên ku di rêya rêxistinan ve hatine şandin.”

‘Nexweşxane rojane 600 heta 800 nexweşan pêşwazî dike’

Ehmed Mehmûd wiha berdewam kir: “Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Kobanê rojane ji 600 heya 800 nexweşan pêşwazî dike di heman demê de navneda me ya Miştenûr jî ji 300 heya 400 nexwaşan rojane pêşwazî dike. Tiştê ku hişt ev hejmar zêde bibe ji ber ku di encama êrişan de koçber pir zêde derbasî navenda Kobanê bûn. Hejmarek ji navendên tenduristiyê wekî Çelebî, Xanik, Sirîn, Qadirî û Gikrik ji ber talankirin û diziyê ji hêla komên girêdayî hikumeta demkî ji xizmetê derketibûn. Niha jî piştî belavbûna Asayîşan û Hêzên Ewlehiya Hundrîn di xalên hevbeş de ev nêzî du hefte ne me navenda tenduristiyê ya Çelebî û Xanik ji nû ve xistin xizmetê.”

‘Cîhazên bijîşkî bi giştî ji xizmetê derketine’

Ehmed Mehmûd destnîşan kir ku alavên wan yên bijîşkî bi giştî ji xizmetê derketine û wiha berdewam kir: “Ji ber qutbûna elektrîkê, niha em nexweşxaneyan li ser elektrîka jeneretoran dixebitînin, heya îro elektrîk pir lawaz e û ji ber neîstîqrariya elktrîkê, cîhazên me bi temamî ji xizmetê derketine, cîhazên şûştina gurçikan çar bûn 3’ê jê xirabûne û niha yek tenê di xizmetê de ye. Di heman demê de cîhazên me yên Tebeq Mihwerî, cîhazê me yên Şewqê (Eşîa) û yên emeliyata ew jî xerab bûn. Herwiha em astengiyeke pir mezin dikşînin di peydakirina cûreyên dermanên hin nexweşiyên kronîk de wekî dermanê Dil, Şekir û tansiyon. Di rêya rêxistinan de hin cûre tên dabînkirin, lê yên ku zêde tên daxwaz kirin nayên peydakirin û niha dermanê Ensolîn bi temamî hatiye qutkirin li Kobanê, emeliyatên ku tên çêkirin di xetriyê de ne ji ber tunebûna Texdîrê.”

‘Eger rewş wisa bimîne wê rewş xirabtir bibe’

Ehmed Mehmûd tekez kir ku eger rewşa Kobanê bi vî awayî bimîne wê di rojên pêş de xirabtir bibe û wiha axaftina xwe qedand: “Hêviyên me ji rêxistinên navneteweyî ku zexteke bê kirin da ku rê serbest bên vekirin, ne tenê rêyên qaçaxtiyê ji ber ku bi vî awayî derman buha dibe. Ev du meh in tenê derman di rêya rêxistinan tê derbas kirin. Banga me ewe ku bi lez ev dorpêç bê rakirin da ku derman bi awayekî hêsan bighêje ber destê me.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.