Stêrk Mihemed
Efrina ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve di 18’ê Adara 2018’an de hat dagirkirin. Gelê Efrînê bi rihê şerê gelê şoreşgeri di 58 rojan de li hember dewleta Tirk û teknîka wê berxwedaneke bêhempa da meşandin.
Di 20’ê Çileya 2018‘an bi plana Tirkiyê bi Rûsyayê re û bi erêkirina dewletên navneteweyî re êriş li ser Efrînê destpêkir, bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî li ser Efrînê gelek kiryarên dijmirovî pêkanîn, lê li beramberî wê jî gelê Efrînê 58 rojan berxwedaniyek dîrokî dan meşandin ku wê hertim di pêlên dîrokê de were bibîranîn. Lê mixabin ji ber êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên pê vê girêdayî gelê Efrînê bi darê zorê koçber bûn û Efrîna Kurdî bi temamî di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û rêvebirin.
Di 20’ê Çileya 2018’an de êriş li ser Efrînê destpêkir
Di 20’ê Çileya 2018”an, saet di 16:22’an de, asîmanê kantona Efrînê bû mîna meydana pêşbirka balafirên şer. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên asîmanê dest pê kir, 72 balafir li ser herêmeke ku rûpîvana wê 3850 km2 e rakirin. Ji şerê cîhanê yê duyemîn ve bûyereke bi vê rengî neqewimî ye. Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bi pilaneke navneteweyî, bajarê Efrînê ku xwedî cihekî stratîjîk û girîng e di Kurdistanê de, kirin hedef. Şerê Efrînê 58 rojan hat domandin, di roja yekê ji êrîşan, 72 balafirên hêzên dagirker li ser esîmanê Efrînê geriyan û her der bombebaran kirin. Dagirkeriya Tirk di vê rojê de bi fermî destpêkirina operasyona xwe ya leşkerî li dijî herêma Efrîn ragihand, bikaranîna balafirên şer û topên giran, li gel komên çekdar ên hevalbend. Ji saetên pêşîn ve, gund û bajarok rastî bombebaraneke dijwar hatin, ku taxên niştecihbûnê, deverên çandiniyê û binesaziyê hedef girtin, di encamê de sivîl, di nav de jin û zarok bûn hedef. Rapora mafê mirovan tekez kirin ku sivîl hedefa sereke ya êrîşan bûn, ji ber ku êrîşên leşkerî tu cudahî di navbera hedefên leşkerî û deverên niştecihbûyî de nedikir. Nexweşxane, dibistan û torên av û elektrîkê jî ji bombebaranê bêpar neman, rewşa mirovî xirabtir kir û niştecih neçar kirin ku ji bo ewlehiyê ji malê xwe derbikevin.
Plan bi Rûsyayê re hete kirin
Dema ku êrîş li ser Efrînê pêk hatin bêguman beriya demekê plan der barê wê de bi Rûsyayê re hatin kirin. Rûsyayê beriya êrîşan di hin nûqteyan de li Efrînê cih girtibû. Dema ku komên çekdar ji herêmên Xuta El Şerqiyê bi operasyonê vekişiyan û teslîm bûn herwiha Efrîn teslîmî dagirkeriya Tirkiye hat kirin li beramberî Xeta El Şerqiyê û hin herêm ji Idlibê teslîmî rejîma Sûriyeyê bikin ev plan eşkere bû. Êrîşên li ser Efrînê derbeyek ji bo projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hedef ji êrîşên li ser Efrînê ew bû ku ewlehiya li herêmê têk bibe herwiha ji bo ku bikaribin bi rêya Efrînê hin herêmên din jî dagirbikin ev yek jî bi dagirkirina Serêkanî û Girê Spî piştî Efrînê xuya kir.
Efrîn di navbera herêmên dagirkirî yên Ezaz û Idlibê de ye
Gelek niyetên dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê hebû û rewşa siyasî ya li herêmê. Efrîn di navbera herêmên dagirkirî yên Ezaz û Idlibê de ye û erdnîgeriya wê ji herêmên din cudatir e. Ev jî dihêle dagirkeriya Tirk desthiladariya xwe li Sûriyeyê berfireh bike û herêmên ku dagirkirine bigihîjîne hev. Efrîn di projeya Neteweya Demokratîk de, mînaka ewlehî û aştiyê bû. Armanca dewleta Tirk ew bû ku vê projeyê têk bibe. Efrîn di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe di hemû waran de îsbat kir û mînakek zindî ji projeya Neteweya Demokratîk re bû. Di heman demê de hembêza xwe ji hemû koçberên Sûriyeyê re vekir. Gelek proje û planên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin ji Efrînê dest pê kirin ku yekem car xwendina bi zimanê Kurdî di heman demê de yekem zanîngeh û paymengehên bi Kurdî dîsa li Efrînê dest pê kir û hatin vekirin her wiha gelek proje ji bo pêşketina gel û di xizmeta wê derketin pêş.
Komkujî û sûcên şer
Ji roja yekemîn a êrişan ve, dewleta Tirk a dagirker komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Di roja yekemîn de li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewayê komkujiyek pêk anî, di encamê de 9 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Di 26’ê Çileyê de li navenda navçeya Mabatayê komkujiyeke din pêk anî û 7 sivîl şehîd bûn. Herwiha li gundê Gubelê yê navçeya Şêrewayê komkujiyeke din pêk anî, di encamê de 18 sivîl şehîd bûn, di nav de 4 ji malbatekê bûn û 7 sivîl birîndar bûn. Li gundê Şiketa yê navçeya Şiyê jî 5 sivîl şehîd bûn.
Li Navçeya Cindirêsê jî ji komkujiyan nefilitî, di êrişeke bi balafirên şer ku berbanga sibeha 26’ê Sibatê li gundê Yalanqozê 5 sivîl şehîd bûn û li navenda navçeya Cindirêsê 13 sivîl şehîd bûn. Li navenda bajarê Efrînê jî gelek komkujî hatin kirin, ku 4 zarok bi giştî 7 sivîl şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn li taxa Mehmûdiyê ya li Efrînê jî 20 sivîl şehîd bûn. Nexweşxane jî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker bêpar neman, di 16’ê Adarê de nexweşxaneya Avrîn bi balafiran hate bomebebarakirin, di encamê de zêdetirî 16 sivîl û di nav de zarok ku dihatin dermankirin, şehîd bûn. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya kantona Efrînê, di 58 rojên êrişê de 257 sivîl şehîd bûn, jê 45 zarok, 36 jin û 176 mêr. Herwiha 742 sivîl, di nav de 113 zarok, 113 jin û 516 mêr birîndar bûn.
Berxwedana serdemê
Şervan û gelê Efrînê bi berxwedaneyeke bê hempa li berxwedan û derbeyên giran li dagirkeriyê xistin. Ji ber wê berxwedana gel li Efrînê bi navê Berxwdana Serdemê hat binavkirin. Gel û şervanan bi îradeya xwe li hemberî hêza duyem a NATO’yê 58 rojan şer kirin. Efrîna ku serjimariya wê zêde ye û weke herêmeke Kurdî resen li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn. Efrîn jî bi destpêkirina aloziya Sûriyê re serî li hember Rêjîma Sûriyê rakir û di xeta sêyemîn ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de, Xweseriya Xwe ya demokratîk îlan kir. Li ser van bingehan bajarê Efrînê li kêlek destkeftî û dewlemendiya xwe ya sererd û binerd bibû herêmeke herî bi ewle û ya pêşesaziyê ji hemû herêmên Sûriyê re.
Tilîliyên dayikan ji dengê bombeyan bilindtir bû
Beşdarbûna jinan di çalakiyên greva birçîbûnê de li gundên ser sînor bi dirûşme û tilîliyên xwe berxwedan û îradeya wan li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didan. Dewleta Tirk ji ber metirsiyek wê ji îradeya jinan heye lewma her şandeya ku li ser sînor di grava birçîbûnê de bûn rastî êrîşan bi balafirên şer dihatin, lê dengê dirûşmeyan û tilîliyên dayikan ji dengê êrîşan bilindtir bû. Gelek şandeyên jin ji Filistîn, Lubnan, Bakurê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya jinên Efrînê di berxwedana serdemê de bikin berê xwe dan Efrînê.
18’ê adara 2018’an bajarê Efrînê bi temamî hate dagirkirin
Piştî berxwedaniya gel û têkoşîna şervanan a 58 rojan gelê Efrînê bûn mînaka Şerê Gelê Şoreşgerî. Lê mixabin ji ber êrişên hovane ya dewleta Tirk û çeteyên vê, ji bo ewlehiya jiyana sivîlan di 18’ê Adara 2018’an de biryara derketina ji Efrînê hate standin. Di 18’ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê ya Kurdî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin. Efrîn bi pilaneke navnetewî hate dagirkirin û dewleta Tirk serweriya xwe tê de îlan kirin. Herêma Efrînê di giştî Sûriyê de yek ji herêmên herî berhemdar yê zeytûn û zeyta zeytûna ye. Ji derveyê wê herêmeke çiyeyî ye û bi ava xwe ya zêde û xwezaya xweşik tê naskirin. Bi derbasbûna dagirkeriyê û komên çeteyan re, li kêlek kiryarên dijmirovî yên ku di derheqê gelê wêyê resen de pêkanîne û hê jî didome, Efrîn ji her alî ve hate talankirin û di asta yekemîn de faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan darên wê yên zeytûnan û bi deh hezaran dar, daristan, cihên dîrokî û şûnwarên wê talan kirin.






