Navenda Nûçeyan
Jina xwedîya dengê xembar Meryem Xan. Dema ku Meryem ew çavê xwe yên mezin û bedew li dunyayê, vekir û wê demê dawiya şerê cîhanê yê duyemîn bû. Di sala 1919’an de li gundewarê çiyayê Şirnexê, de û di serdema belavbûna împeratoriya Osmaniyan bû. Û wê demê hîna jî pirsgirêkên erdnîgariyê yên hatine, perçe kirin hebûn û hîna jî tevlihevî hebû. Û wê demê keça Mihemed Ehmedê Botî’ ya binavê Meryem Xan, hebû ku dinava xelkê de bi temenê xwe yê biçûk de û heyanî; ciwaniya xwe bi gotin û kilamên xwe dihate naskirin
Meryem Xan bi wî temenê xwe yê biçûk, diçû nava dîwana dengbêjan de û ji wan re kilam; di gotin û hemûyan jî bi mereq û kelecan, gihdarî dengê wê yê zelal dikir. Meryem Xan ji xwe beriya wê her li ser xanî li dengê, dengbêjan guhdarî dike û gelekî ji wan bandor dibe û her hewildide; ku ew jî ciyê xwe dinava wê dîwana dengbêjan de bigire. Lê ji ber ku qedexe bûye ku jin beşdarî wan dîwanan bibe. Derdê herî giran ê Meryem Xan jî ew bû ku li dijberî, wan pîvan û qedexeyan serî hilde. Lê dema ku ji jora xaniyan jî guhdarî dikirin, wan dengbêjiyan dikir gelekî kêfxweş dibû.
Meyem hîna di wî temenê biçûk de xeyalê wê yê herî, mezinku ew jî dinava dîwana dengbêjan de weke jin kilaman bibêje. Ji ber destpêka kokujiya li ser gelê Ermenî bû, erdnîgarî gelekî tevlîhev bibû. Gelê Kurd rabibûn serhildanê û mirin gelekî erzan bibû, birçîbûn hatibû destpê kirin. Wiha bibû ku xelkê turikên xwe davêtin ser şanê, xwe û giran giran derdiketin rêyên dirêj û bar dikirin. Meryem Xan jî tevî malbata xwe rojekê ji rojan bar kir. Tişta ku li şûna xwe hiştin rengekî din a jiyanê bû.
Ev sedema ku dema mirov li dengê wê guhdarî dike, mirov di dengê wê de bêrîkirina bijan dibîne û ew jî bêrîkirina warê xwe; yê ku ji zarokatiya xwe de jê barkirû. Meryem Xan hîna di serdema ciwaniya xwe de bû. Dema ku ji gunê xwe Dêrgulê’ derket dizanî ku wê careke din, venegere û li pişt xwe dinere û rundikan dibarîne. Û li gorî gotin bêjan têye gotin ku di destpêkê de tevî malbata xwe diçe, Diyarbakir- Amed û hinekan jî gotine ku çûne Musilê. Meryem Xan, mezin dibe û xwedî du çavên reş û mezine ku bala her kesî; dikişîne ser xwe û malbata Bedirxan a li Musilê çûnû hatina wan, li cem hevdû têye çêkirin.
Ev her dû malbat ji ber ku weke hev ji warên, xwe dur ketibûn xwe nêzî hevdû dikirin û dema ku Meryem Xan; diketehundir de çavê her kesî li ser wê dima. Û paşî Meryem bi Celadet û Kamûran Bedirxan re aşna dibe û diyalogên, wan çêdibe û piştî ku her du zarokên Bedirxan hunera wê famdikin; ji nêzve pêre mijul dibin. Û wê şevê mêvanekî din ê malbatê hebû ku ew jî Mehmedt Bedirxan bû, ku her çavê wî li ser Meryemê bû. Li gorî malbatê hinekî din bêdeng û girtî bû, ji xwe Meryem Xan’ jî ferq dike ku her bala Mehmed li ser; wê ye û paşî hevdû nasdikin û çîroka wan a hezkirinê destpê dike.
Paşî ji Meryem Xan, xwendina kilamekê hate xwestin. Meryem destpêkê hinekî şerm kir ji ber ku ew jî bandor bû ji, Mihemed û paşî herdûyan li hevdû kirin ku bizewicin û zewicîn. Lê piştî demekê û dema ku Meryem Xan sitran dixwndin, Mehmed hesidî û dît ku hemû çav li ser Meyem Xan e û hew tehemûl kir. Mehmed Bedirxan xwest ku Meryem Xan sitran gotinê berde û li mala xwe weke, her jinekê rûnê lê Meryem xan ew şert qebûl nekir û di encam de; jiyana wan ya hevpar hate xerab kirin ji ber, ku Meryem xwest ku her dengê wê bimîne. Û du rêk li pêşiya Meryem Xan hatin dayîn yek, ji wan evîn û heskirina wê ya ji Mihemed re û ya din jî sitran û huner bû.
Meryem Xan destê xwe ji her duyan jî venediqetiya, lê cardin jî huner hilbijart û jiyana xwe ya şexsî û evîna xwe wenda kir. Û heyanî dawiya temenê xwe jî evîna xwe qet ji bîrve, nekir û derdê wê her kişand. Meryem dema ku hevjînê xwe berda 20 salî bû. Ji xwe her kesî hurmet ji Meryem re digirt ji ber ku qîmet dida, hunera xwe û evîna xwe jî terk dabû bala her kesî dikişand. Di wê demê de kargehên Îngilizan a müzikê li Baxdayê, têye vekirin û ew jî diçe navê de û sitranan dibêje. Û Îngilîz dixwazin muzîka Farisî, Kurdî, Erebî, Suryanî û Ermenî kom bikin; di Rojhilata Navîn de. Û dema ku Meryem Xan jî dibihîze ew jî diçe nava wê kargehê ji bo ku ew jî sitranan bibêje.
Meryem Xan di sala 1924’de diçe Zaxo’ û li wir jî 12 salan, dimîne Meryem Xan, li Zaxo’ li mala Yusif Şemdîn Axa’ yê ku gelekî ji dengê wê hezdikir. Lê ji wir jî cuda dibe û ji xwe re dinava çandiniyê de xebat, dike û xwe dide jiyan kirin û ji ber ku şerm dike xwe bi kesî; bide naskirin. Lê cardin jî dinava gel de bi dihate hezkirin û hurmet, kirin û dinava gel de pir bi hurmet û hezkirin dihate naskirin. Sala 1936 de diçe Bexdayê û jiyana xwe her li wir, berdewam dike û wê demê de. Û wê demê li mala keça mamê xwe Elmas Xan’di mîne di salên (1874-1974) û wê demê gelek dengbêj û hunermend li Bexdayê diman û weke mala hunerêçêkiribûn.
Ji xwe hevjînê keça mamê wê zilamekî dewlemend ê Îngilîz bû. Meryem Xan li mala Elmas Xan’ dima û li wir Meryem jî Mihemed Arîf Cizrawî, Hasan Cizrawî, Nesrîn Şerwan (Şirexî), Alî Merdan, Tahîr Tofik, Saîd Axayî Cizîrî, Fewzîyê Mihemed û gelek; kesayetên din jî li wir nasdike. Meryem Xan, li wir navdar dibe û her kes jêre hurmetê raber dike. Û piştî ku ji mala keça mamê xwe cuda dibe ji xwe re, xaniyekî kirê dike û li wir jiyan dike. Di sala 1939′ ê li Bexdayê di Radyu de xebat dike û di dema xebatê de. Di sala 1949 an de Meryem bi tena xwe dimîne. Û binexweşiya gurçikan dikeve. Diçe nexweşxana Bexdayê ya Mîr Îlyas radizê û emeliyat dibe. Meryem Xan’ wiha wefat dike û li qebristana Bexda ya Şex Maruf têye binax kirin. Û wiha xatir ji jiyanê dixwaze û bar dike.
Vê stranê ji hevjînê xwe re dibêje
De loy loy Mihemedo Ronî
Mi çi goto tu xeyîdî
De gîyayê mêrga li min û Mihemedê mi seridî
De heçî kesê navbera min û Mihemedê min de fesadîkê bike
De heke jin bê rebî newelidê
De heke mêr bê rebî nezewicî
De heke keç bê rebî canîka xweşya nebî
De loy loy loy loy…
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Lêkolîn






