Can Yûsiv.✍
Helbestvan Diyala Elî Çilaxa “Stêrka ku qet venamire, û helbesta ku qet namire.” Helbestvanên jin ên Kurd di wêjeya Kurdî de roleke sereke dilîzin, ji ber ku şiyana wan heye ku derbirîna serpêhatî û hestên xwe bi rengekî taybet û cuda bikin û ev jî dengê wan dike neynika rast a jiyan û wijdanê jinên Kurd, bi gotinên xwe ziman û nasnameya Kurdî ji hewldanên tinekirin û pişavtinê (asîmîlasyonê) diparêzin û nivîsandinê vediguherînin kiryareke berxwedan û parastina bîrdankê.
Herwiha helbestvanên jin roleke girîng dilîzin di dewlemendkirina wêjeya Kurdî û cîhanî de bi hevre , bi pêşkêşkirina nivîsarên cihêreng ên ku tê de derbirîna çanda xwe, dîroka xwe û serpêhatiyên xwe yên dewlemend dikin, berhemên wan dibin pencereyek ku bi riya wê re ruhê gelê Kurd li cîhanê dinêre. Di vê çarçoveyê de helbestvana Kurd Diyala Elî Çilaxa yek ji wan dengên jinan tê hesibandin ku xîmava pênûsa xwe terxan kiriye di xizmeta gelê xwe û doza wî de, li ser şopa bavê xwe yê nemir Elî Çilaxa ku xetîreya wî hilgirt û bi wê re ber bi asoyên nû yên afirînerî û pabendbûnê ve diçe.
Helbestvana Kurd Diyala di sala 1998’an de li navçeya Cilaxa ji dayîk û bavek Kurd (Elî û Rismiya) hatiye dinyayê, li jîngeheke gundewarî ya bêdeng ku bi kûrahiya erdnîgarî û nasnameya Kurdî ve girêdayî ye, û bîranîna axê bi taybetmendiyên zarokatiya destpêkê ve hatiye girêdan, li wê derê, li jîngeha gundewarî a ku bêhna aramiyê dikşîne û çîrokên bav û kalên me vedihewîne, taybetmendiyên kesayetiya wê mîna kulîlka çolê a buharê vedibe.
Bi eslê xwe malbata wê ji gundê Girkê Xelo ye, gundekî ku hê jî bêhna axa kevnar jê dibare, û di çîrokên xwe de bêhna axê û taybetmendiyên bav û kalan hildigire û girêdayî gundewarê bajarê Dêrikê ye ku li wir erdnîgarî bi dîmenek bêhempa bi dîrokê re diherike.
Ev herêma ku li ser sêgoşeya sînorî ya di navbera Rojava, Bakur û Başurê de ye, di dirêjahiya serdeman de bûye navenda ol û çandan û dergûşa şaristaniyên ku geş bûne û piştre şopên xwe ji derbasbûna demê re hiştine, ji Mîtanîyan û Medyayan ku navên xwe di zinarên wê de xêz kirine, heta Botaniyan û Bedraxaniyên ku raman û zanîn belav kirine û hişmendiya civakê dewlemend kirine.
Vê herêmê komek navdar ji nivîskar û helbestvanên kurd aniye jiyanê ku bi berhemên xwe asîmanê wêjeya Kurdî ronî kirine, wek Ehmed Şêx Salih, Omer Lalî, Elî Çilaxa, Lorî Tildarî û yên din ku di bîranîna çanda kurdî de şopên mayînde hiştine.
Diyala di hembêza malbateke kurdperwer, rewşenbîr û welatparêz de ku ji şeş kesan pêk tê (çar bira û du xwîşk) mezin bûye ku hemû jî di bin guhdana dê û bavên xwe de mezin bûne, wan nirxên Kurdîtiyê di nav wan de çandiye, ew fêrî hezkirina welat û dilsoziya bi wê re, şanaziya bi ziman û nasnameya xwe kirine.
Vê mala germ, bi xweparêziya xwe ya dilpak û mîrateya çandî ya bihêz, yekem bingeh ji bo hişmendiya Diyala afirandin, û rehên saxlem da wê ku wê karî bi domdarî li ser riya wêje û helbestê bimeşe.
Diyala zarokatiya xwe li kuçe û kolanên bajarê Çilaxa û taxên wê yên gelêrî de derbas kir ku her koşeyek çîrokekê vedibêje, û her malek bi dîrok û ruhekî zindî dilepitê .
Wê bi baldarî guhdariya dapîrên xwe dikir ku di şevên sar ên zivistanê de li dora agir çîrokên mîrateya gelêrî digotin û guh dida li helbestên bavê xwe dema ku li ser Kurdistan û şehîdan vedibêje, û paşê peyv vediguherin ronahiyek yekemîn ku dilê wê ronî dike, hezkirina ziman û helbestê û eşqa wêjeyê ji zarokatiyê ve di rihê wê de diçîne.
Ji stranên jinên Kurd ên di dawetan de taybetiyên xeyala xwe û kûrahiya hestên xwe wergirtiye û ji awazên deng û ritmên stranên wan germahiya hestan û hişmendiyeke wêjeyî ya geş distîne, bi vî awayî peyv di dilê wê de dibe welatek, û helbest dibe neynika ku kûrahiya serpêhatiyên gelê wê nîşan dide, piştre dibe çekek ronahiyê li pêşberî jibîrkirin û windabûnê û berevaniyek rastîn ji bîr û nasnameya Kurdî re.
Diyala xwendina xwe ya seretayî, amedeyî û navîn li bajarê Çilaxa xwendiye û li wir meyla wê ya wêjeyî wek kulîlkekê di buharê de şîn dibe, gava ku yekem rojnivîsk û ramanên xwe di panzdeh saliya xwe de nivîsand.
Her ku roj derbas bûn, meraqa wê ya ji bo xwendinê zêde bû, û wê di dema dibistana navîn de dest bi serpêhatiyên xwe yên helbestî yên yekem kir, û xwest ku bi ceribandinên berdewam, xwendin û beşdarbûna di çalakiyên çandî de jêhatiya xwe derxîne û pêş bixe bi hewildanên dubare, helbest di wijdanê wê de wek kaniyeke zelal diherike û nivîsandin bû pencereyek ku tê de li xwe û cîhana derdora xwe dinêre ku rêyên xeyalên wê ronî dike, û hest û serpêhatiyên wê bi dîtinek nûbûyî û hestek helbestî ya bilind radixe ber çavan.
Piştî qedandina xwendina xwe ya navîn, Diyala tevlî Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bû, piştre li zanîngeha Firatê ya akademîk di beşa hiqûqê de berdewam kir, berî ku vegere eşqa xwe ya rast û dest bi xwendina wêjeya Kurdî li zanîngeha Rojava bike.
Bavê wê yê rehmetî Elî Çilaxa bandoreke mezin li ser pêşketina kesayetiya wê ya wêjeyî kir, ji ber ku deriyên zanînê ji wê re vekir û wê teşwîqê xwendin û nivîsandinê kir, lewra bandora wî di rêya afirîneriya wê de jî piştî koça dawî ya wî jî berdewam dike .
Herwisa xwendina dîwanên helbestvanên hevdem ên Kurd , mîna Ehmed Huseynî, Kemal Necim, Ciwan Qado, Rênas Jiyan û yên din, bandoreke kûr li ser afirandina hişmendiya wê ya edebî û çandî hiştin û di dilê wê de tovê helbesta nûjen çandin ku şîn bû û bû dengekî helbestî yê diyar.
Diyala helbesta nûjen, azad, pexşan bi şêwazekî bedew û bi wêneyên nazik dinivîse, ji peyvên zanstên hestan û serpêhatiyeke bêhempa vedihûne.
Di sala 2025’an de yekemîn dîwana wê ya helbestan bi navê “Demsalên Bêkêf” ji aliyê saziya Geşepêdan û Ragihandinê ya Arta ve hat çapkirin û tê de helbestên kevnar û nûjen ên ku bi zimanê dayikê hatine nivîsandin , bi şêwazeke ku nûjeniya wêneyan û dilpakiya hestan di nav hev de dihewîne, dibe pencereyek ku giyanê wê ji xwendevanê wê re vedibe, kûrahiya serpêhatiya wê ya hunerî û helbestî radixe ber çavan, û hest û cîhanên wê bi peyvên bêdem ên ku di bîrê de mane diyar dike.
Ji helbestên wê yên herî navdar:
1- Hezkirina te
2- Kê te anî vê buharê?
3- Serêkaniyê
4- Peyama girtiyekî
5- Besî min e
Gelek kovar û radyo û kanalan televîzyonî bi wê re hevpeyvîn û hevdîtin çêkirin derbarê tecrûbeya wê û rola helbestê di parastina nasnameya Kurdî de.
Hewisa jî helbestên wê di gelek rojname, kovar û malperên Kurdî de hatine weşandin, wekî: Rojnameya Ronahî, Kovara Şermola, Kovara Sîwan, Kovara Nivîskar, Malpera Vedeng, Malpera Rojava Net… hwd.”
Di derbarê tevgera çandî de, Diyala beşek çalak bû, ew bûye endama:
- Yekîtiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava Kurdistan HRRK
- Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê
- PEN a Kurdî.
Ji ber jêhatîbûna xwe û hebûna xwe ya berbiçav, wê gelek xelat û spasname wergirtin, ji wan:
1- Xelata Helbesta Kurdî ya Ciwanan a sala 2024’an
2- Xelata yekem a helbestê li yekemîn festîvala çandî li Qamişlo
3- Mertalê rûmetê ji Festîvala Wêjeyî ya Firatê.
4- Spasname ji Rêveberiya Çandê ya Cizîrê û Tevgera Mezopotamyayê ji bo beşdarbûna wê di nirxandina metnên şanoyê de.
Her wiha beşdarî çendîn festîval û şevbuhêrkên wêjeyî bûye, wek:
- Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê
- Festîvala Helbesta Kurdî
- Festîvala Wêjeyê
- Festîvala Wêjeyî ya Firatê
- Hefteyên çandî li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legî, Hesekê, Reqa û hwd.
Diyala bi zimanê kurdî helbest û gotaran dinivîse û di wê baweriyê de ye ku peyv xêza bingehîn a berevaniyê ye li hember windabûn û asîmîlasyonê û ziman bi tenê dibe parêzvanê nasnameyê, her çiqas dem û rewş biguhere.
Diyala Elî dengeke helbestî ya ciwan e, ku rêya xwe bi xurtî di dîmenê nû ya wêjeya kurdî de vedike,i hevrêziyê dike di navbera zanîna akademîk û xeyala helbestî, û di navbera hişmendiya nasnameyê û girêdana bi xakê re , ew yek ji dengên pêşeng ên jinên Kurd e ku dixwaze helbesta nûjen pêş bixe û zimanê Kurdî bi henaseyek nû û şêwazek taybet dewlemend bike.
Diyala tevî gelek mijûlî û şert û mercên dijwar, ji zimanê dayikê û mîrateya bavê xwe re dilsoz ma, helbest û gotar pê dinivîse wê dibîne wekî mertalek ku nasname û bîranîna gel diparêze, ew di wê baweriyê de ye ku ev peyv dikare bibe pirek ku ruhê Kurdewarî zindî bihêle, çiqas dem biguhere jî.
Ew îro di bilindahiya şiyana xwe ya afirîner de ye, bê navber helbestên nûjen û azad dinivîse û beşdarî şevbuhêrkên helbestan û festîvalên edebî û çandî li Rojavayê Kurdistanê dibe û peyama bavê xwe yê rehmetî Elî Çilaxa hilgirtiye û berdewam e li ser parastina mîrateya wêjeyî û çandî ya Kurdî li herêmê.
Diyala Elî Çilaxa îro bi dengê xwe yê bêhempa û hestê xwe yê kûr û bi tevkariya xwe di pêşxistina helbesta nûjen û dewlemendkirina zimanê Kurdî de yek ji dengên navdar di dîmena wêjeya Kurdî de tê hesibandin, wê hebûneke xurt damezrand ku hevbexşiyê dike di navbera resenî û nûbûnê de, û di navbera hişmendiya nasname û girêdana ax û gel de, da ku bibe ronahiyek ji bo helbestvanên ciwan û nifşê nû, û mînakek zindî ya şiyana peyvê ya parastina çand û mîrasê.
Cihê wê di wêjeya Kurdî de tenê bi berhemên wê yên helbestî re sînordar nemaye, lê ji wê derbas dibe ku rola wê ya çalak di dîmena çandî de cih digire û nifşên paşerojê teşwîq dike di nivîsandin û hişmendiya neteweyî de






