Ehmed Hesen
Di dîroka biwêja kurdî de jî diyar e ku her giya li ser koka xwe şîn dibe û hêzê digire. Çi civakên ku ji rastiya xwe dûr dikevin, her gav bi xerîbî û lêgerîna aramiyê re rû be rû ne, taybet piştî berfirehbûna şer û kirîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê, pêleke mezin a penaberiyê hate çêkirin, her wiha di nava sînorên welatan de jî ji ber êrîş û dagirkeriyê gelek koçberiyên bi darê zorê hatin çêkirin, ev hemû jî di encamê de dûrketina ji rastiya civakî nîşan didin. Mirov çendîn rewamendiyekê bide penaberî û koçberiyê ku ji ber reva ji şer û pirsgirêkan çêdibin, lê nikare ziyan û encamên bi karîset ên ku di encama koçberiyê de rûdidin înkar bike. Taybet Rojhilata Navîn di van 30 salên dawiyê de bûye çavkaniya kirîz û şerên dijwar, encam jî meşextkirina bi milyonan kesan ji cih û warê xwe ye. Ev civakên ku koçber dibin ji kêliya koçkirinê heta ew dijî her tim rastî hewlên birçîbûn, qirkirin û asîmîlekirina çandî tê, di heman demê de koçberî kesayetên ji xwe bê bawer herî zêde pêş dixe, di heman demê de di şert û mercên koçberiyê de asta ronakbîrî, xwendin, pêşketinên zanistî jî gelekî li paş tên hiştin, mirov çendîn hewla pêşxistina zanistî bike jî, mercên derûnî yên koçberiyê bandoreke mezin li ser kesayeta zarok, bav, dayîk û civaka koçberbûyî dilîze. Lewma jî ez dikarim diyar bikim ev bandor tu carî bi demeke diyar re sînordar namînin û her gav di derûniya civaka koçberbûyî de xwe dubare dikin. Li aliyê din pirsgirêka ji hev berdana jin û zilaman jî roleke neyînî ya mezin li ser zarokên wê civakê dilîze, ev bûyer jî pir caran di encama kirîzên aborî, nexweşiyên bê derman û bandorên derûnî de derdikevin pêş. Her wiha zêdebûna asta bêkariyê di şertên koçberiyê de rê li ber xizanî, birçîbûn û têkçûna qada zanakirina civakî digire. Di nava atmosfereke wiha krîtîk de bê guman pêwsîtiya civakê bi zanakirina hişmendî û pêşxistina perwerdehiyên derûnî heye, di serî de pêwîst dike ku di hemû gavavêtinan de vac ango mentiqê çareseriyê bingeh were girtin, her wiha civak li şûna ku bi pirsgirêkan re rû be rû be, divê însîyatîfa çareseriya pirsgirêkan ji reva ji pirsgirêkan xurtir be, taybet gava gelek ji cihê xwe tê meşextkirin derûniya wî/ê bi awayekî xweber lewaz dikeve, ev jî dibe sedem ku bi hêsanî ji aliyê dijmin û aliyên dijber ve were xapandin, lewma jî her kêlî xwe zanakirin û hişyarî girtin rê li ber dibetiyên wiha xeternak digire yan jî kêm dike. Çiqas di aliyê fîzîkî de koçberî çêbibe, ya rast divê di aliyê çand û bîrdoziyê de jî koçkirin û dûrketin neyê kirin. Ji ber ku qabîleya mirov a çandî û bîrdozî her tim ji ya fîzîkî xurtir e û dikare were parastin, kengî qabîleya çandî û bîrdozî jî lewaz bikeve, hingê tiştek bi navê civak namîne. Gelek sedemên berbiçav ên ku rê didin koçberî di nava civakê de zêde bibe hene, lê sedema sereke windabûna nasnameya civakê û qirkirina çandî ye, çaxa ku nasname tê binpêkirin, hingê encam dibe lêgerîna li nasnameyê, ev rewş jî bi xwe re koçberiyê zêde dike, heta roja îro bi sedan civak bê nasname mane yan jî nasnameya hemwelatîya welatên din standine û bûne biyanî, tenê li Rojavayê Kurdistanê di bin navê kenbera Erebî de bi sed hezaran kurd bê nasname hatin hiştin û milkên wan ji wan hatin standin, taybet di 24’ê Hezîrana 1974’an de bi biryara hejmara 521 ku di civîna fermandariya netewî ya Partiya Baasê de ferman hate dayîn ku ‘projeya kemera Ereban’ were pêkanîn. Bi vê projeyê wê demê Hesekê wek parêzgeha Sûriyeyê dihat zanîn, gundên Kurdan ên nêzî sînorê Tirkiye û Iraqê hatin hedefgirtin û armanc ew bû ku guhertina demografîk pêk bînin. Ev proje encama polîtîkayên domdar ên tepesandina hebûna Kurdan û tinekirinê bû. Weke encam bi qasî ku civak karibe rê li ber koçberî û penaberiyê bigire û hafîzeya xwe ya civakî biparêze, ewqas jî nêzî azadiyê dibe.






