Lîloz Hisên/Qamişlo
Yek ji firoşkarên masiyan li bazara bajarê Qamişlo piştrast kir ku nirxê masiyan di bazarê de li gorî cûre û çavkaniya wan ji hev cuda ye û wiha got, “Faktorên wekî buhayên mirîşkan herwiha boneyên civakî bandorê li ser tevgera kirîn û frotina masiyan di nava bazarê de dike.”
Masî yek ji çavkaniyên xwarinê yên herî girîng in di nava piraniya malbatên li kantona Cizîrê de ye. Di heman demê de giringiya masiyan ji aliyê tendurstiyê ve pir bi sûd e ji ber ku rêjeyeke mezin ji omega-3 a dewlemend vedhewîne, ku karê pergala demarî baştir dike, pêşî li nexweşiyan digre wekî romatîzmê û gelek nexweşiyên din, wekî din li dijî pençeşêrê ye û tenduristiya dil pêş dixe. Herwiha ew çavkaniyek dewlemend a gelek vîtamîn û mîneralan e ku laş ê mirov rojane hewceyî wan dike, wek Kalsyom, Fosfor, Hesin, Zînk, Yûd, Magnezyûm, Potasyûm û asîdên amîno û Rûn.

Bazirganên masiyan li bajarê Qamişlo xwe dispêrin gelek çavkaniyan ji bo dabînkirina masiyan di nava bazara Qamişlo de, hin jê herêmî ne hem anîna wan ji Misirê herwiha mîqdarek ji bajarên Sûriyê wekî Reqa, Minbicê, Laziqiyê û Tertûsê tê. Ji xwe asta daxwaza masiyan ji hêla malbatan û şêniyan li gorî şiyana wan ya kirînê û buhayên xwarinên tê guhertin.
Bazirganiya masiyan li Qamişlo tevî zehmetiyên aborî û guherînên buhayê, hebûna xwe di bazarên herêmî de parastiye. Çend bazirgan piştrast dikin ku masî di tevahiya salê de heye, lê daxwaz û buha ji hêla çend faktoran ve bandor dibin, bi taybetî lêçûnên hawirdekirinê, dûrahiyan û germahiyên bilind di hin demsalan de.
‘Buhayên masiyan li gorî çavkanî û cûre tê guhertin’
Yek ji firoşkarên masiyan li bajarê Qamişlo bi navê Berxwedan Elî ji rojnameya me re diyar kir ku buhayên masiyan di bazara herêmî de bi awayekî berbiçav li gorî çavkanî û cûreyên wan tê guhertin û wiha anî ziman: “Buhayên masiyan ji 10 hezaran dest pê dike heya dihêje 160 hezarên Sûrî ji bo hin cûreyên din, her çiqas jî buhayên masiyan li gorî masiyên ava şirîn pir bilind in.”
Berxwedan Elî wiha berdewam dike: “Masiyên ku dighêjin bazarê ji çend deveran tên dabînkirin, beşeke mezin ji herêmên Firatê wekî Dêrazorê, Reqa û Tebqa tê bazarê, wekî din gihaştina cûreyên din ji berava Sûriyê wekî bajarê Laziqiyê tê. Herwiha hin barkirinên ji Misirê dighêje me, ev cihêrengiya di çavkaniyan de dibe alîkar di dabînkirina cûreyên cuda ji masiyan, lê belê ew di heman demê de bandorê li ser guhertina buhayan nîşan dide.”
Buhayên masiyan
Berxwedan Elî diyar kir ku buhayên masiyan yên herî bilind di bazaran de ne û wiha got: “Bi gelemperî buhayên masiyan ji 60 hezarên L.S li gorî cûreya masî û kalîteya wê destpê dike, ji bo masiyên Firatê ew masiyên ava şêrîn ku ji çemê Firatê û deverên bendavê tê, buhayên wan di navbera 10 hezarên L.S heta dighêje 80 hezarên L.S.
Bihayên masiyên Firatê bi awayekî baş aramî di buhayên wan de hene, çi ji hundirê welêt an derve be, lêçûna veguheztin û hawirdekirinê bandorek mezin li ser buhayê wê yê dawî yê bazarê nake, li gorî masiyên deryayî ku bi lêçûnên hawirdekirinê ve girêdayî ne.”
Mîqdarên mezin ên hawirdekirinê
Derbarê mîqdara bazirganiyê Berxwedan Elî diyar kir ku ew di frotina masiyan hem difroşe gel hem jî difroşe firoşkarên masiyan û wiha berdewam kir: “Hejmara bazirganên ku li bajarê Qamişlo pisporê vî karî ne, kêm e herwiha tenê sê bazirganên sereke hene ku bi mîqdarên mezin ên masiyan bazirganiyê dikin. Ev bazirgan dem bi dem û bi awayekî dewrî mîqdarên mezin ji bo dabînkirina pêdiviyên bazarê hawirde dikin. Ev mîqdara ku tê hawirdekirin paşê li firoşgehan û bazarên herêmî tê parve kirin wekî din beşek jê rasterast ji xerîdaran re têne firotin.”
‘Bazirganiya masiyan, tevî qezencên wê metrsî jî hene’
Berxwedan Elî wiha axaftinên xwe zêde kir: “Min nêzî ton û nîvek ji masiya hawirde kir bi buhayê 39 milyonê L.S, qezencê ku min bidest xist ji vê mîqdarê gihaşt nêzîkî du milyonan, piştî hisabkirina lêçûna veghuheztin, hilanîn û windahiyên muhtemel. Tevî qezencên bazirganiya masiyan, metrsiyên windahiyê jî hene, bi taybet di çarçoveya şert û mercên avhewayî û bilindbûna germbûnê di meha havînî de, ji ber ku dûrahiyên ku barkirinên ji derve tên caranan beşeke ji masiyan xirab dike berî ku bighêje bazarê, ev yek dihêle ku windahiyeke mezin ji bo bazirganan çêbike.”
Berxwedan Elî destnîşan kir ku ev pirsgirêk di meha havînî de zêde dibe, ku di encamê de proseya veguheztinê ji ber bilindbûna germahiyê hesas dike, bi taybet dema ku masî ji deverên dûr û dervî welêt têne hawirdekirin. Ji ber vê yekê, hin bazirgan neçar in ku tedbîrên zêde bigirin da ku di dema veguheztinê de kalîteya masiyan biparêzin.
Serdanên malbatan ji bo kirîna masiyan
Derbarê serdanên kirîna masiyan de, Berxwedan Elî wiha got: “Serdanên malbatan ji bo kirîna masiyan bi awayekî zelal bi buhayê mirîşkan ve girêdayî ye, ku di xwarina herêmî de xwarineke bingehîn e. Dema ku buhayê mirîşkan bilind dibe, hejmarên zêde yên şêniyan berê xwe didin kirîna masiyan wekî vebijarkek erzantir. Herwiha tevgera firotanê di demên betlane û bûyerên civakî de, wek sersal û bûyerên malbatî, bi awayekî berbiçav zêde ye, ku daxwaza masiyan li gorî rojên asayî pir zêde dibe.”
Berxwedan Elî wiha axaftina xwe qedand: “Li Qamişlo ji bo firotina masiyan demsalek taybetî tune ye, ji ber ku ew di tevahiya salê de li bazaran peyda dibe bi saya cûrbecûr çavkaniyên xwe. Lêbelê, carinan mîqdara hawirdekirinê dikare li gorî şert û mercên veguheztinê an hebûna masiyan li deverên masîgiriyê biguhere.
Di bin şert û mercên aborî yên heyî de bazirganiya masiyan dê beşek girîng a bazara xwarinê ya bajêr bimîne, nemaze ji ber daxwaza berdewam a beşek ji katagoriya herêmî ku dixwaze çavkaniyên xwarinê cûrbecûr bike, tevî pirsgirêkên têkildarî buhayan, lêçûnên hawirdekirinê û veguhastinê.”
Giringiya xwarina masiyan
Masî xwarinek girîng e ji ber naveroka wê ya protînê ya bilind. Her 100gram masî bi qasî 40gram protîn dihewîne, ji bilî madeya Yûdê, ku kêmasiya wê dikare bibe sedema pirsgirêkên rijênan. Lewma Masî wek xwarinek pir xurek tê hesibandin ku gelek feydeyên girîng ji bo tenduristiyê hene û gelek bijîşk jî pêşîniyara vê yekê dikin. Masî rêjeyek bilind ji asîdên rûn ên omega-3 dihewîne, ku bi kêmkirina kolesterol di xwînê de rîska nexweşiyên dil û damaran kêm dike.
Gelek bijîşk piştrast dikin ku li gorî cureyên cuda yên goşt, spî (mirîşk) û sor (ga û çêlek) bi goştê masiyan, dibînin ku goştê masiyan ji aliyê tenduristiyê ve di rêza yekem de ye, ji ber ku ew çavkaniyek dewlemend a protîna bi kalîte ye, rûnên zirardar kêm in û tê pêşniyar kirin ku ew heftê du caran were xwarin






